Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endamê Partiya Yekîtiya Ermenî Yusif Derwîş da zanîn ku gelê Ermen di Sûriyê de xwedî dîrokeke dewlemend, resen û kevnar e. Divê di destûra nû a Sûriyê de mafê hemû pêkhateyan were parastin û wiha got: “Pêwîste tecrûbeya Rêveberiya Xweser a hembêzkirina hemû pêkhateyan li tevahî Sûriyê belav bibe.”
Gelê Ermen di Sûriyê de xwedî dîrokeke kevnarin û dewlemendine. Di pêşketina pêşezayî û bazirganiya Sûriyê de gelê Ermen xwedî roleke girîng û sereke ye. Bi ketina rêjîma Baas û hatine hikumete nû li ser desthiltdariya Sûriyê, gelê Ermen weke hemû pêkhateyên dîtir di Sûriyê de xwedî mafe û daxwaza parastina wê di destûra Sûriyê de dike.
Di derbarê mijarê de endamê Partiya Yekîtiya Ermenî Yusif Derwîş ji Rojnameya me re axivî.

‘Gelê Ermen xwedî dîrokek dewlemed û kevnarin’
Yusif Derwîş diyar kir ku ev zêdetirî 100 salî ye gelê Ermen cihê xwe di Sûriyê de girtiye û wiha got: “Gelê Ermenî di Sûriyê de di heman demê de li tevahî Rojhilata Navîn xwedî dîrokeke dewlemend, resen û kevnar e. Herwiha xwedî çand û kevneşopiyên bi bandorin. Di destpêka sedsala 20’an de dîroka Ermeniyên Sûriyê ji rûdanên herî piralî û bandor derbas bû ku ji komkujiyê dest pê kir û gihîşt lûtkeya geşbûna çandî û aborî. Dîroka gelê ermen li Sûriyê ji serdemên kevnar dest pê dike, lê hebûna wan a herî mezin û bandor piştî Komkujiya Ermenan a sala 1915’an çêbû ye. Di wê demê de mixabin nêzî milyon û nîvek ermen bi destê osmaniyan hatin kuştin. Sûriyê bû wargeha sereke ya bi hezaran koçberên Ermen ku ji ber hovîtiya Împaratoriya Osmanî reviyan e. Hovîtiya Împaratoriya Osmanî bû sedema herî mezin a hatina Ermeniyan ji Sûriyê re.
Di serdema Mandaya Fransî (1920–1946) di wê demê de Ermeniyan nasnameya Sûriyê girtin. Kampên penaberan bûn taxên nûjen (mîna Meydan li Helebê). Dibistan, dêr û rojnameyên ermenî hatin damezirandin. Herwiha niha piraniya gelê Ermen li Heleb, Şam, Qamişlo, Hesekê, Keseb bajarokekî ermenî yê pir navdar e ku li parêzgeha Lazikiyê û Yaqûbiyê (Al-Yaqubiyah) gundekî ermenî ye li parêzgeha Idlibê ye bicihbûne.”
‘Mafên asayî ji bo me di hundirî Sûriyê de bibû xewn’
Yusif Derwîş destnîşan kir ku di dema rêjîma Baas de zimanê Eremenî qedexe bû û wiha pê de çû: “Rêjîma Baas di Sûriyê de netewek, gelek, dengek, çandek û zimanek esas digirt. Hemû netew û pêkhate di Sûriyê di bin navê Komara Erebî ya Sûriyî de bûn. Li gorî hemû pirrengî û pir zimaniya li Sûriyê tenê zimanê erebî zimekî fermî bû, lê belê hemû ziman û pêkhateyên din dihatin paşguhkirin di heman demê de nikarîn bi serfirazî tevbigerîne. Çawa ku zimanê Kurdî û Suryanî li Sûriyê qedexe û ne fermî bûn zimanê Ermenî jî qedexe bû. Bi awayekî azad me nikarî bi zimanê xwe yê resen biaxiviya an bixwanda di heman demê de rêzdarî ji zimanan re nedihat dayîn tenê me dikarî di dêrên xwe bi zimanê xwe biaxiviya û rêbazên xwe yên alo li gorî kevneşopiyên xwe pêkbianîna.
