Idrîs Henan
Tabloya ewlekariyê li Sûriyê, paralelî pêşketinên bilez li herêmê û blokên nû tên avakirin, nîşaneyên destguherînên siyasî û ewlehî yên pabendî hewldanên statukûparêz û pêşbirka pozisyona hegemoniya global in. Qada Rojhilata Navîn motora vê guhertinê û navenda ku asyoa hegemoniya nû destnîşan dike ye.
Di heyamekî wisa de mirov nikare buyer û pêşketinên li Sûriyê ji rêzê bibîne. Rojane teqîn, êriş û li cihên ku maka terorê bûn, al û sembolên DAIŞ pir eşker derdikevin û li ser dîwaran nivîsên gefxwarin û sloganên intîqamê tên dîtin. Vizyoneke wisa xeternak ê ewlekariyê diyar dike ku Sûriyê li beramberî qonaxek cudayî hemû salên derbasbûyî ye. Êdî mesele ne tenê jimara qurbaniyan û asta wêraniyê ye, lê belê nameya siyasî û ewlehî ya van bûyeran e.
Dema ku cihekî sivîlan li navenda paytextê were hedefgirtin û teqînên ewqas mezin lê rû bidin, dêmekî hîna jî tevayî axa Sûriyê rûbirûyî metirsiyên mezin e û derewa ku dibêje; li Sûriyê aramî û ewlehî di gerantiyê de ye deşîfre dibe û welat carek din bi cilên hikumraniyeke nû ku pala xwe daye bingeha hişmendî ya heman rejîma tê îdiakirin ku qaşo hilweşiya ye li xala sifrê vedigere.
Pêşbirka nava komên radîkal ên xwedî paşxaneya selefî ne, vê realîteya nû li Sûriyê piştrast dike. Êrişên tên kirin jî di cewherê xwe de xwedî nameya derûnî û medyayî ne ku armanc têkbirina baweriya civakê bi îmkan û şiyanên desthilata heyî ye. Ango; tu dikarî bibî desthilatdar û li rûpîvaneke mezin serwer bibî, lê tu nikarî ewlehiya civakê gerantî bikî!
Di heman wextê de; diyar dibe ku qonaxa nû ya piştî şerê navxweyî li Sûriyê, bi van rêbazên hikûmeta demkî ya rehîneyî hinek ecîndeyan e, nikare bibe nîşaneya bidawîbûna terorê li Sûriyê. Berovajî vê nerînê, xuya ye ku terorê li gorî qonaxê xwe ji nû ve rêxistin kiriye û rêbazên xwe li gorî pozisyona heyî nermtir û veşartî kirine. Bi gotinek din; insiyatîfa birêvebirina welat ji destê desthilata nû derketiye û heya roja îro nekariye hestên civakê bi aramî û ewlekariyê îqna bike. Ji ber vê jî, çendîn hewl bide xwe weke gerantorê aramiyê bide nîşandan ku ne ew be ewlehî li Sûriyê nîne, belavbûn û firehbûna cografîk ya terorê li Sûriyê nîşan dide ku tabloya heyî berovajî rastiya civakî û dewlemendiya çandî ye.
Ti şansê serkeftina projeyên biyanî li Sûriyê û herêmê nîne. Dema ku çareserî ji derve hatibe tivîkirin, wê çaxê ti wateya ewlehî û aramiyê jî nîne. Ji ber vê jî em dibînin ku êrişên pêk tên, him navend û xalên ewlekariyê û him jî navendên sivîl û saziyên dewletê hedef digirin. Yanê; êirşkar xwedî insiyatîf in û destê wan ê dirêj e. Ev jî rastiyek berovajî daxuyanî û hewldanên xwemaskekirinê ne. Bi gotinek din; di rewşek wisa kirîtîk ku herêm tê re derbas dibe de, destguhertinên li herêmê rû didin û hevpeymanên ji nû ve tên vesazkirin, liv û tevgera komên terorîst li herêmên di bin serweriya Hikûmeta Veguhêz de ne, diyar dikin ku; eger dosyayên siyasî, çandî, borî û ewlekarî li welat bi nêzîkatiyên cidî yên berjewendiya giştî dihewîne nava xwe neyên çareserkirin, wê çaxê yapiya aramiyê sist dibe, yekîtiya welat dikeve xeteriyê, dewlet lawaz dibe û kaxezên çareseriyê ji nû ve, li gorî berjewendiya hêzên destwerdanê tevlihev dibin.






