Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku niha di nav Kurdan de nakokiyên mezin tune ne, eger hebin jî pirsgirêkên biçûkin û bi rêya civînan tên çareserkirin, lê tiştê ku derdikeve pêş ku nîvê şandeya Kurdî ne bi îradeya xwe tevdigere û got, “Yekîtiya netewî pêdiviyeke stratîjîk û çarenûsî ye.”
Derbarê civîna dawî ya partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, xeteriyên li ser Kurdan û rêyên çareseriyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Di nava guhertin û veguhertinên heyî û bazarên navneteweyî de çi xeterî li ser Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê taybet li ser Rojava heye?

Li gorî rewşa ku niha li Rojhilata Navîn heye, aloziyek pir mezin derdikeve holê. Ev alozî tenê bi Rojhilata Navîn ve sînordar nîne, di asta cîhanê de ye. Lê navenda vî şer û aloziyê Rojhilata Navîn e. Dewletên hegemonîk dixwazin li gorî projeyên xwe Rojhilata Navîn birêxistin bikin. Ji bo vê armancê hemû rê û rêbazên şîdetê bikar tînin. Di aliyekî de dixwazin ser îradeya dewletan hikum bikin, di aliyê din de jî dest deyînin ser îradeya gelan. Di siyaseta dewletên hegemonîk û di projeyên wan ên li ser herêmê de, ev nakokî pirsgirêkek mezin derdixe pêş. Sedsala nû sedsala diyalog, aştî, demokrasî û qebûlkirina gelan e. Dema gelên Rojhilata Navîn dest bi Bihara Gelan kirin, ev bû peyamek mezin ji bo desthilatdarî û dewletên hegemonîk û ji bo di qonaxên nû de veguhêzbûn çêbibe. Weke civak dema ku dest bi vê Bihara Gelan kir, ji bo guhertinê amade bû. Lê zihniyeta desthilatdarî ne amade bû. Ji ber vê yekê alozî her ku diçe kûrtir dibe. Em vê rastiyê li gelek deverên Rojhilata Navîn dibînin, wekî li Sûriyê, Lubnanê, Îsraîlê, Filestînê, Iraqê û Îranê. Ji bo vê yekê pêdivî ye ku gel di nav xwe de lihevhatinên mezin ava bikin. Divê lihevhatina gelan û hevduqebûlkirin pêş bikeve. Ji wê zêdetir li hember şîdetê, siyaseta têkbirinê û înkarkirinê, em serî natewînin û tecrûbeyên vê jî heye, tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev tecrûbe zemînek ava kir, lê mixabin dewletên hegemonîk nahêlin ku zîhniyetek demokratîk û fikrek li ser bingehê çand were gel hevdu, dîrok were naskirin û ji nû ve were avakirin. Vê yekê qebûl nakin û li dijî wê êriş dikin. Di şexsê êrişa dewletan de, êrişî gelan jî dikin. Siyaseta ku niha tê meşandin wisa ye ku dosyaya çend dewletan di destê kesekî de ye. Mînak, Tom Barrack berpirsyarê dosyaya Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê ye, dibe ku di demên pêş de bibe berpirsyarê dosyaya Îranê jî. Lê em divê ji bîr nekin ku di van çar dewletan de jî Kurd dijîn. Erdnîgarî û miletek heye, erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd heye. Ev milet bi sedan salan zilm dîtiye. Qanûnek ku Kurdan biparêze tune ye. Her tim qanûnên ku derketine, qanûnên înkar, neqebûlkirin, têkbirina îradeya Kurd, darvekirin, komkujiyê û tesfiyekirinê bûne. Kurd her tim bi van qanûnan re rûbirû mane. Ev êrişên ku niha têne kirin jî li ser axa welatê me têne kirin. Di vê de dixwazin çi bikin? Gelê Kurd xweparast û li hember van hemûyan gotiye: “Ez heme, ez Kurdim, hebûnek min heye. Ez ne teror im, ez mafdar im.” Kurdan bi fikrek nû pêşengî kiriye, îro ev pêşengiya wan li Rojhilata Navîn û li cîhanê diyar e.
