Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê îro berî sibe hişyar bibe’

04/07/2026
in NÛÇE
A A
‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê îro berî sibe hişyar bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Kamîran Berwarî da zanîn ku veguherînên Rojhilata Navîn ên nûjen berî her tiştî metirsiyê li ser Kurdistanê çêdike û got, “Rewşa Başûrê Kurdistanê metirsîdar e, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji vê rêveberiya heyî ne razî ye û divê gel îro berî sibe şiyar bibe û rabe ser piyan.”

Di serdema heyî de guherîn û projeyên nû yên siyasî li Rojhilata Navîn tên çêkirin, Kurdistan dikeve bin bandora van geşedanan, niha ev yek bi awayekî yekser bandorê li Başrûrê Kurdistanê dike, yekrêziya Kurdî li Başûr li hemberî polîtîka û planan jî mijara nîqaşa tevahiya gelê Kurd e. Derbarê van mijarên derbasbûyî siyasetmedar Kamîran Berwarî bersva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Wekî tê zanîn Rojhilata Navîn di nava şer û guhetinê de ye, ev yek xeteriyeke çawa li ser Başûrê Kurdistanê diafirîne?

Em dizanin ku Rojhilata Navîn di qonaxeke veguherînê re derbas dibe, ev veguherîn ne tenê bi Rojhilata Navîn re peywendîdar e, ji ber ku pirsgirêk û projeyeke cîhanî ye. Di nava vê nexşerêya nûjen de hêzên cîhanî yên mezin cihê xwe digirin. Herwiha karîgerî li ser siyaset û aboriya cîhanî heye. Ev veguherîn berî her tiştî metirsiyê li ser Kurdistana mezin çêdike, ji ber ku ev pêngavên tên kirin, armanceke sereke jê ew e ku destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tesfiye bikin. Herwiha berî çend rojan welatên Ereban li Behrên civînek li dar xistin, armanc ji bo ku ew bi melyarên dolaran palpiştiya dewleta Tirk bikin da ku Şotreşa Rojava tesfiye bikin. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî plan têne kirin, projeyeke mezin û dagirtî heye, Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyê herwiha hin hêzên cîhanî cihê xwe di vê projeyê de digirin. Hewldanên wan hene ku di dema pêş de destûra Îraqê biguherînin, Îraqeke nû ava bikin, navê Îraqa fedral nemîne, hikumeteke Başûr nemîne û bibe sê parêzgehên Îraqê. Ev yek gav bi gav tê pêkanîn, em dibînin ku roj bi roj karîgeriyeke mezin li ser rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê tê kirin. Niha jî Îraq destê xwe datîne ser sînoran, ser gumrikan, balafirgehan, saziyên civakî, dahatên navxweyî û mûçeyên karmendên Başûr, ew her û her pê de diçe û dixwaze imtiyazatan di destê herêmê de nehêle. Weke tê dîtin ku hikumeta Başrûrê Kurdistanê ne xwedî şiyan û fermiyeteke, ew hikumeteke karbirêker e, ev sal û nîveke ku hilbijartin çêbûne û hîna hikueteke nû nehatiye avakirin. Ji aliyê din ve gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji vê rêveberiya heyî ne razî ye û hez dike ev rêveberî bi her awayî were guhertin, eger were guhertin û hikumeteke din bi heman hişmendiya desthilatdariya Başûr were ew ê Başûrê Kurdisatnê li ser nexşeyê nemîne.

-Çi dibe asteng li pêşiya yekrêziya partiyên Başûrê Kurdistanê û gelo heya çi astê hewldanên Kurdistanî ji bo nêzîkatiya partiyê Başûr têne kirin?

