Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyamend Mûînî: Çarenûsa gelên bindest bi hev ve girêdayî ye

05/07/2026
in POLÎTÎKA
A A
Siyamend Mûînî: Çarenûsa gelên bindest bi hev ve girêdayî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Xanim

Endamê Konseya Serokatiyê ya PJAK’ê Siyamend Mûînî diyar kir ku rejîma Îranê piştî şerên dawî di qeyraneke kûr a aborî û siyasî de ye, divê gelê Îranê fêm bikin ku çarenûsa gelên bindest bi hev ve girêdayî ye û ew ê bikarbin bi hev re di civatek azad û demokratîk de jiyanek bi rûmet bijîn.

Di derbarê rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, endamê Konseya Serokatiyê ya PJAK’ê Siyamend Mûînî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Piştî êrişên Amerîka-Îsraîl yên dawî li ser Îranê, hûn rewşa navxweyî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê çawa dinirxînin?

Piştî du şerên Îranê bi Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê re, rewş guheriye. Desthilatdarên Îranê hewl didin ku xwe bihêz nîşan bidin, di heman demê de piraniya rêberên wan ên navdar hatine kuştin, ji xwe ew komek sûcdar in ku rasterast û nerasterast di kuştina mirovan de yek bi yek beşdar bûne. Rejîm wekî sîstemek teokratîk dihat birêvebirin û wan xwe wekî nûnerên Xwedê dihesibandin, ji ber vê yekê wan rewatiya ku bi her awayî bixwazin bi gel re tevbigerin, dan meşandin.

Niha, ji bo wan, ew rewatî winda bûye. Îranê qet li ser çareserkirina pirsgirêkên gelan nefikiriye û di hişê pergalê de jî tune ye ku van pirsgirêkan çareser bike. Ev sîstem rejîmek despotîk û dîktatorî ye û tenê li ser mayîna vê sîstemê û berfirehkirin û xurtkirina teknolojiya şer difikire, ji ber vê yekê gelek budce ji bo bidestxistina çekên neoklerî veqetand û niha jî mûşekên wê yên balîstîk ên bihêz hene. Îsraîl êrîşî Îranê kir û di 24 saetên pêşîn ên êrîşê de beşek girîng ji fermandarên payebilind ên Îranê hedef girt û gelek ji wan kuştin, ku ji bo Îranê pir dijwar bû û derbeyek xurt li avahiya artêşa wê bû.

Piştî van şeran, rêjîma Îranê bi sedan çalakvanên siyasî û sivîl li Kurdistanê girtine, gelek kes îdam kirine û bi hezaran ciwan li kolanan qetil kirine. Hinceta Îranê ew e ku ew sîxurên Îsraîlê ne. Bi taybetî ji bo tirsandina Kurd, Belûç û Ereban da ku ew nefikirin ku li dijî dîktatorî û neheqiyê xwepêşandanê bikin.

-Piştî êrişên Amrîka û Îsraîl, Rejîma Îranê di warê aborî û siyasî de di nav krîzeke kûr de ye; gelo ev krîz dikare bibe sedema guhertineke an hilweşîna rejîmê?

Piştî şerên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê re,  ambargoya aborî ya li ser Îranê dijwartir bû, rewşa aborî ya Îranê xirabtir bû û heke ambargo berdewam bike, Îran dê nikaribe mûçeyên gel û hêzên leşkerî bide. Niha gel êdî dikare li gorî berjewendiya xwe biryar bide. Em dizanin ku piştî kuştina Xameneyî û hin berpirsên din ên girîng ên rejîmê, merceya an navenda ku Xameneyî bû winda bû û niha rêjîm hewl dide kurê wî Mocteba wê navndê bigire û birêve bibe û xwepêşandanan bi dawî bîne. Niha bi êrîşa li ser Kurdistanê, dibe ku rêjîma Îranê dixwaze plana xerab a fetwaya Xumeynî ya 28ê Tîrmehê dubare bikin. Rêjîm di kirîzeke kûr deye û dixwaze bi dabeşkirina civakê desthilata xwe bi rêve bibe.

-Polîtîkayên zext, sîdar û girtinê yên ku rejîm li dijî çalakvanên Kurd, Belûç û azadîxwazan dimeşîne, bandorek çawa li ser berxwedana civakê dike?

