Rênas Efrîn
Her tim di nava tarîtiyên herî kûr de, çirûskek heye ku di nava wan tarîtiyan de, quncikeke hêmin ronî dike, bi vê wateyê çapemenî dikare beriya her amûreke dîtir xwe bigihîne kêliya rûdanê û hûrgiliyên wê belge bike, ji pirsgirêkên aborî bigire heta yên siyasî û civakî û etnîkî dikarin bi awayekî zelal û bêalî ji aliyê pînos û kamîreya çapemeniyê ve bên kişandin û belgekirin, ne tenê ev, her wiha bi nêrîneke çareserkirina wan pirsgirêkan û nîşandana wan ji aliyên pêwendîdar re dikare bibe xwedî roleke sereke. Rêya çapemeniyê yek ji amûrên herî girîng e ku dikare guhertina pozîtîf biafirîne û hişê giştî bilind bike. Lê gelek caran ragihandin balê nakişîne ser pirsgirêkan civakî ew jî dibe sedema zêdekirin û kûrkirina pirsgirêkê..
Divê em hemû bi hev re ji bo avakirina ragihandineke neteweyî, demokratîk û xwedî naverok, hewl bidin. Ev ne tenê daxwazek e, belkî hewcedariyeke jiyanî ye ji bo ku em bikaribin di vê erdnîgariya dijwar de hebûna xwe bi awayekî bi rûmet û azad biparêzin. Di nav her saziyeke ragihandinê ya xwedî wijdana pîşeyî de divê pîvanên objektîvîteyê, duristî û parastina berjewendiyên giştî hebin. Ev yek jî dikeve ser milên rojnamevanên ku dilê wan ji bo rastiyê lêdide, her wiha dirûstiya di komkirin û belgekirina agahiyên tekûz de sebir, şiyan, vîn û zanabûneke mezin pêwîst dike, da ku di weşandina agahiyekê de rastiya herî dirust ji aliyê xwîneran ve were naskirin û têgihîştin. Çiqas rastiya civakî bibe rojeva çapemeniyê, ewqas jî hûrgilîyên êş û pirsgirêkên civakê tên naskirin, di hemsn demê de dîrok û bîra civakî ji nû ve tê zindîkirin. Di sîstema dewleta netewe de ev rastî bi awayekî herî berovajî û çors tê pêkanîn, li şûna parvekirina rastiyan, nepixandina kiryarên dewletê yên li di derheqê civakan de tên rewakirin, li şûna pêketina gendeliyê, sergirtin û veşartina rastiyan di nava ragihandina fermî de tê jiyankirin, bi vê yekê rê li ber mezinkirina kirîz û pirsgirêkên civakî tê vekirin û ragihandin tenê dibe amûreke bê wate di destê serweriyê de. Ev yek jî binpêkirineke mezin di derheqê rola ragihandinê de çêdike û wê ji cewhera rasteqîn derdixe û dixe nava objeyan. Ji bo rêgirtina li vê yekê jî divê di serî de deng û rengê ragihandinê bêalî û serbixwe be, di heman demê de di şopandina xwe de azad be, da ku rastiyan zincîr neke û berovajiya wê parve neke. Di heman demê de dubarekirina daxuyaniyên ku nefretê di nava civakan de çêdikin û fitneyan diafirînin kiryarên ne rast in û dûrî yasayên bingehîn ên çapemeniyê ne. Civak bi çavekî xwedîtinî li çapemeniyê dinêre, ango rastiya xwe di wê de nas dike, têdigihêje û ji wê jî şaştiyên xwe sererast dike, lewra jî divê çapemenî bi ziraviyên herî nazik nêzîkî zelalkirina rastiyan bibe û balê bikişîne ser wan..