Di serdema heyî plan û karîgerî li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê heye, ev destkeftiyên neteweyî ku berhemên xwîna şehîdên sed salan in di xeteriyê de ne, plan heye ku ev destkeftî ji holê bên rakirin. Mijara yekrêziya partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê û mercên ku niha tê de dijîn û ew ê çi were kirin di rojevê de ye. Partiyên siyasî li Başûr bi piraniya xwe ve bi deng, reng û bernameyên xwe tevnagerin, ew bi ejindeyên derve ve girêdayî ne. Partiyên siyasî li gorî berjewendiyê hêzên herêmî yan cîhanî kar dikin, piştevaniya wan ne ji gel, ax, welat, şoreşger û xebatkarên wan e, piştgirî û sedema hebûna wan bi hêzên herêmî û cîhanî ve girêdayî ye. Ev hêzên herêmî û cîhanî jî partiyên Kurdî li Başûr ji bo xwe bi kar tînin, ji ber vê yekê em dibînin ku pêkanîna yekrêziya partiyên siyasî tiştekî gelekî zor e, ji ber ku ew ne bi serê xwe ne, piraniya wan jî li dijî hev kar dikin. Di dema heyî de me nedîtiye ku nêzîkbûneke van partiyên Kurdî çêbûye. Ji sala 1993’yan û bi şûn de hin nêzîkbûneke partiyên siyasî çêbû, aramnca wan partiyan jî ew bû ku partiyên resen ên niştîmanperwer tesfiye bikin, ev yek jî pêkhat, me dît ku çawa sê partiyên Kurdî hatin têkbirin. Bi dîtina min eger hikumetek bihata ser desthilatdariyê û biryara hilweşandina hemû partiyên Başûrê Kurdistanê girtiba ew ê rewşa Başûr baştir bi rê ve çûbaya ji vê rewşa ku niha em tê de dijîn.

-Riya çareserkirina nehevrêziyê çi ye û ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdî erka ku dikeve ser milê gelê Kurd de çi ye?

Amûra pêkanîna yekrêziya Kurdî û partiyên siyasî her Kurd bi xwe ne, şiyana kîjan alî heye ku biryara hebûna partiyan bimîne yan na, an jî deng bide partiyan? Çiqasî partî deng bînin yan bi ser bikevin an na bê guman di destê Kurdan de ye,  di her halî de gelê Kurd xwediyê biryarê ye. Ji sala 1991’ê heya roja îro plana partiyên siyasî li ser gelê Kurd heye, hewldanên wan ew e ku vîna gelê Kurd were têkbirin, armancgirtina çand, zanist, ziman, perwerde û hwd… ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn, ev yek jî bi destê partiyên siyasî û bi hevkariya Îran, Tirkiye, welatên Ereban û dewletên cîhanî tê kirin. Destê welatên Ereban û yên cîhanî li Başûr gelekî dirêj e, wan di warê, aborî, civakî, perwerdeyî û hwd… de destê xwe daniye ser her tiştî û hikumeta Başûr weke teşe maye. Di heman demê de piraniya berbirsên Başûrê Kurdistanê bûne zengîn ser asta cîhanê û li gelek welatan kargeh û kompaniyên wan hene. Ev yek tê wateya ku herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî metirsiyeke mezin hatiye, herêmeke bêdestû, bêparlemento, bêyasa, bêhikumet û bêyî her tişta ku dihêle herêm bi rê ve biçe. Ya herî girîng ew e ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê îro berî sibe hişyar bibe û rabe ser piyan, ev rêya çareseriyê ye, ya duyem jî partiyên siyasî bigihêjin wê baweriyê ku hikumê wan ne durist û ne rastkar e, ew ne xwedî hêza netewperweriyê û demokratîkbûnê, lewma divê vê rêveberiyê radestî xelkên Başûr bikin. Du rê li pêşiya Kurdan hene, yek jê pêkanîna yekrêziya Kurdan pêwîst e û ya din divê gelê Kurd li Başûr hemû berhem û hêza rêveberiyê ji destê partiyan û desthilatdarên hikumta Başûr derxe da ku ew bi rengekî demokrat, azadîxwaz, netewperwer û pêşkeftinxwaz xwe bi rê ve bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.