Bi xwezayî, gel azadî û ewlehiyê dixwaze û heke rejîmek ji vî mafî wan bêpar bike, ew ê bi berxwedanê re rû bi rû bimînin. Ji dema ku rejîm hatiye ser desthilatê, hewl daye ku pirsgirêkên civakê bi zext û darvekirinê çareser bike. Zêdetirî 47 salan e ku rejîmê dev ji kuştin û girtina gel bernedaye û tu têgihîştina çareserkirina pirsgirêkên gel tune. Wekî ku hûn dizanin, rejîm bi komkujiya gelê Tirkmen li Sahraya Tirkmen dest pê kir. Piştî wê Xumeynî fetwa li dijî gelê Kurd da. Gelek kes hatin kuştin û koçber bûn. Bi hezaran ciwan, sosyalîst û şoreşger di zindanan de hatin darvekirin. Ji bo rejîmê, ne girîng e ku gel ji kîjan neteweyê ne. Ew li siyaset û civakê ji perspektîfa faşîzma olî dinêre. Ji ber vê yekê, hemû neteweyên wekî Belûç, Ereb, Kurd û civakên din amade ne ku li dijî vê rejîmê li eniyek hevpar şer bikin û ev yekane çareserî ye ji bo bidestxistina pergalek cûda ji vê hikûmeta dîktator. Niha Îran bi alîkariya Tirkiyeyê plan dike ku Kurdan û vê mijarê di rojeva siyasî ya herêmê de bitepisîne û ev ne tenê Rojhilatê Kurdistanê lê hemû beşên Kurdistanê digire nav xwe.

-Weke PJAK, model û projeya ji bo paşeroja Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çi ye?

PJAK li ser bingeha xwerêxistinkirin û pêşxistinê dixebite, di heman demê de ew di qada sîyasî ya Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de bi berdewamî çalak dimîne. Siyaseta me li ser bingeha xurtikirina têkilî û nêzîkbûna bi neteweyên din ên li erdnîgariya Îranê re ye wek Belûç, Ereb, Azerî, Gilek, Talîş, Maznî û Tirkmen. Pêwîste em têkilîyên xwe bi hêzên demokratîk re xurt bikin û di warê sîyasî de ji bo avakirina civatek demokratîk li Îranê hevkariyê bikin. Em, wekî PJAK, di çarçoveya konfederasyona demokratîk de projeya xwerêveberiya demokratîk dipijrînin. Em ji bo vê ramanê têdikoşin û amade ne ku di çarçoveya rastiya sîyasî de alternatîfên cûda binirxînin.

-Têkiliya PJAK’ê bi partiyên din ên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di çi astê de ye?

Bi salan e PJAK hewl dide ku partîyên sîyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bike yek û li heman eniyê ji bo azadîyê têbikoşe. Niha şeş partîyên li Rojhilatê Kurdistanê hevpeymanîyek ava kirine û em hêvî dikin ku ev hevpeymanî berdewam bike û xurttir bibe. Divê hevpeymanî di pratîkê de gavên wêrektir bavêje û wekî yek hêz ji bo azadiya Kurdan li dijî rejîma dîktator û şovenîzma navendî, têkoşînê bide meşandin.

-Bangawaziya we ji bo hêzên opozîsyona Îranê yên Fars, Azerî û Belûç çi ye?

Divê ew rewşa dîrokî ya hesas ku tê de dijîn fam bikin, derfet û xetereyan binirxînin û fêm bikin ku çarenûsa gelên bindest bi hev ve girêdayî ye û em dikarin bi hev re di civatek azad û demokratîk de jiyanek bi rûmet bijîn. Ji ber vê yekê, divê em pêşwaziya pêşerojek demokratîk bikin, wekî din dîrok dê ji bo van miletan dubare bibe, xetereyên asîmîlasyonê dê firehtir bibin û derfet ji bo dîktatorên kirêgir dê vebin.

-Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji Kurdistanê derket û li seranserî Îranê belav bû, îro di civaka Rojhilat de di çi astê de ye û rola KJAR’ê di vê pêvajoyê de çi ye?

Şoreşa jin, jiyan û azadî li ser felsefeyekê hatiye avakirin ku pêşengiya jin û ciwanan dike. Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî ne tenê li Kurdistanê, lê di heman demê de li Îranê û heta li herêmê jî ronesansek rewşenbîrî afirand. Ew destpêka qonaxek nû bû di felsefeya jin, jiyan û azadiyê de. KJAR jî wekî rêxistinek pêşeng û modern dikare vê mîsyona dîrokî li Kurdistanê bimeşîne û em dibînin ku ew xwedî kapasîteya teorîk e ku vê tevgera mezin a dîrokî bi kar bîne û birêve bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.