Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em êrişên li ser jinên Kurd şermezar dikin’

05/07/2026
in JIN
A A
‘Em êrişên li ser jinên Kurd şermezar dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Jinên Qamişlo diyar kirin ku salên dirêj in jina Kurd li hember zihniyata zayendperest ku îradeya jin qebûl nake tekoşîn dikin û heya roja îro ew têkoşîn berdewam e û wiha gotin: “Em êrişa li ser jinên Kurd li Til Eran û Til Hasilê şermezar dikin.”

Li gundê Til Eran û Til Hasilê yên girêdayî Helebê, hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişeke pêk hat, ev êriş di bin navê operasyona leşkerî û serdegirtina berfireh bû, lê bû sedema binpêkirinên giran, êşkencekirina jinan û girtina ciwanên Kurd. Hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê, bi zêdetirî 200 wesayîtan û motorsîkletên bi çekên navîn ketin wan gundan û ciwanên Kurd girtin. Heman demê de bi awayekî hovane li jin û dayîkên Kurd dan û êrişî wan kirin.  Ev êrişa li ser jinan kurd di raya giştî de bû cihê bertek û nerazîbûnan.

Di derbarê şermezarkirina êrişên li ser jinên Kurd li Til Eran û Til Hasilê Jinên Qamişlo ên bi navê Nehle Tîlo û Wedfa Îbrahîm ji Rojnameya me re axivîn.

‘Hişmendiya hikumeta demkî a Sûriyê li beramberî jina nehatiye guhertin’

Nehle Tîlo diyar kir ku ew êrişên li ser Til Eran û Til Hasilê şermezar dikin û wiha got: “Himkumeta demkî a Sûriyê bi hişmendiyeke tundrew û hovane nêzî jinê dibe, her çiqas diyar dike ku hişmendiya wan li beramberî jinê hatiye guhertin, lê di vê bûyera û êrişa li Til Eran û Til Hasilê li ser Jina Kurd hatiye kirin nîşanda ku hişmendî û zihniyeta wan li hember jinê hîn nehatiye guhertin. Ev dixwazin vîn û îradeya jina Kurd bişkînin, lê tu carî nikarin ji ber ku jina Kurd bi berxwedanî, têkoşîn û sekna xwe ya Xort tê naskirin.

Em wê êrişa ku li Til Eran û Til Hasilê li ser Jina Kurd pêkhatî qebûlnakin û em şermezar dikin. Hêzên Ewlekariyê yên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyê bi awayekî hovene êrişî gundê Til Eran û Til Hasilê yê girêdayî Helebê kirin û hin ciwanên Kurd girtin di heman demê de êrişî dayîk û jinan kirin. Nêzîkatiya wan li hember gelê Kurd û bi taybet li bermaberî jina Kurd nayê qabûlkirin, pêwîste ew kesên ku êrişî jina Kurd kirine werin cezakirin û xortên Kurd yên ku hatine girtin werin berdan. Herwiha ji bo bûyerên bi vî rengî li beramberî jinê careke din rûnedin, sûcdar were cazakirin û mafê jinê were dayîn pêwîste mafê jinê di destûra Sûriyê de were bicihanîn.”

‘Salên dirêje jina Kurd li hember zihniyata tundî û hovîtiyê têkoşîn dike’

Wedfa Îbrahîm destnîşan kir ku êrişa li ser jina Kurd êrişa li hember hemû jina ye û wiha pê de çû: “Salên dirêje jina Kurd li hember tundiya li ser jinê, neqebûlkirina îradeya jin û şermezarkirina hovîtiya li hember jinê li seranserî cîhanê tekoşîn dikin. Heya roja me ya îro têkoşîna me li hember vê zihniyetê didome û em ê têkoşîna xwe hîn berdewam bikin heya ku hemû jin dighêjin mafê xwe. Bûyera ku li Til Eran û Til Hasilê li hember jinên Kurd rûdeya ne di şexwê wê jinê tene de ye, lê belê di nava xwe de hemû jinan digire.

Jineke bi temen mezin ji ber ku parastin mal, zarok û birayê xwe dike rastî lêdanê tê, ev tevgera leşkerên hikumeta demkê li hember jinan divê di ber çavan re were derbaskirin û ew kesên ku destê xwe li ser jinên Kurd hildane pêwîste li pêşiya raya gîştî were cezakirin, ji ber ku eger neyê cezakirin wê êrişa li ser jinê ji xwe rawa bimîni.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.