Beriya hatina rêjîma baas li ser desthilatdariya Sûriyê Kurd, Ermen û Suryan karîbûn ku cihê xwe di rêveberî, serleşker û parlementoyan de bigire, lê piştî hatina rêjîma baas hemû destkeftiyên ku me di 1920-1960’î de bidestxistine hatin windakirin. Ji mafê her mirovekî ye ku bi zimanê xwe bixwîne di heman demê de çand û dîroka xwe biparêze û li gorî kevneşopiyên xwe tevbigere, ew mafên herî asayî ji bo me di hundirî Sûriyê de bibû xewn.”
‘Di destûra hikumeta nû ya Sûriyê de mafê hemû pêkhateyan nayê parastin’
Yusif Derwîş daxuyakirin ku bi hatina hikumeteke nû li ser desthiltdariya Sûriyê re rewşa Sûriyê nahat guhertin û wiha anî ziman: “Piştî ketina rêjîma baas û hatina hikumeta nû li ser desthiltdariya Sûriyê re, gel û pêkhateyên Sûriyê hêvî dikirin ku vegerin berî niha bi 58 salan ku mafê hemû pêkhateyan were parastin û dayîn. Destpêka ku hikumeta demkî a Sûriyê hate ser desthiltdariya Sûriyê gotin ku wê mafê hemû pêkhate û gelan di Sûriyê de were parastin. Lê belê bi derbasbûna sal û nîvekê ser hatina vê hikumetê re tu guhertin çênebûn û gotinê ji bo parastina mafê pêkhateyan vala derket. Di destûra vê hikumetê de parastin ango dayîna mafê hemû pêkhateyan di Sûriyê de nayê dîtin.
Meclîsa gel li gorî daxwaza xwe çêkir û hejmar kesên ku di meclîsê de wê cihê xwe bigirin bi xwe amadekirin û li parêzgehan belav kir, mirovên li gorî wan ku xizmete berjewendina wan bike hatin hilbijartin. Li kêlekî wê jî gel û pêkhateyên din di Sûriyê de cihê xwe di Meclîsa gel de negirtin û dîsa careke din hatin paşguhkirin. Careke din nêzbûna ne baş li hember pêkhateyan hate meşandin di heman demê de siyaseta qirkirin û cûdahiyê li ser netew û pêkhateyên dîtir di Sûriyê de hatin meşandin. Cihên pîroz yên xiristiyanî, Ermenî û Suryaniyan di hundir Sûriyê de dîsa hatin şewtandin û xerabkirin. Êrişa li ser pêkhateyên di Sûriyê xeteriyê li ser gelê Ermen jî tîne.”
‘Gelê Ermenî, Suryanî û xiristiyanî rastî gefê tên’
Yusif Derwîş da zanîn ku li Sûriyê dirûşmeya ji bilî Îslamê tu olên din tune ne tê bilind kirin û wiha domand: “Li Şamê bi taybet li Ceremene gelên ku zêde li wê derê tên dîtin Ermen, Suryan û Xiristiyanî ne, hin kesên li wê de derê li dijî pêkhateyên din radibin û dirûşmeya ji bilî Îslamê tu olên din tune ne bilind dikin. Herwiha gelê me yê li wê derê rastî gefê tên diheman demê de dikan, mal û milkên wan dişkînin û dişewtînin. Ev tevger jî rola van pêkhayetan di hundir Sûriyê de dixwe nava gefê, ku wê çawa jiyan bikin û rastî zordariyê neyên. Hêviyê van pêkhateyan bi hikumeta demkî a Sûriyê hate şikandin.
