Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê statuya zimanê Kurdî were misogerkirin’

05/07/2026
in ROJEV
A A
‘Divê statuya zimanê Kurdî were misogerkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Amedê û endamê Komîteya amadekar ya Konferansa Zimanê Kurdî Mirad Bîlgîç diyar kir ku li Tirkiyê li hemberî 75 hezar dibistan, 200 zanîngeh û gelek saziyên fermî, tenê 30 saziyên zimanî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî dixebitin, lewma Konferansa Zimanê Kurdî ji bo dîtina çareseriyên nû, pêşxistina perwerdehiyê û misogerkirina statuya zimanê Kurdî hate lidarxistin.

Ziman li gel her mirovekî xwedî girîngiyeke taybet e, her mirovek dixwaze bi zimanê xwe hîn bibe. Lê mixabin gelek gel û netew ji ber siyasetên yekrengî zimanê wan li ser wan hatiye qedexekirin, gelê Kurd jî yek ji van gelan e ku siyaseta asmîlasyonê li ser tê meşandin, lê ew bi têkoşînê hebûn û zimanê xwe didomînin, herwiha rêya misogerkirinê ji xwe re bingeh girtiye. Di heman demê de di nava pêvajoya aştiyê de ku li Bakurê kurdistanê tê meşandin, hewldana bidestxistina statuya zimanê Kurdî tê kirin. Herî dawî jî girîdayî zimanê Kurdî Konferansa Zimanê Kurdî li Amedê hate lidarxistin.

Girêdayî lidarxistina Konferansa Zimanê Kurdî, herwiha siyaseta dewletê ya ku li hemberî zimanê Kurdî dide meşandin siyaseteke çawa ye û divê niha bi çi awayî zimanê Kurdî li Tirkiyê were misogerkirin, hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ku endamê Komîta amadekar ya Konferansa Zimanê Kurdî bû Mirad Bîlgîç ji rojnameya me re axivî.

Mirad Bîlgîç eşkere kir ku Konferansa Zimanê Kurdî ya dawî di sala 2012’an de pêk hatibû û wiha got: “Konferansa Zimanê Kurdî ya dawî li Bakurê Kurdistanê di sala 2012’an de pêk hatibû. Piştî wê konferansê pêvajoyeke aştiyê dest pê kir, lê paşê ev pêvajo têk çû. Di wê demê de li Tirkiyê di warê siyasî de guherîn çêbûn, zextên dewletê zêde bûn û gelek sazî û dezgehên Kurdî hatin girtin. Gelek girtin, binçavkirin û şehîdkirinên hevalên me pêk hatin. Di qada zimanî de û di nav hemû sazî û dezgehan de bi tevahî girtin an jî belavbûnek rû da. Her çend di salên dawî de ji nû ve komkirin, rêxistinbûn û geşkirina xebatên Kurdî hebûbe jî, lê mixabin şert û mercên îro ne wekî salên 2000’an in. Em niha bi dîrok, nêrîn, siyaset û tekneolojiyek nû re rû bi rû ne. Ji bilî vê gelek guherînên civakî, pergalî û hişmendî jî rû dane. Ji ber vê yekê her çiqasî bi polîtîka û stratîjiyên kevin kedeke mezin hatibe dayîn jî, encamên ku hatine bidestxistin têrê nekirin. Lewma ji bo mayendekirin, misogerkirin û domandina zimanê Kurdî, pêdivî bi polîtîka û stratîjiyên nûjen heye ku bikarin bersiva van pirsgirêkan bidin. Di heman demê de pêdivî hebû ku em ji bo mayendekirina zimanê xwe rêbaz û planên nû pêş bixin, ji bo vê armancê ev konferans hate lidarxistin.”

‘Rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê hatiye asta xeteriyê’

 Bîlgîç di dewamkirina axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa ziman û ev axaftin anî ziman: “Mixabin li Bakurê Kurdistanê di warê zimanî de, taybetî di deh salên dawî de, rewşeke nebaş heye û ev rewş her ku diçe berfirehtir dibe. Ev rewş gihîştiye asteke xeterê. Ji ber vê yekê pêdivî bi hin biryarên radîkal heye, hem jî pêdivî bi biryarên ku hem berpirsiyariyê li ser me, li ser derdora Kurdewarî, li ser sazî û dezgehên zimanî û kesên têkildar bar bikin, hem jî rêya me ji bo pêşerojê ronî bikin, heye. Herwiha pêdivî bi çarçoveyeke muzakere û danûstendinê jî hebû, çarçoveyek ku hem ji bo axaftin û muzakereyê bi dewletê re bingehek biafirîne û hem jî rêveçûna me diyar bike. Ji ber vê yekê, ev ne tenê konferanseke navxweyî ye, lê konferanseke ku rê û rêbaza me ya derve jî diyar dike, ji bo wê konferans xwedî girîngiyeke taybet bû.”

