Lîloz Hisên/Qamişlo
Meclisa Jin a PYD’ê bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikumeta demkî a Sûriyê li ser jinan şermezar kir û got, “Hikumeta demkî a Sûriyê hîn jî bi siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike.”
Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî duh di dîroka 30’ê meha Hizêranê bi zêdetirî 200 wesayîtan, di nav de motorsîkletên bi çekên navîn, êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasilê li gundewarê Helebê kirin. Hêzên ewlekariyê di dema ketina bajarokan de bi ser malan de girtin û çend ciwanên Kurd girtin. Di heman demê de di serdgirtina malan de gelek bûyerên êrişa li dijî jinan hatine belgekirin û li gorî agaiyan dema ku jina Kurd a bi navê Nezha Hemkê li hember êriê nerazîbûn nîşan da, ji aliyê hêzên ewlekriyê be hat lêdan û birîndar bû.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di derbarê vê bûyerê de, binpêkirina li dijî her du bajarokan pêk hat daxuyaniyek da.
Daxuyanî li navenda sereke ya partiyê li bajarê Qamişlo hate dayîn û ji hêla endama meclisa jin a pyd Sorîn Ekrem bi zimanê Kurdî û berdevka bi navê meclia jin a PYD Hewriya Şemdîn bi zimanê Erebî hate xwendin.
Hikumeta Sûriyê hîn jî siysetên dûrxistina ji pirrengiyê berdewam dike
Meclisa Jin a PYD di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku hikumeta Şamê heya niha siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike û wiha hat gotin: “Di demekê de ku hêvî hebû Sûriyê bi gavên cidî ber bi avakirina dadperwerî û wekheviyê ve biçe û di pêşiya wan de jî mafên jinan di destûra nû de werin pejirandin û misoger kirin, hikumeta Şamê hîn jî bi siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike. Ev rewş xemgîniyek mezin li ser pêşeroja maf û azadiyan li Sûriyeyê diafirîne.”
Ev polîtîka parçebûnê di navbera gelê Sûriyê de kûrtir dike
Meclisa Jin ya PYD’ê hemû êriş û binpêkirinên ku li dijî sivîlên Kurd tên kirin bi tundî şermezar kir û wiha di daxuyaniyê hate diyar kirin: “Di nav van êrişan de êrişên li ser jinan, kal û pîran herwiha girtina ciwanên Kurd li Til Hasil û Til Aran, tevî lihevkirina li ser vegera penaberan li herêmên xwe yên resen, ne tenê nayên qebûlkirin em dibînin ku ev polîtîka nêzîkatiyeke ku derfetên avakirina baweriyê di navbera Sûriyeyiyan de têk diçe, parçebûnê kûrtir dike û bi hemû hewildanên avakirina Sûriyeke demokratîk ku li ser serweriya qanûnê û rêzgirtina mafên mirovan ava bibe, nakin.
Avakirina Sûriyeke aram bi pejirandina mafên jinan pêk tê
Di daxuyaniyê de wiha hat tekez kirin: “Di heman demê de em tekez dikin ku avakirina Sûriyeke aram û bi ewle tenê bi pejirandina mafên jinan, misogerkirina beşdarbûna wan a bi bandor di hemû qad û saziyên biryardanê de herwiha bi pejirandina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê. Prensîba hevpariya rastîn û hemwelatiya wekhev divê bingeha Sûriya nû be bêyî her cure cudakirin û dûrxistinê.
Di dawiya daxuyabiyê de wiha hat gotin: “Li ser vê bingehê em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovahî û hemû rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin, di heman demê de li hember van binpêkirinan helwestek cidî bigirin ji bo parastina sivîlan û ji bo rawestandina van kiryaran zexta pêwîst bikin û rêzgirtina mafên jinan, mafên gelê Kurd û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê li gorî peyman û standardên navneteweyî yên mafên mirovan, misoger bikin.”






