Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rohat Xelîl; Ji bo xurtkirina têkiliyê jinan me serdana Başûrê Kurdistanê kir

05/07/2026
in JIN
A A
Rohat Xelîl; Ji bo xurtkirina têkiliyê jinan me serdana Başûrê Kurdistanê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Seroka Desteya Jin a Cizîrê Rohat Xelîl da zanîn ku bi armanca xurtkirina têkiliyan di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şandeyeke jin, ji  Rojavayê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Me di hevdîtin û serdanên xwe de gelek mijarên têkildarî jinan li Rojava û Başûrê Kurdistanê nîqaş kir.”

Di 28’ê Hizêranê de şandeyeke jinan ji Rojavayê Kurdistanê bi armanca xortkirina têkiliyan di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Di şandeya de Seroka Desteya Jin a Cizîrê Rohat Xelîl û Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Mihemed Ebdulah amade bûn. Herwiha piştî gelek serdan û hevdîtinan di 2’ê Tîrmehê de gera şandeyê li Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.

Di derbarê sardana şandeya jinan yên Rojavayê Kurdistanê ji Başûrê Kurdustanê re Seroka Desteya Jin a Cizîrê Rohat Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Bi armanca xurtkirina têkiliyan me serdanî Başûrê Kurdistana kir’

Rohat Xelîl diyar kir ku di 28’ê Hizêranê de Şandeyeke jinan ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û wiha got: “Bi armanca xurtkirina têkiliyan di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de me serdanî Başûrê Kurdistanê kir. Berî niha jî di plane me de hebû ku em weke şandeyeke jin ji Rojavayê Kurdistanê serdanî Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji ber geşadanên dawî yên ku li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine jiyan kirin hate taloqekirin. Lê piştî wê careke din derfet  çêbû  ku em di 28’ê Hizêranê de derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Di çûyîna xwe de me sardana gelek cihan kir, me serdana Wezareta Kar û barên civakî kir, dihaman demê de em bi serok û cîgerê wê re rûniştin û nîqaşeke berfireh di navbera me de çêbû. Di berdewamiyê serdanê de, me serdanî Meclîsa bilind a jinê kir, ji ber ku kar û xebatê wan nêzî karê desteya jin li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev hevdîtin bi armanca sûdwergirtina ji tecrûbeya herdu aliyan herwiha xortkirina têkiliyê di navber jinan de bû. Di nîqaşên me de hate diyar kirin ku Şoreşa Rojava Şoreşeke bi navûdenge herwiha ew bi vê yekê serbilindin û hate gotin ku divê destkeftiyên jinan li Rojava were parastin.”

‘Me sîstem û tecrûbeya Rêveberiya Xweser di hevdîtinên xwe anîn ziman’

Rohat Xelîl destnîşan kir ku wan li Başûrê Kurdistanê gelek serdan kirin û wiha pê de çû: “Me sîstem û tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû hevdîtin û serdanên xwe anîn zima, ew gelek pê bandor bûn û diyar kirin ku ew destkeftiyên gelek mezinin. Di haman çarçoveyê de me hevdîtin bi gerînendetiya giştî ya Gerînendetiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Malbatê Fînîk Şefîq Mihemed Emîn û Mîrala Sêvîn Tahir re kir. Di navbera me de gelek nîqaş li ser tundî li dijî jinê, rêyên xwe parastinê, piştgirya wan jinan û çiqas navendê wan hene hate kirin.

Di heman demê de me serdanî mala zarokan kir û serdana hin jinên ku tundî li ser wan hatiye kirin kir. Herwiha komxebatek hate lidarxistin di nav de rewşa jiyanî ya li Rojavayê Kurdistanê hate vegotin û ji bo xurtkirina têkiliyan nîqaş çêbûn. Di komxebatê de hejmareke rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskar amade bûn, herwiha endamên dezgehên girêdayî hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê de di komxebatê de cih girtibûn.”

‘zagonên jin li Sûriyê û Îraqê nayên qebûlkirin’

Rohat Xelîl daxuyakirin ku hin zagonên jin li Sûriyê û Îraqê nayên qabûlkirin û wiha domand: “Li Rojavayê Kurdistanê û diheman demê de li Başûrê Kurdisatanê zehmetî di milê zagonên jinan de heye. Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê hin zagon di derbarê jinê li herêmên me tên dîtin û di nava hikumeta Sûriyê nayên qebûlkirin heman tişt li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê hikumeta Îraqê ve nayên qebûlkirin lê li herêmên Başûrê Kurdistanê tê dîtin. Ji bo vê jî em weke jin hewaldidin ku xortbûnekê di navbera herdu cihan de çêbikin, ji ber ku mijarê jin sînoran derbas dikin. Tecrûbe û berdêlên ku jinan daye gelek mezin û giranin ji bo vê jî pêwîste em wan biparêzin.”

‘Ji bo parastin mafê jinê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye’

Seroka Desteya Jin a Cizîrê Rohat Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hefteya pêşiya me de em weke desteya jin derbasî paytexta Sûriyê Şamê dibin, da ku entegrasyon di navbera desteya jin û desteya mal û şênî re were çêkirin. Di destpêkê de em ê fermiyeta saziyê xwe çêbikin piştre em ê van gavan bavêjin. Ji xwe desteya jinê weke xwe dimîne, lê hin navendên girêdayî wê bi hin cihên din ve tê girêdan. Ji bo vê jî û ji bo misogerkirina mafê jinê di destûra Sûriyê û Îraqê de pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.