Ronahî Sadûn/Qamişlo
Petrol û berhemên Sûriyê ji siyasetên dewletê nehatine dûrxistin. Li şûna ku ev dewlemendî ji bo berjewendiya gelên Sûriyê were bikaranîn, lê piraniya caran ji bo berjewendiyên siyasî û taybet tên bikaranîn. Ji ber vê yekê gelê Sûriyê îro bi kirîzeke aloz a aborî û civakî re rû bi rû ye.
Sûriyê yek ji welatên girîng ên Rojhilata Navîn e ku bi cihê xwe yê stratejîk û dewlemendiya xwezayî tê nasîn. Ev welat xwedî gelek berhemên sererd û binerdê ne ku di pêşveçûna aborî, çandiniyê û pîşesaziyê de rolek girîng dilîzin. Her çend şer û aloziyên salên dawî bandor li ser aboriya welêt kiribe jî, berhemên xwezayî hîn jî bingehê geşedana wê ne.
berhemên Sûriyê yên sererd
Erdên çandiniyê, Sûriyê xwedî erdên berhemdar e, taybetî li qiraxên çemên Firat û Xabûrê. Li van deveran gelek berhemên çandiniyê tên çandin, wek genim, ceh, penbû, zeytûn, tûtin, sebzeyên cihêreng û hwd… Di heman demê de Sûriyê xwedî çend çemên girîng e ew jî ev in: Çemê Firatê, Çemê Xabûr û Çemê Asî. Ev çem ji bo avdaniyê, hilberandina elektrîkê û peydakirina ava vexwarinê gelekî girîng in. Li hin deverên çiyayî jî taybetî li rojavayê welêt, daristan û cihê çêrê hene ku ji bo heywandarî û parastina jîngehê girîng in. Darên zeytûn û darên fêkiyan jî beşek ji dewlemendiya sererd a Sûriyê ne. Li kêlek van berheman, Sûriyê xwedî gelek cihên dîrokî û geştyariyê ye weke Palmîra, Şam û Heleb, ev cihên han dikarin bibe çavkaniyek girîng a hatina dahatê.
Berhemên binerd
Petrol yek ji girîngtirîn berhemên binerd ên Sûriyê ye. Piraniya zeviyên petrolê li rojhilat û bakurê rojhilatê welêt hene. Berî şerên ku li Sûriyê rû bidin, petrol beşeke mezin ji dahata neteweyî pêk dianî. Herwiha Sûriyê xwedî yedekên (Ihtiyat) gaza xwezayî ye. Ev gaz ji bo hilberandina elektrîkê, pîşesazî û karanîna malbatî tê bikaranîn. Di heman demê de Sûriyê yek ji wan welatan e ku xwedî rezervên herî mezin ên fosfatê ye. Fosfat pêkhateyek sereke di pîşesaziya gubreyan de ye û derxistina wê ji bo aboriya welêt girîng e. Ji bilî petrol û fosfatê, li Sûriyê hin çavkanî û medenên din jî din jî hene, wek bermayiyên xwarinê, mermer, qûm, kevirên avahiyê û hwd… Ev hemû jî ji bo materyalan di pîşesaziya avahîsaziyê û di çêkirina materyalên avahîsaziyê de têne bikar anîn.
Çavkaniyên binerd yên Sûriyê
Çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê wekî hêmanên bingehîn têne hesibandin ku aboriya neteweyî xurt dikin û beşdarî mezinbûn û pêşkeftina wê ya berdewam dibin. Van çavkaniyan ku petrol, gaza xwezayî û fosfat dihewînin roleke girîng di zêdekirina dahatên darayî û dabînkirina pêdiviyên bazarên navxweyî û navneteweyî de dilîzin. Herwiha pîşesaziya petrol û gaza xwezayî di nav sektorên herî girîng ên aborî de cihekî girîng digire. Hinardekirina petrolê beşek girîng ji dahata giştî ya hikumetê pêk tîne, bi vî awayî rewşa darayî ya welêt xurt dike. Rezervên gaza xwezayî di heman demê de roleke girîng di dabînkirina pêdiviyên enerjiyê yên navxweyî û piştgiriya pîşesaziyên cûrbecûr de dilîzin. Ji aliyekî din ve, fosfat ji bo zêdekirina hilberîna çandinî û pîşesaziyê girîng tê hesibandin ku girîngiya van çavkaniyan di warên cûrbecûr ên pêşkeftinê de nîşan dide.
