İsyan Karadeniz
Nivîsandina dîrokê di destê mîrateya klasîk ya jinan biçûk dibîne de şêwe girtiye. Di ew mîrateya ku li ser îdealan şêwe girtiye de, azmûnên jinan biçûk hatine girtin, nehatine qeyd kirin û tomarkirin, tenê qada giştî û kirdeyên vî qadê azmûnên mêran hatiye hilbijartin.
Rûyê dîroka jinan ya nayê zanîn, nehatiye nivîsandin û weke ya din hatiye dîtin, bandorî li ser pêvajoyên avabûna nasnameya azadiya jinan jî kiriye. Bi perspektîfa Rêber Apo; ger dîrok di yekbûn û hevgirtina doh, îro û pêşerojê de dibe heqîqet, dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin û zanebûna vê dûr hatiye ketin, mesafe datîne navbera jin û nasnameya azadiyê. Tekoşîna hebûnê nivî de dihêle. Yên ku hişmendiya dîrokê nikaribin bizîvirînin şîroveyên jiyanî, roja me jî nikarin bi wate şîrove bikin. Civakekî bê dîrok, astekî baş de fêmkirin û jiyankirin ne gengaze. Ew rewş ji bo jinan dijwartire, ji ber ku jin fêm nekirin, ji hebûna jin re mane nedayîn, tê wateya civakê û jiyanê fêm nekirinê.
Dîroka jinan ya nehatiye nivîsandin, di dîroka nivîskî û zanista dîrokê de her çiqasî tine hatibe hesibandin jî, kevneşopiya dîroka devkî ya jinan, bûye rêbaza vegûhestina kolektîf ya hafizayê ya ji rabirdû heta pêşerojê. Dîroka devkî ya jinan salên dirêj weke rêbazekî zanistî nehate dîtin. Lê salên dawî de, bi tekoşîna jinan di nava cîhana akademîk de hin lêgerîn pêşketine. Zargotina jinan rêbazekê ji bo azmûnên jinan ya jiyanê û helwest û seknên wan ya dîrokî were qeyd kirine.
Zargotina jinan armanc dike ku agahî û zanebûnên dîrokî ya giredayî jiyana rojane ya jinan, têkiliyên malbatî û civakî, tevlîbûnên wan yê tevgerên civakî û tekoşîn û şeran û hwd. berhev bike. Zargotin, bîra kesan û civakan xûrt dike. Yên ku dîroka xwe baş nizanin, nikarin îroya xwe û pêşeroja xwe jî bi tendirûst ava bikin. Ew ji bo jinan qat be qat derbasdartire.
Di roja me de girîngî dayîna zargotinê û hêza zanebûnê her ku diçe kêm dibe. Hafizaya devkî ya civakan bi bandora modernîzmê weke xurafe tê dîtin, yekbûna cehwerî, hêza wateyê, rêgezên jiyanê ya ehlaqî û polîtîk ya her çîrokekî de weke tiştên nerast tê dîtin û ji hêla zanista fermî ve nederbasdar tê pejirandin. Ji ber vê yekê xwe gihandina hêza wateyê ya dîroka devkî û bi vê hêzê li beramberî serweriya zilaman ya di nava dîroka devkî de berxwedayîn, ji bo tekoşîna azadiya jinan pir girînge. Heman tişt ji bo gelên ku bê dewlet dijîn û hatine tinekirin jî wisaye. Dîrokekî nivîskî ya Elewiyan, Yaresanan, Ezîdiyan nîne. Di wan gelan de hafizeya devkî bi reya qewlan, beytan, lawjeyan digihîje heta roja me yê îro. Lê rewşa ku di heqîqeta jinan de tê jiyîn, ji bo gelên ku hatine pelçîqandin jî derbasdare.
Têgihiştina peywendiya di navbera xwe pênasekirin û zanebûna dîroka xwe girînge. Rêber Apo dibêje; ‘’taybetmendiya bingehîn xwezaya mirovên azad ewe ku dikare dîroka xwe hilbijêre û bikaribe bi vê dîrokê re jiyan bike. Dîrok şîrovekirina hebûn û pêvajoyên ku pêk têne ye. Çiqasî hebûnên cûda hebin, ewqasî dîrok jî hene. Lê cûdabûna dîrokê naye ew wateyê ku yekbûn û hevgirtina dîrokê nebe.’’ Bi wan gotinan Rêber Apo balê dikşîne ser peywendiya dîroka jinê û dîroka giştî. Ne tenê ji aliyê dîroka jinan ve, ji bo dîroka Kurdan, dîroka Ezîdiyan an jî ji bo dîroka civakekê din jî heman tişt derbasdare. Bi tena sere xwe dîroka Kurdan, Tirkan an jî Ereban nîne, nexwe dîroka jinan jî pêwiste bi peywendiya dîroka civaka dîrokî ve were bidest girtin.
Di axên ku şoreşa jinê ya yekemîn hatiye jiyan kirin de, di Jineolojiyê ku bi îdîaya dê bibe zanista palpişt ku şoreşa dûyemîn ya jinan xwe bispêre de, bi epîstemolojî û metodolojiya nîvenda vê de jin heye dîrokê bidest girtin û hêza maneyê ji nû ve avakirin girînge.