Dîrokeke nû li Rojhilata Navîn tê avakirin. Li hember vê plan hene, planên ku bi siyasetên cuda di nav van çar dewletan de têne meşandin. Ji wan jî zêdetir, dewletên hegemonîk ên ku dixwazin li ser Rojhilata Navîn bandorê çêkin û bi van dewletan re têkildar in, bi taybetî Tirkiyê, Iraq, Sûriyê ger rêjîmên Baas dibe yan jî hikumeta demkî dibe û Îran, li dijî gelê Kurd ketine nav hewldan û tevgerek pir mezin. Ew naxwazin xwe ava bikin, lê dixwazin Kurdan têk bibin. Bi dewletên hegemonîk re dikevin nav hewldanên mezin da ku Kurdan bê çek, bê fikir, bê rêxistin û bê îrade bikin. Ji ber vê yekê rewşek aloz çêdibe û ji bo Kurdan gelek tengasî derdikeve holê. Kurdan tengav dikin, nahêlin ku bibin yek û werin cem hev. Kurdan bi teror û derxistina nakokiyan tewambar dikin. Herwiha Kurdan bi êrişên kom û giropên cihcuda ku hin ji wan bi ser Tirkiyê, hin bi dewletên Ereban û hin jî bi Îranê ve têne girêdan, tehdîd dikin. Ji ber vê yekê rewşa Kurdan dikeve nav tehlûke û xetereyekê de.
Kurd divê vê baş bixwînin. Di vê serdema nû de, ji bilî guhertinên ku di nav gelan de tên jiyîn, pêvajoyekî nû ya Rêber Apo dest pê kiriye. Ev pêvajo weke xetekê çareserî, diyalog û karê hevpar di Rojhilata Navîn de derdikeve pêş. Çi ji aliyê Kurdan ve be, çi ji aliyê pêkhateyên ku bi wan re dijîn, ev xeta demokrasiyê pir girîng e. Di vê xetê de şer û alozî tune ne, lê çareserî, biratî, maf û destûrên demokratîk hene. Rojhilata Navîn jî hewcedarê aştiyê, diyalogê û çareseriyên guncav e ku bi rê û rêbazên danûstandinê bêne bidestxistin. Lê mixabin siyasetên ku niha tên meşandin rê li pêşiya van hewcedariyan digirin. Di serî de gelê Kurd tê tehdîdkirin ku dijimin dibêje; Yan tê sîxortiyê ji min re bikî û li gorî ez dixwazim têv bigere, yan jî jiyan ji te re tune. Ev siyaseteke pir xeternak e. Em qebûl nakin ku tiştekî wisa li hember îradeya me bê kirin. Em tu carî îradeya xwe teslîmî van siyasetan nakin. Me gelek berxwedan kiriye, berdelên giran dayine û mafê me heye ku bi azadî bijîn. Mafê me divê were qebûlkirin û were naskirin. Xeteriyên pir mezin hene û hin hêzan naxwazin ku em vê sedsala nû bi azadî bijîn. Ji ber vê yekê divê helwesteke xurt hebe. Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê vê rastiyê hîs kirine ku siyaseteke taybet li hember wan heye. Ji ber vê yekê, wekî ku planên wan hene, divê planên me jî hebin.
Girîngiya Yekîtiya Kurdî ji bo mafê Kurdan di destûra nû de were parastin çi ye?
Niha em Kurd tim li ser destûrê meraq dikin, ji ber ku her welatek destûra xwe heye û em jî di van welatan de dijîn. Lê em di destûrên van welatan de tune ne. Heta ku em di destûrê de neyên naskirin, tu qanûn jî ji bo mafên me dernakeve, ne qanûna parastinê, ne qanûna hebûnê û ne jî qanûnek ku rê bide me ku em wek Kurd têkoşîna xwe ya demokratîk bikin. Ji ber vê yekê xebata me ya ji bo destûrê gelek girîng e û em di vê warî de hewldanek mezin dikin. Lê mixabin em di nav xwe de ne yekin. Siyaseta parçekirin û istîxlakê hîn jî li ser me tê bikaranîn. Ji ber vê yekê destûr bê yekîtiyê wateyeke mezin nade me. Ger em dixwazin di destûrê de bi mafên xwe re bên qebûlkirin, pêdivî ye ku em yekrêz û yekgirtî bin. Ev e sedema ku em li ser yekîtiyê gelek israr dikin. Yekîtiya me pir girîng e. Dema ku em yek bin û helwesta me yek be, eniya me ya hundir bihêz dibe, rêxistin çêdibe û aramî di nav Kurdan û herêmê de belav dibe, bawerî pêş dikeve û hêvî zêde dibe. Armanca yekîtiyê jî ev e.