Berhemanîna petrolê li Sûriyê
Piraniya zeviyên petrolê li bakur û rojhilatê welêt in û deverên wekî Dêrazorê û Hesekê çavkaniyên sereke yên hilberîna petrolê ne. Berî şerê niha Sûriyê rojane bi qasî 400,000 bermîl hildiberand, lê ev mîqdar ji ber şert û mercên siyasî û aborî yên aloz bi girîngî kêm bûye. Zeviyên petrolê yên Rimêlan û Qereçoxê di nav girîngtirîn cihên hilberîna petrolê de ne ku bi girîngî beşdarî dabînkirina pêdiviyên petrolê yên welêt dibin. Pîşesaziya petrolê ya Sûriyê balê dikişîne ser rafinerkirina petrola xav û hilberîna berhemên cûrbecûr ên wekî benzîn û mazotê, bi vî rengî alîkariya dabînkirina daxwazên bazara navxweyî dike. Lê şerê berdewam bandorê li ser şiyana welêt dike ku hilberînek domdar bi dest bixe û rewşa ewlehiyê pirsgirêk hîn bêtir giran kiriye, derfetên veberhênan û pêşkeftinê di vê sektora girîng de kêm kiriye. Sûriyê bi pirsgirêkên têkildarî aramiyê û kêmbûna hilberînê re rû bi rû ye.
Zehmetiyên ku di pîşesaziya çavkaniyên binerd de rû bi rû dimînin
Pîşesaziya çavkaniyên madenî ya Sûriyê ku petrol, gaza xwezayî û fosfat dihewîne, bi gelek pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye ku rê li ber mezinbûn û domdariya wê digirin. Nakokiya siyasî yek ji van pirsgirêkan a herî berbiçav e, ji ber ku nakokiyên berdewam bûne sedema bêîstîqrariyê li welêt, bandorek neyînî li ser veberhênana sektorê û xebitandina rastîn a zevî û hwd… kiriye. Di hawîrdorek xeternak a siyasî û ewlehiyê de, kişandina veberhêneran dijwar dibe. Herwiha pîşesaziyên petrol, gaz û fosfatê jî bi pirsgirêkên têkildarî xirabûna jîngehê re rû bi rû dimînin. Piştî salên pevçûnê, binesazî û jîngeha giştî bi girîngî xirab bûye ku bandor li ser şiyana pîşesaziyê ya xebitandina bi bandor kiriye. Operasyonên derxistina petrol û gaza xwezayî hewceyê rêveberiya çavkaniyên baş û plansaziya jîngehê ne ku di şert û mercên heyî de dijwar bûye. Ji ber vê yekê, ev operasyon ji bo jîngehê xetereyan çêdikin, lêçûnan zêde dikin û hilberînê sînordar dikin. Astengiyên aborî jî roleke girîng di sînordarkirina potansiyela vê pîşesaziyê de dilîzin.
Bandora geşedanên siyasî û aborî li ser çavkaniyên Sûriyê
Geşedanên siyasî û aborî yên li Sûriyê bandorek girîng li ser bikaranîna van çavkaniyan kiriye. Ji aliyekî ve ev çavkanî ji ber zêdebûna daxwaza cîhanî ji bo veberhênana biyanî balkêş in. Ji aliyê din ve jî, pevçûnên herêmî û guhertinên siyasî ji bo bikaranîna wan dijwarîyên girîng çêdikin. Ji ber vê yekê têgihîştina van aliyên aborî û civakî bi pêşeroja dewlemendiya madenî ya welêt û bandora wê li ser aboriya herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye.
