Stêrk Mihemed/Qamişlo
Dayîka heval Amara( Leyla Cuma Îbrahîm) diyar kir ku ev 5 salin keça wê di girtîgeha dewleta Tirk de ye, ev nêzîkî mehekê ye rewşa Leyla a tenduristî ne başe, nayê dermankirin û xizmetê tenduristî yên pêwîst jê re neyê dayîn lê li gorî wê jî keça min liberxwe dide û wiha got: “Li girtiyan xwedî derkevin û wan derman bikin.”
Di 23’ê hizêranê de Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Beritan Guneş Altin, Onur Duşunmez, Serhat Eren û Nevroz Uysal Aslan derbarê redkirina gihandina tenduristiyê ya ji bo Leyla Cuma Îbrahîm, ku li Girtîgeha Jinan a Erzincanê girtî ye, serlêdanek pêşkêşî Komîteya Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê (ÎHÎK) kirin.
Di serlêdanê de tê gotin ku Leyla Cuma Îbrahîm nêzîkî mehekê ye ku pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî û nekariye bigihîje xizmetên tenduristiyê yên pêwîst. Hat ragihandin ku girtiya nexweş Leyla Cuma demek dirêj e ji ber emel û verşandinê ne baş be. Xwîn ji dev tê, kîstek di sînga wê de hatiye tespîtkirin û êşa berdewam a milê wê heye. Parlamenteran destnîşan kirin ku giliyên tenduristiyê pir caran ji hêla gardiyanên girtîgehê ve li ber deriyê hucreyê bi pîvandina tansiyona xwînê têne nirxandin û heke xwendinên tansiyona xwînê normal bin, sewqkirina nexweşxane an nexweşxaneyê nayê kirin.
Di vê çarçoveyê de dayîka heval Amara( Leyla Cuma Îbrahîm) ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Serê me bi Amara gelek bilinde’’
Dayîka heval Amara Gulistan Mihemed diyar kir ku keça wê Amara di nava malbeteke welatparêz de mezin bû ye wiha got: “keça min Amara di nava malbeteke xwedî Şehîd û welatparêz de mezin bû. Di destpêka rabûna Şoreşa Rojava de gel dadiketin qadan û daxwaza mafê xwe dikirin, keça min jî bi wan gelek bandor dibû û ew jî bi wan re tevlî meşan dibû. Amara xwedî kesayetek bihêz û xwedî îradeyek xort bû, daxwaza wê hertim azadî û yekkirina Kurdistanê bû. Ji bo parastina doza Kurdî biryar dide ku tevlî refên azadiyê bibe û di xeta têkoşîna Kurdistanê de bimeşe. Piştî ku biryara xwe dide min jêre got ev rê nehêsane şer, berxwedanî, zehmetî, birçûbûn û nexwaşî têde heye, wê demê ji min re got yadê ez razî me û ez ê karibin di vê xetê de bimeşim. Ev zêdetirî 14 salene keça min di nava tevgerê azadiyê de ye, herkesî ku Amara nasdikirin digotin ew xwedî îradeyeke xort e, her cihê ku diçiyê cihê xwe digire û karîbû ku di demekê kun de xwe bipêş bixwe. Serê me bi Amara gelek bilinde.”
‘‘Îradeya jina Kurd nayê şikandin’’
Gulistan Mihemed daxuyakirin ku ev pênc salin keça wê Amara di girtîgeha dewleta Tirk de ye û wiha pê de çû: “Amara Kar û xebatê xwe tevî hemû zehmetiyan li Avaşînê dimeşand, li cihê ku lê dima bi planekê ew û hevalên xwe ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Dema ku Amara hatiye girtin dewleta Tirk biher awayî xwastin ku îradeya Amara û hevalên wê bişkînin da ku xwe teslîmî wan bike, bi her awayî hewildan ku vîn û îradeya keça min bişkînin, lê nikarin. Ji ber vê yekê jî ew du salan di girtîgeha Batmanê de bi tenê di zindanekê de hiştin. Ew rastî lêdan û êşkenceyê dihat dewleta Tirk xwast bi vî şêwazî îradeya jina Kurd bişkîne, lê nizanin ku çiqas zehmetî hebin îradeya jina Kurd naşke. Pişte li gorî hemû hewildana nikarîn ku Amara qanih bikin, ji ber vê yekê jî ew birin gel hevalê wê yên di zindana Erzincanê, ev sê salin di wê zindanê de ye.”
‘‘Li gorî hemû nexwaşiyan Amara liberxwe dide’’
Gulistan Mihemed da zanîn ku ev 2 mehin rewşa tenduristî ya Amara ne baş e û wiha domand: “Em agahiyên Amara ji parêzerê wê digirin, parêzerê wê ji me re got rewşa tenduristî ya Amara biçekî ne baş e, lê di 23’ê vê mehê de DEM partî radighîne ku rewşa keçka min ya tenduristî gelek xerabe û berpirsyarê zindanê wê derman nake. Gelek nexwaşî bi keçê min re çêbûne ew gelek zehmetiyan dikşîne, lê li berxwedide. Lê li gorî hemû nexwaşiyên ku pêre çêbûne, ew dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze ez û hevêlên xwe teslîm bibin, lê eger em bighêjin asta Şihadetê jî, îradeya me naşke û em ji ser biryara xwe danekevin. Heya ku em saxin, em ê li pey seroketî û xeta Şehîdên xwe bimeşin. Herwiha em ê şoreşgertiya xwe berdewam bikin û em di vê nexwaşiyê xwe de jî hîn xorttir dibin.” Ev gotina keça mine ku di nava nexwaşiyeke giran de ye, lê dîsa jî liberxwe dide û heya dawiyê wê têkoşîn bike.”
‘‘Ji bo girtiyan banga azadiyê bikin’’
Dayîka heval Amara Gulistan Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Keça min di girtîgeha dewleta Tirk de nexwaşe, wê tedewî nakin û rewşa wê ya tenduristî her ku diçe xerab dibe. Gelek nexwaşî bi Amara re derketine, divê ku were derman kirin û xizmetek taybet jê re were kirin, lê ema ew kesên ku li ber girtîgehê razî nabin ku wê tedewî bikin ango bibin nexwaşxaneyê.
Banga min ji hemû rêxistinên mirovî û kesên têkildar re xwedî li girtiyan derkevin, girtiyan bi tenê nehêlin, ew kesên ku nexwaş pêwîste werin dermankirin. Keça min Amara û hevalên wê ji bo doza Kurd biryara têkoşînê dan û heya niha di nava têkoşîneke mezin de ne. Ez weke dayîka Amara bangî kesên têkildarî mijarên girtiyên di zinda dewleta Tirk re dikin, di heman demê de rêxistinên mafê mirovan û jinê divê ku li van girtiyan xwedî derkevin û ji bo rewşa wan biryarekê bidin, pêwîste ku girtî werin dermankirin.
Herwiha banga min ji gelê Kurd li çar parçayên Kurdistanê re, ji bo girtiyên xwe rabin daxwaza girtiyên xwe yên di zindana dewleta Tirk û di heman demê de yê di girtîheha hikumeta demkî a Sûriyê de bikin, li zarokên xwe xwedî derkevin. Ji bo berdana girtiyên ku di girtîgeha dewleta Tirk û Sûriyê de banga azadiyê bikin.”






