Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Gel a Sûriyê: Parlamentoyeke bêdengder û krîza rewatiya bipaşxistî ye

04/07/2026
in NÛÇE
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

​Cemïl Xoce

Gava desthilata Şamê radigihîne ku avahiya “Meclisa Gel” temam bûye, ew behsa destkeftiyeke îdarî û teknîkî dike ku valahiya destûrî bi dawî dike. Lê di siyasetê de, ne hejmar û ne jî temambûna kursiyan, ew ê ku hêzê dide saziyan, lê “rewatiya gel” saziyan bi hêz dike. Sûriyeyî îro li ber parlamentoyekê ne ku bi awayekî şeklî temam bûye, lê valahiyeke kûr a temsîlî ku bi biryarên tayînkirinê yan bi hevsengiyên hejmarî yên ku desthilat ferz dike, nayê dagirtin.

Tiştê herî xeternak di pêkhateya vê meclisê de, mekanîzmaya gihîştina wê ye. Gava 140 endam bi rêya desteyên nerasterast tên hilbijartin û 70 endamên din bi biryareke rasterast a serokomariyê tên tayînkirin, em ne li hemberî desthilateke qanûnsaz a ku ji sindoqan hatiye avakirin, lê li hemberî saziyeke ku bi biryareke “ji jor ve” hatiye avakirin in. Ev rê, prensîba “temsîlkirinê” ji naveroka xwe vala dike. Parlamento di bingehê xwe de, wekaletek e ku gel dide nûnerên xwe ye; wê hingê çawa dikare behsa wekaleta gel bê kirin, dema ku miwekîlê resen ji pêvajoya hilbijartinê dûr be û îradeya wî ji bo lîsteyên ku ji pêş ve hatine amadekirin, hatibe desteserkirin û tu mafê wan ji aliyê raspandinê (tefwîdkirin) ve nîn be?

Ev tayînkirin wekî “berfirehkirina jêhatîbûnan û hewandina pêkhateyan propaganda jê re tê kirin. Lê dema ku em kûr li vê gavê binêrin, eşkere dibe ku ev ne hevkariyeke neteweyî ya rastîn e, lê bêtir proseyeke hewandina siyasî ye. Dema kursî wekî pareyên ji bo rûspî, akademîsyen û kesayetên opozisyonê yên berê tên belavkirin, parlemento ji meydana pêşbirkên siyasî yên azad vediguhere platformeke ji bo rêvebirina alîgiran û berfirehkirina bingehê piştgiriyê ya desthilata cîbicîkar. Pirsgirêka li vir, ne nasnameya kesên hatine hilbijartin e, lê xwezaya wî erkî ye ku ji wan re hatiye dayîn. Endamê ku bi biryara tayînkirinê yan bi rêya kanalên hilbijartinê yên sînordar hatiye, dê di rewşa xwezayî de deyndarê wî kesê ku ew hilbijartiye bimîne û dê ew nûneriya kolanê ku divê bike, neke.

Heta ew sembolên ku desthilatê ji bo xemilandina peyzajê bi kar anîne, mîna hebûna girtiyên berê yan zêdebûneke kêm di para jinan de, wekî hewldaneke eşkere ya ji bo nixumandina kêmasiya bingehîn a di rewatiya meclisê de xuya dikin. Nûneriya mexdûran bi danîna wan li ser kursiyên parlementoyê pêk nayê, lê bi dayîna desthilateke rastîn ji wan û yên mîna wan re pêk tê ku bikaribin hesabê rayedaran bixwazin û qanûnên dadmendiya veguhêz derxînin. Sembolîzma li vir, heta ku ev endam xwedî desthilateke rastîn nebin ji bo şikandina serdestiya cîbicîkar, dê di binê qubeyê de girtî bimîne. Em li hemberî dîmenekî ne ku tê de destûr tenê wekî perdeyekê ji bo derbaskirina siyasetên rewşa heyî xuya dike; desthilata ku sêyeka parlementoyê tayîn dike, ne li pey afirandina desthilateke qanìûnsaz a çavdêr e, lê li pey afirandina piştevaniyeke qanûnî ya mayînde ye ji bo biryarên xwe.

Encamên vê nebûna rewatiyê ji bo pêşeroja biryarên siyasî yên mezin wekî karesat xuya dikin. Meclîsa ku dê di 6’ê Tîrmehê de rûniştina xwe ya yekem veke, rûbirûyê kêşeyên giran dimîne; ji dosyayên dadmendiya veguhêz ên ku bi milyonan Sûriyeyî eleqedar dikin, heta gihandina çaksaziya destûrî ya berfireh. Lê belê, saziyeke ku bingehê gel jê re tunebe, çawa dikare li ser çarenûsa welat biryarê bide? Nebûna nûnertiya rastîn, bi taybetî li parêzgeha mîna Swêdayê û nîqaşên berfireh ên li ser nûnertiya hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tekez dikin ku ev meclîs ne piralîbûna rastîn a Sûriyeyê nîşan dide, lê nêrîna desthilata yekalî ya ji bo çareseriya siyasî radixe ber çavan.

Sûriyeyiyên îro, yên ku di salên şer de bacên giran dan, ferqa di navbera “saziyê” û “nûnertiyê” de baş dizanin. Tiştê ku em îro dibînin, avakirina saziyekê ye, lê ev avahiyeke wisa ye ku bingehê wê ya saxlem kêm e; ew bingehê ku her desthilateke qanûnsaz mafdar dike ku çavdêriyê bike û bibe dengê wan kesên ku tu dengê wan nîne. Ew “rewatiya destkeftiyê” ya ku desthilat hewl dide wê bifiroşe, têrê nake; dewlet bi tijekirina kursiyên vala nayê avakirin, lê bi rûniştandina pêvajoyeke siyasî ya ku li ser bingehê pêşbirkên azad, hilbijartinên rasterast û naskirina piralîbûna Sûriyeyiyan û daxwazên wan ên rastîn ên ji bo guhertinê hatiye damezrandin, tê avakirin.

Mirov dikare bibêje ku ev meclis li hemberî ezmûneke zehmet û çarenûssaz dimîne; yan divê ji astengên tayînkirinê rizgar bibe û bibe dengekî rastîn ê gel, yan jî dê wekî “çerçoveyeke destûrî” bimîne ku bêyî tu îtîraz, rewatiyê dide biryarên desthilata cîbicîkar. Nebûna hilbijartinên azad ên rasterast û pêşbirkên siyasî, vê parlementoyê dike rûyekî şikestî ku nikaribe rûbirûyê erkê qonaxa veguhêz bibe; ev yek jî derî ji gumanên gel li ser kêrhatina van rêyên siyasî yên ku bi temamî ji rastiyê û ji daxwazên Sûriyeyiyan ên ji bo avakirina dewleta maf û qanûnê ya ku ew xewna wê dibînin dûr in, vekirî dihêle. Rêya ber bi aramiyê ve, ne bi riya biryarnameyên tayînkirinê, lê di riya sindoqên dengdanê re derbas dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.