Nakokiyên li ser berhemên Sûriyê sedema dirêjkirina aloziyê ye
Petrol û berhemên Sûriyê ne tenê çavkaniyên aborî ne, lê di heman demê de bûne mijareke siyasî ya girîng. Di salên şer û aloziyê de, gelek hêz û aliyan hewl dane ku kontrola van çavkaniyan bidest bixin, ji ber ku ew hêza siyasî û leşkerî jî peyda dikin. Ev nakokiyên li ser berhemên bûye yek ji sedemên dirêjbûna alozî û astengiya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê. Ji ber ku gelek biryar li gorî berjewendiyên siyasî ne li gorî hewcedariyên gelan tên dayîn, civak jî rasterast bandorê jê werdigire. Kêmbûna xizmetên giştî, zêdebûna bêkarî, koçberî, penaberî û belavbûna xizanî encamên vê rewşê ne. Ji ber ku dema dahatên xwezayî ji bo pêşxistina civakê nayên bikaranîn, baweriya gelan bi saziyên rêveberiyê kêm dibe û hestên bêhêviyê di nav civakê de zêde dibin. Herwiha, şer û pêşbirk li ser petrol û berhemên bûye sedema dabeşbûna civakê û zêdebûna nakokiyên nav civakî. Ev yek jî bandorê li yekîtî, aramiya civakî û pêvajoya avakirina welatekî aram dike. Ji ber vê yekê pirsgirêka petrol û berhemên Sûriyê tenê pirsgirêkeke aborî nîne, lê ew pirsgirêkeke siyasî ye ku rasterast li ser jiyana rojane, aramiya civakî û pêşeroja gelên Sûriyê bandor dike.
Herî zêde kirîza Sûriyê ji serdema rejîma Baasê dest pê kir. Ev kirîz bi taybetî piştî bûyerên sala 2011’an kûrtir û girantir bû ku di wê demê de qutbûna elektrîkê, kêmbûna xizmetên bingehîn û buhabûna jiyanê bi awayekî mezin derketin holê. Piştî têkçûna rêjîmê û destpêkirina serdemeke nû li Sûriyê, hêvî hebû ku şert û mercên jiyana gelê Sûriyê û bazara giştî baştir bibin. Lê ya ku îro li ser erdê tê jiyankirin, ji gelek aliyan ve dijberî wan hêviyan e. Berjewendiyên siyasî dîsa li pêş berjewendiyên gelê Sûriyê hatine girtin û ev yek bûye sedema zêdebûna buhabûn û dijwarbûna şert û mercên jiyanê. Îro buhabûn li Sûriyê ji gelek salên borî girantir e û bandoreke rasterast li ser jiyana rojane ya civakê dike. Li hemberî vê rewşê, gelek welatiyên Sûriyê derdikevin kolanan û daxwaza guhertinê ji hikumeta demkî dikin. Sedema sereke ya van daxwazan xizanî, bêkarî û wêrankirina aborî ye ku her roj zêdetir dibe. Gel bawer dibêje ku Sûriya îro hewcedarê sererastkirin û çareserkirinê ye, ne ku şert û mercên wê hîn xerabtir werin kirin. Ji ber vê yekê, divê jiyana civakê nebe amûrek ji bo bazirganiya siyasî an jî qezenca hêzên siyasî.
Çima helwesteke siyasî ya yekgirtî li Sûriyê nayê avakirin?
Di encama vê yekê de hêjayî gotinê ku tevî dewlemendiya Sûriyê ya di hemû qadan de, lê îro rewşeke xerab a civakê tê jiyankirin. Berpirsên sereke yên xerabûna vê rewşê jî hikumet û aliyên peywendîdarin ku tenê berjewendiyên xwe didin pêş û gel paşguh dikin. Herwiha ne helwesteke siyasî ya yekgirtî sedema sereke ya van pirsgirêkan e.