‘6 mehan amadekariyên Konferansa Zimanê Kurdî hate kirin’

Bîlgîç li ser amadekariyên ku ji konferansê re hatin kirin axivî û wiha bilêv kir: “Nêzîkî 6 mehanan amadekariyên vê konferansê berdewam kirin. Armanca me ew bû ku ji bo birîna li ser zimanê me heye dermanek bibînin. Ji ber vê yekê me bi 6 mehanan xebat û amadekariyên berdewam kirin û di 27 û 28’ê Hezîranê de li Amedê bi dirûşmeya “Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû”, Konferansa Zimanê Kurdî ya ji bo Bakurê Kurdistanê û hemû Tirkiyê pêk anîn. Konferans du roj dewam kir û bi 7 rûniştinan û 19 panelîstan hat meşandin. Di konferansê de gelek mijarên girêdayî statuya zimanê Kurdî, perwerdehiya bi zimanê dayikî, mayendekirina ziman û domdariya wê hatin nîqaşkirin. Nûnerên qadên hiqûqê, perwerdehiyê, çapemeniyê, çandê û gelek beşên din ên têkildar beşdar bûn û li ser awayên pêşxistina zimanê Kurdî fikir û pêşniyarên xwe parve kirin. Konferans bi beşdarbûna 500 delegan û gelek mêvanan bi awayekî geş û xurt pêk hat. Ji xwe rast e ku konferans ji bo muzakereyê jî hate lidarxistin û armanca wê ew bû ku ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû biafirîne. Lê di heman demê de ev konferans bersivek bû ji bo pêdiviyeke ku salan xwe li me ferz dikir. Em bawer in ku polîtîkayên heyî nikarin vê rewşê bidin rawestandin û êdî ji gazincan wêdetir hewcedariya gavên nû hebû. Her çend xebat pir in, lê encamên ku heta niha hatine bidestxistin nekarîne pêşiya asîmîlasyona heyî bigirin. Ji ber vê yekê em vê konferansê wekî qonaxek dîrokî dibînin. Hêvîya me ew e ku encamên wê ji hêviyên me jî wêdetir bibin û bibin çavkaniya jiyaneke nû ji bo zimanê Kurdî. Em biryar da ku ev konferans ne tenê bûyerek demkurt be, lê bibe şewq û hêzek ji bo mayendekirina zimanê Kurdî. Xebatên me bi konferansê re neqediyan, berevajî wê konferans destpêkek bû. Ji niha û pê ve hemû kes û derdorên Kurd dikarin bi xebatên hevbeş pêşiya asîmîlasyonê bigirin û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî gavên nû bavêjin. Em dikarin bêjin ku ev rêwîtiya nû hê dest pê kiriye.”

‘Statuya ziman çareserî ye’

Bîlgîç tekez kir ku divê ziman xwedî statuyek fermî be û wiha pê de çû: “Ji bo misogerkirina zimanekî di şertên îroyîn de, ji statuyê pêştir tu çareserî tune ye. Divê ziman xwedî statuyek fermî be. Zimanek ku statuya wî tune be, her dem bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû dimîne. Dibe ku bi hin xebatên civakî û demokratîk ev xeterî bi demkî kêm bibe, lê ev yek ji bo mayendebûn û misogerkirina zimanê têra xwe nake. Ji ber vê yekê îro rêya herî girîng ji bo mayendebûn û domdariya zimanan “statuya ziman” e. Em jî têkoşîna statuya ziman li ser vê bingehê dimeşînin. Herwiha bi statuya ziman re divê perwerdehiya zimanê Kurdî jî di nav wê statuyê de cih bigire. Derveyî vê rêyê em nikarin bêjin ku birîna me dê were dermankirin. Di warê gavên pêwîst de jî di mekazagona heyî ya Tirkiyê de zimanê fermî tenê Tirkî ye û zimanên din nayên nasîn. Lê zimanê min Kurdî ye, zimanê civaka min Kurdî ye û gelek zimanên din jî li Tirkiyê dijîn, ev rewş li pêşiya gelek pêşveçûnan dibe asteng. Perwerdehiya fermî ji bilî Tirkî nayê dayîn, sazî û dezgehên ku dixwazin bi şert û derfetên xwe perwerdehiyê bi zimanên din pêk bînin, tên girtin an jî cezakirin. Wateya vê yekê ew e ku di hêla zagonî de gelek qanûn hene ku hem li pêşiya xebatên Kurdî yên taybet û fermî astengî çêdikin, hem jî rê nadin ku rêveberiyên herêmî an xwecihî di vê warê de gavên pêwîst bavêjin. Ji ber vê yekê em di vê pêvajoyê de dixwazin van qanûnan bi awayekî sererast bikin.”

