Solîn Mihemed/ Qamişlo
Dayikên Kurd di parastin û veguhastina mîrateya çandî ya Kurdî de roleke girîng lîstine. Necah Mûsa jî yek ji wan dayikan e ku tevî rûbirûya gelek zehmetiyan hatiye jî, lê heya niha karên çandî yên dema berê parastiye.
Di dema berê de, rola dayikên xebatkar gelekî piralî û zehmet bû. Ew hem di karên giran ên rojane de dixebitîn û hem jî weke stûneke sereke ya malbatê li zarokên xwe dinêrîn. Karên wan li gorî mercên wê demê, çanda herêmê û pêdiviyên malbatê bûn.
Dayikên wê demê pir bi karên cûda mijûl dibûn, ew heya roja îro jî di nava civakê de bi kevenşopiyên xwe yên dema berê navdar in. Dayika bi navê Necah Mûsa jî yek ji wan dayikan e ku bi destê xwe jiyana xwe ya wê demê ava kir.

Necah di dema ber de li gundê Hedadê nêzî bajarê Tirbespiyê yê li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikir. Ew tenê malbateke Kurd bû ku di nava gund de jiyan dikir. Wê di gund de pir karên cûda dikirin. Ew Jineke ku herî zêde bi çanda kurdewarî ve girêdayî bû.
Wê her tim bi awayekî çalak di çinîn, berhevkirin û paqijkirina dexlûdan de kar dikir. Di heman demê de jî berê xwe dida baxçeyan sebze û fêkî ji bo malê tanîn. Wê roja xwe li ber pez diqedand, hem li ber pez bû hem pez didot, şîr dikir gelek tişt ji bo malê. Necah jî her tişt li ser destê xwe ji bo zarokên xwe çêdikir da ku debara jiyana xwe bike.
Necah di dema xwe ya valahiyê de gelek neqşeyên ji ta çêdikirin. Çêkirina neqişeyan di wê demê de tiştekî pir balkêş û girîng bû ji bo xweşikbûnê, di heman demê de ew wek kevneşopiyekê bû di nava dayikan de. Necah hertim bi tayên rêsayî tûrikên Qureanê, gore û cilika nimêjê di şevên tarî de çêdikir. Wê tûrik û gelek tiştên din çêdikirin û bi dîwarên xwe yên malê ve dadileqand. Herwiha wê tentene çêdikir û bi derdora balgeh û doşekan vedikir.
Necah di dema berê de ji ber nan tune bû ew tim li ber tenûrê nanê sêlê û yê tenûrê ji bo malê çêdikir. Her tişta ku Necah çêkiriba li cîranên xwe yên li gund jî belav dikir. Ji ber jîrbûna wê xwe fêrî çêkirina çilan jî kir û çekên kesên li gund dirûtin. Heya ku zarokên wê mezin bûn jî hîn wê xwe fêrî gelek karên cûda dikir, tevî ku jê re zehmet bû jî lê wê hez dikir ku her tiştî bi destê xwe biafirîne.
Necah yek ji wan dayikên dema berê ye ku jiyana xwe hemû jib o xizmeta malbata xwe derbas kiriye, ew pir di wê demê de zehmetî û giranî dikişandin. Wê wek her dayikeee dema berê çanda xwe ya kurdewarî bi destê xwe parast. Ew tenê di nava gundê Hedad di nava Ereban de çanda Kurdî bipêş xist. Tim dixwest ku çanda kurdî ji her aliyên jiyanî ve li derdora wê were bihîstin.
Piştî avabûna bajaran êdî Necah mala xwe anî bajarê Qamişlo û li wir jiyana xwe heta roja îro berdewam kir. Niha zarokên wê bi giştî ji derdora wê çûn e, ew û hevjînê xwe tenê di mal de jiyan dikin. Tevî ku Necah bi temenê xwe bûye 68 sal jî, lê ew dixwaze ku careke din hunerê destan yên dema berê çêbike.
Necah wiha dibêje, “Ez dixwazim tenê rojek ji wan rojên berê vegere, tevî ku ew jiyana dema berê zehmet bû jî lê em pir kêfxweş bûn ku me her tişt li ser destên xwe çêdikirin. Çanda me ya kurdî heya roja îro jî cihekî xwe yê pir kûr û girîng di nava civakê de girt. Tevî ku niha nexweşiya şekir, tasyon bi min re ye jî lê careke din dixwazim her tiştekî ji hunerê me yên destên dayikan çêbikim û mîraseye û rojên dema berê vegerîn im.”
Dayê Nech heya roja îro teşî, selik, kevçiyên mehîrê yên mezin, kevirê Genim û hwd di dikana xwe ya dema berê de veşartine, ji ber ew dixwaze her tiştekî dema berê li ba xwe bihêle û wê çanda kurdî biparêze.






