Konseya Boksa Cîhanê (WBC) boksorê Kurd ê ku li Almanyayê ji dayîk bûye Egîd Kabayel wekî Şampiyonê Cîhanê yê Sîkelta Giran raghand. Piştî ku şampioyê cîhanê yê Ukraynayî Oleksandr Usyk dev ji hemû sernavên xwe yên sîlketa giran berda. WBC’yê ev sernav da Kabayal.
Egîd Kabayel di dîrokê de bû yekemîn boksorê Kurd ê ku vî sernavî werdigire. Herwiha Kabayal piştî efsaneya boksê Max Schmelingê ku sala 1932’yan bû yekemîn welatiyê Almaniyayê ku vî navî bi dest dixe.
Boksorî 34 salî dawiya Kanûna Paşîna îsal li Oberhausenê li hemberî boksorê Polonyayî Damian Knyba kembera xwe bi serkeftî parstibû û sernavê “şampiyona demkî” ya WBC’y di destê xwe de girtibû. Egît Kabayal bi biryara konseyê êdî bû Şampiyonê Cîhanî yê Sîkelta Giran.
Kovara Ringê jî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û eşkere kir: “Piştî ku Oleksandar Usyk dev ji sernavên xwe berda, Egîd Kabayal bi awayekî fermî wekî Şampiyonê Cîhanê yê Giran ê WCB’yê hat raghandin.”
Oleksandr Usyk maça dawî raghandin
Usyk û Kabayel demeke dirêj bû ku ji bo maçeke gengaz a li hemberî hev dihatin nîşandan lê belê piştî biryara dawî ya Usyk, xuya ye ku ev maça boksa giran pêk nayê.
Oleksandr Usyk kemberên xwe yên WBA, WBC û IBF’yê danîn û ragihand ku maça wî ya bê dê bibe “reqsa dawî” û piştî wê dê xatir ji boksa profesyonel bixwaze.
Rêya Egîd Kabayel a ber bi şampiyoniyê ve vedibe
Egîd Kabayel diyar kir ku ew hêvî dike di maça dawî ya Usyk de amade be ku rêzê li tecrubeya wî ya mezin bigire. Herwiha boksorê Kurd hinekî bi amaje pê kir ku êdî rêya wî ya ber bi şampiyona tam a WBC’yê ve zelaltir bûye, ji ber ku êdî ew pêwîst nake ew li benda maça Usyk bimîne.
Kabayel destnîşan kir ku ew amade ye bibe serwerê nû yê dabeşa boksa giran û di peyama xwe de taga serokê WBC’yê Mauricio Sulaiman jî bi kar anî.
Egîd Kabayel kî ye?
Boksorê Kurd Egîd Kabayel 23’yê Îlona 1992’an li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye. Malbata wî dawiya salên 1990’an ji navçeya Bazarcixê ya Mereûşa Bakurê Kurdistanê koberî Almaniya kirye. Beriya ku dest bi boksê bike bi futbolê lîstiye. Egîd di 18 saliya xwe de, 23’ê Hezîrana 2011’an li Wuppertalê dest bi kariyera xwe ya profesyonal kir.
Egîd Kabaya di asta heêmî de, di navbera salên 2017 û 2019’an de şampiyoniya Ewropayê jî di nav de beşdarî gelek pêşbirkên giran bûye. Wî di salên 2014, 2017, 2018 û 2019’an de gelek şampiyoniyên Ewropayê û yên navneteweyî bi dest xistine. Di sala 2024’an de jî Şampyoniya Parzemîna Amerîkayê ya WBC’yê û Şampiyoniya Amerîkata Bakur a NABO’yê birbûn mala xwe.
Beriya ku wekî şampyoniyê cîhanê bê raghandin ew şampiyonê demkî yê WBC’yê bû, herwiha ji aliyê Kovara Ringê ve di rêza 4’an a cîhanê dihat nîşandan. Egîd Kabayal 27’ê Hezîrana 2026’an bi awayê fermî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîlketa Giran.