‘30 saziyên zimanî karê parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî dikin’

Bîlgîç li ser geşbûna xebatên zimanê Kurdî û astengiyên salê dawî ev yek anî ziman: “Li Bakurê Kurdistanê piştî salên 1990’î xebatên Kurdî yên ji bo parastin, pêşxistin û pêvebirina zimanê Kurdî gelek pêş ketin. Wek ku tê zanîn gelek sazî û dezgehên ku vê erkê li ser milê xwe girtibûn hatin avakirin. Piştî salên 2000’an ev geşbûn hîn berfirehtir bû. Bi taybetî bi avabûna Enstîtuya Kurdî ya Stenbol û Amedê, Kurdî-Der û Tevgera Zimanê Kurdî, gelek sazî û dezgehên din jî hatin damezrandin. Lê mixabin di sala 2016’an de hemû sazî û dezgehên ku vê xebatê dimeşandin hatin girtin. Li wan cezayên cuda hatin birîn, arşîvên wan hatin talankirin, amûr û alavên ku bi wan kar dikirin hatin desteserkirin, di heman demê de kesên ku van xebatan dimeşandin hatin girtin û li dijî wan doz hatin vekirin. Bi vî awayî gelek astengiyên mezin derketin holê. Lê gelê Kurd gelekî berxwedêr e, ji nû ve sazî û dezgehên xwe ava kirin, bîr û arşîvên xwe kom kirin. Rast e ku arşîvên me gelek hatibûn talankirin, lê her tiştê ku peyda bû, xebat li ser wê ji nû ve hate destpêkirin. Niha jî mixabin li hemberî 75 hezar dibistanên Tirkiyê, 200 zanîngeh û gelek sazî û dezgehên fermî yên wek wezaretan, tenê nêzîkî 30 saziyên zimanî karê parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li ser milê xwe digirin. Lê ev tenê têrê nakê. Lewra yek ji armancên bingehîn ên vê konferansê jî ev bû ku parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî tenê ne karê saziyên zimanî ye, bi tenê 30 saziyan ev tişt ne pêkan e û ne jî gengaz e, ev kar karê hemû saziyên û dezgehên ku xwe wek saziyên civaka demokratîk pênase dikin e. Ev karkek neteweyî û hebûnî ye. Ji ber vê yekê lidarxistina vê konferansê ji me re erk û ferz bû. Niha piştî konferansê em hêvî dikin ku hemû sazî û dezgeh bibin hevkarên parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî. Divê xebat berdewam bike û belavbûna heyî hêdî hêdî ji holê rabe. Li ser vê bingehê konferans tenê bû derfeteke ku em berpirsyariyên xwe diyar bikin û rêyeke hevpar nîşan bidin. Ji vir û pê ve xebatên nû dest pê dikin, em dikarin kêmasiyên xwe bibînin, wan temam bikin û bi israr dewam bikin.”

‘Zimanê Kurdî pîvaneke welatparêziyê ye’

Mirad Bîlgîç axaftina xwe wiha qedand: “Gelek biryar û pêşniyar di konferansê de hatin girtin. Niha li ser encamnameyê tê xebitandin. Lê di nav biryarên ku berî derketina encamnameyê ji bo me girîng bûn de biryara ku dibêje zimanê Kurdî pîvaneke welatparêziyê ye, ev biryar ji bo me gelek girîng bû. Beşdar bi dilxwazî tevlî bûn û bi ciddiyet li ser van biryaran rawestiyan. Xebatên ku dê bêne kirin divê tenê wek xebatên dezgehên zimanî neyên dîtin, divê hemû dezgeh û saziyên civakî beşdarî van xebatan bibin. Biryarên din ên bi vî rengî jî hene.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.