Piştî zêdetirî salekê ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, şandeya hevbeş a Kurdî civîna xwe lidar xist, civîna çawa hate birêvebirin? Herwiha heya niha hikumeta demkî ji bo hevdîtinên bi şandeyê re çi bersivandiye û hewldan ji bo vê hevdîtinên çi ne?
Civîn li ser daxwaz şandeya Kurdî beşê Partiyên Yekîtiya Netewî hat çêkirin. Civîn hevbeş bû û encamên wê baş bûn. Herwiha piştî konferansa 26’ê Nîsana 2025’an û avakirina şandeya hevbeş, ev civîna yekem bû. Di civînê de karê salekê hate nirxandin û nêrînên partiyan hatin guhdarkirin, hate diyarkirin jî ku di vê demê de di nav Kurdan de nakokiyên mezin tune ne, heke hene jî pirsgirêkên biçûkin û bi rêya civînan tên çareserkirin. Partiyên PYNK’ê xwestin ku ev civîn pêk were ku rewşa şandeyê gihiştiye ku de rê, ji ber wan fam kirin ku şande hîna li hev kom nabe pirsgirêk hene. Di warê medyayê de jî civîn hate ragihandin û nêrînên cuda hatin diyarkirin. Lê ji rexneyan zêdetir pêdivî bi çareseriyan heye, ji nakokiyan zêdetir jî, hatina cem hev û xebata hevbeş pêdivî ye. Herwiha di civînê de hate diyarkirin ku em konferansa 26’ê Nîsana borî diparêzin, ji ber ku bûyerek dîrokî bû û belgeyek dîrokî derxist holê. Lê tenê gotina ku ev şande neçûye Şamê têr nake. Ji ber ev şande ne tenê ji bo Şamê hatiye avakirin. Ji bo hemû Sûriyê, ev şande dikare bibe hêzeke girîng ji bo siberoja wê. Yekîtiya Kurdan dikare zemînek baş ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêk bîne.
Mixabin şande xwe tenê li benda Şamê hişt û ji aliyê Şamê ve tu bersiv nehat. Bersiva ku hat jî tenê ji bo beşekî şandeyê hat şandin. Dema ku bersiv tenê ji bo beşekî şandeyê tê şandin, ev seqetandina şandeyê û yekîtiya Kurdî ye. Em bi îradeya gelê xwe û bi îradeya Kurdistanî yek bûne û hatine cem hev. Bi vê îradeyê jî em temsîlkarên doza Kurd li Rojava û Sûriyê ne. Lê dema ku hikumet an jî serokkomar tenê aliyekî şandeyê qebûl dike, ev çi wateyekê dide? Ev nîşana lîstikeke siyasî ye ku ew li hemberî Kurdan siyaset dikin û dixwazin şandeyê seqet bikin. Ji ber vê yekê diviyabû hevalên me yên di şandeyê de gotibana em bi tenê naçin, divê em bi hev re herin. Ev ne tenê di civînan de, lê di nav kolanên Kurdî de jî bûye mijara gotûbêjê. Lê tiştê ku derdikeve pêş ev e ku nîvê şandeyê ne bi îradeya xwe tevdigere. Biraderên ENKS’ê ne bi wê îradeyê ne ku bi şandeyê re hevdu temam bikin. Lewma em hêvî dikin em vê şandê bikin xwedî îrade. ENKS’ê nehate civînê, xwezî bihatana civînê da ku em bi hev re civîneke din lidar bixistin. Lê wan got ku ne amade û li Başûr in. Dîsa jî heger vegerin, derfet heye ku em bi hev re danûstandinan bidomînin.
Gotina dawî
Em weke PYD’ê û hemû partiyên siyasî yên ku em bi hev re têkildarin, derbarê rewşa yekîtiya netewî de em di axaftinê xwe de cedî ne û yekîtiya netewî tiştekî stratîjîk û çarenûsî dibînin. Lê mixabin biradarên ENKS’ê bi daxuyaniyaniyeke îsbat kir ku dîsa ji bo yekîtiyê ne amade ye û ji rastiya ku em Kurd tê re derbas dibin, xwe berpirsyar nabîne. Daxuyaniyeke wisa jî ne cihê çareserî ye, lê ew xetmandina kar û barên ku şandeya Kurdî bike ye, ev jî siyaseteke ne li gorî berjewendiya gelê Kurd e.






