Navenda Nûçeyan
Keştiya Japonî “Hofuku Maru” li peravên Lozonê yên li Fîlîpînan hat dîtin; di sala 1944’an de zêdetirî 1 hezar û 200 dîlên şer ên Hevalbendan ve noq bû û sira wê bi dosyayek leşkerî ya dîjîtal a Japonî hate keşfkirin.
Di 21’ê Îlona sala 1944’an de, Hofuku Maru wekî duyemîn keştiya karwaneke Japonî li peravên rojavayê Lozonê diçû. Di keştiyê de 1 hezar û 289 dîlên şer ên Brîtanî û Holandî hebûn, gelek ji wan ji ber ku neçar bûn li ser tiştê ku wekî “Rêhesina Mirinê” di navbera Burma û Taylandê de bixebitin, westiyabûn.
Şert û merc pir dijwar bûn; ronahî tunebû, hewakirin nebaş bû û paqijî tunebû di heman demê de xwarin û av bi zorê ji bo debara jiyanê têrî wan dikir. Li ser keştiyê tu nîşanek tunebû ku nîşan bide ew girtiyan vediguhezîne.
Dema ku balafirên Koma 38’emîn a êrişê ya Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrişî karwanê kirin, wan torpîlo avêtin cihê ku xuya bû hedefeke leşkerî ya rewa ye. Yek ji torpîloyan li heykelê Hofuku Maru ket.
Keştî di nava kêmî sê deqeyan de bû du parçe û noqî avê bû, di embaran de nêzî 1000 dîl asê man. Yên ku karîbûn bi avjeniyê bigihîjin peravê, dîsa ji aliyê hêzên Japonî ve hatin girtin. Di nava 1 hezar û 289 dîlgirtiyan li ser keştiyê, 1047 hatin kuştin.
Di seranserî 80’ê salan ve, kavilên keşteyê bê nîşan man. Qeydên piştî şer perçe perçe û nakok bûn, raporên êrişan ên ku hevalbendan amade kiribûn tenê geşedanên texmînî peyda dikirin. Gotinên dîlên ku xilasbûn li ser hûrguliyên sereke ji hev cuda bûn. Malbatên zêdetirî 1000 leşkerên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, cihekî wan tunebû ku biçin.
Belgeya ku her tişt guherand
Împeratoriya Japonî zêdetirî 130 keştîyên barhilgir û ferîbot ji bo veguhestina dîlên şer di navbera kampan de li Başûr-rojhilatê Asyayê de ji nû ve bi kar anîn.
Çîroka zêdetirî 125 hezar dîlên Asyayî li ser keşteya ku bi navê “Keşteya dojgehê dihat bi nav kirin, yek ji beşên herî kêm naskirî di dîroka Şerê Cîhanê yê Duyemîn de dimîne.
Di sala 2025’an de xaleke veguherînê pêk hat, dema ku lêkolîner John Dorski, ku bi Saziya Bîranîna “Hill Ships” ve girêdayî ye, belgeyeke Japonî ya dîjîtal a ku berê nehatibû lêkolînkirin keşf kir. Belgeya ku ji hêla efserên li ser keştiya sereke ve ya karwanê hatibû nivîsandin, di nav xwe de nexşeyeke demê û nexşeya êrişê hebû. Belgeyê nîşan dida ku Hofuku Maru duyemîn keştiya di sazkirinê de bû dema ku hilwişiya û bû du parçe.
Bi hevrûkirina wan daneyan bi rapora operasyonê ya keştiya balafirhilgir a USS Bunker Hill, tîmê gihîşt wê encamê ku kavilên keştiyê divê ji 50 kîlometreyan zêdetir li başûrê herêma ku dîroknasan heta wê gavê lê lêgerîn kiribûn, bin.
Randy Anderson, damezrînerê saziyê wiha got, “Dema me dît ku çavkaniyên Japonî agahî li ser cihê ku êriş li ser karwanê hatiye kirin û kîjan keştî lê hatine xistin, dan, em bi tevahî matmayî man.” Wî zêde kir: “Ev delîla teqez bû.”
Pênc noqî avê û modelek 3D
Bi geşedanên nû, tîmek ji lêkolînerê televîzyonê Josh Gates, wênekêşê bi navê Ivan Kovacs û arkeologê deryayî Calvin Myers pêk dihat, alavên sonar li peravên parêzgeha Zambales bi cih kirin. Keştiya binavbûyî di kûrahiya nêzîkî 50 metreyan de, çend kîlometreyan li peravên rojavayê Girava Luzonê, hat dîtin.
Pênc noqbûnên teknîkî yên kûr hatin kirin. Beşek ji cihê bûyerê bi xweliya volkana Pinatubo, ku di sala 1991’an de teqiya, hatibû nixumandin. Lê tîmê bi sedan wêne kişandin û modelek fotogrametrîk a sê-alî ava kir. Pîvanên heykela keştiyê û rêzkirina enberan li gorî planên orîjînal ên ji bo tersaneyê bûn.
Li gorî hin endamên tîmê, xuya bû ku kavilên keştiyê bûne du beş, an jî sê parçe, ku ev yek bi vegotinên Amerîkî û Japonî yên li ser çawaniya noqbûna wê re lihevhatî ye.
Di dema noqbûnê de, di nav kavilan de termên mirovan hatin dîtin, ku ev cih dike goristaneke şer û ji hêla peymanên navneteweyî ve tê parastin. Ji bo parastina vî cihî, geşedanên rast nehatin eşkerekirin.
Saziya Bîranîna Keştiyê Hell Ships dê dest bi têkiliyê bike da ku malbatên dîlgiriyên ku jiyana xwe ji dest dane, bibîne. Herwiha Pênc keştiyên din ên binavbûyî hîn jî nehatine keşifkirin. Keşifkirina Hofuku Maru çîrokê bi dawî nake, lê ew dihêle ku malbatên dîlgirtiyan bizanin li ku ne piştî 80 sal ji noqbûna Hofuku Maru.