Di hundir destûra Sûriyê de weke pêkhateya Ermenî bi ziman, ol û bi rayeta xwe ya Arî nehate misogerkirin. Niha ez weke mirovekî Ermen û pêkhateyeke Ermen mafê min di destûra Sûriyê de nîne, tişteke taybet ji bo çand û kevneşopiyên me nînin. Ev yek jî xuya dike serdema ku Osmaniyan digot Sinî her tiştin û Tirk hene dûbare dibe, ew sozê ji bo parstina mafê pêkhateyan heya niha nehatiye bicihanîn. Yê ku Sûriye di milê Pîşesazî û Bazirganî de avakir û pêşxist gelê Ermen bû. Yê herî zêde karîbûn ku Sûriyê ava bikin Kurd bûn, hem di milê hejmar xwe ya pir û hêza xwe ya leşkerî ya xort di heman demê de saziyên û dezgehên ku di salên derbasbûyî de avakirine, weke herêmekê serbixwe xwe dimeşandin. Ji ber ku hemû pêkhateyan di nava xwe digire êrişî gelê Kurd kirin û xwastin ku wan tune bikin.”
‘Pêwîste hemû pêkhate û gelên Sûriyê dest xwe bikin yek’
Yusif Derwîş tekez kir ku Sûriye ji 1960’î de haya roja me ya îro di nava şer û pevçûnan de ye û wiha got: “Ewqas Şoreş di Rojhilata navîn û Bakurê Efrîka de çêbûn ji bo guhertina zihniyata sîstema heyî ya yek al, ziman, partî û netew bûn. Ji bo neqebûlkirina vê sîstemê bi sed hezaren şehîn, birîndar di heman demê de talan û wêranî çêbûn. Sûriye ji 1960’î de haya roja me ya îro di nava şer û pevçûnan de ye, Sûriye ji bajarên herî balkêş û weke dergûşa cîhanê dîhat nasîn. Lê ji ber şer, neqebûkirina pêkhateyan û şerê mezhebî hate xerabkirin, niha jî ew yek tê dîtin şerê mezhebî ya ku li Sûriyê tê kirin pêşeroja Sûriyê ber bi tarîtiyê ve dibe. Pêwîste hemû pêkhate û gelên Sûriyê dest xwe bikin yek û pêşerojeke ronî û aştî ji Sûriyê re avabikin.”
‘Pêwîste tecrûbeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê belav bibe’
Endamê Partiya Yekîtiya Ermenî Yusif Derwîş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 2014’an de Rêveberiya Xweser xwe îlan kir, di destpêkê de gave xwe ya mirovî, biratî û parastina hemû pêkhateyan ku hevdu temam dikin avêtin. Ev tecrûbeya bi sedê sala ye di hundir Sûriyê de nehatî çêkirin. Di 2014’an de haya roja me ya îro vê yekê di piratîka xwe de pêktînin, ev tecrûbeyeke dewlemend ya demokratîk bûn hêzeke yekemîn di hundirê Sûriyê de. Kesî nikarî nêzî herêmên wan biba ji ber ku hêza xwe ya siyasî, leşkerî û aborî bi hemû pêkhateyan re kiribûn yek. Herwiha çand û kevneşopiyên hemû netew û pêkhateyab bi hevre xorttir kirin di heman demê de karîbûn ku rola xwe di hundir herêma û Rojhilta navîn de bidin xuyakirin. Ji ber ku cara yekemîne li herêmekê hemû ziman têne qebûlkirin û bi vê yekê hate diyar kirin di hundir Sûriyê de ne tenê Ereb hene, lê belê Kurd, Eremen, Suryan, xiristyan, Aşûr, Turkmen, Laz, Cihû û hwd… hene.
Hêviya me ya sereke ev tecrûbeya ku li herêmên Rêveberiya Xweser di nava pêkhateyan de çêbûye li tevahî Sûriyê were belavkirin û hikumeta Sûriyê ji wê tecrûbeyê sûdê wergire. Da ku di hundirî Sûriyê de hemû pêkhate cihê xwe bigirin û mafê hemûyan were parastin. Daxwaza me parastina mafê gelê Erman di heman demê de parastima mafê hemû pêkhateyên din di Sûriyê de ye.”






