Hemza Sêvo/ Qamişlo
111 sal li ser Qirkirina Ermeniyan derbas bûn, vê dema dawî hewldana naskirina wê ji hêla Îsraîlê ve bû rojev, li hemberî wê jî dewleta Tirk bertek dan û amaje bi komkujiyên Îsraîlê kir. Rojevek ava kirin Lubnan jî sedema wê ye.
Di 28’ê Pûşperê de wezîrê Derve yê Îsraîlê Cediûn Sa’ir li ser platforma xwe ya X spasiya Netanyaho û wezîrên hikumeta wî kir ji bo piştgiriya pêşniyara biryara wî ya derbarê komkujiya Ermeniyan de.
Wezîrê Derve yê Îsraîlî destnîşan kir ku bi vê biryarnameyê, “Îsraîl tevlî 32 welatan dibe ku erkê xwe yê exlaqî yê naskirina rastiya dîrokî û redkirina hewldanên înkarkirina wê bi cih anîne.”
hikumeta Tirkiyê roja 28’ê Pûşperê di daxuyaniyekê de ya ji hêla Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ve hat weşandin, bersiv da û got ku Îsraîl li ber çavên tevahiya cîhanê zilm û zorê li gelê Filistînê dike û niha li Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ji ber kirina jenosîdê li dijî niştecihên Xezayê tê darizandin, îro hewl dide ku bi biryara siyasî ya ku di derbarê bûyerên 1915’an de girtiye, sûcên xwe veşêre. Ev hewldana xerab, ku rastiyên qanûnî û dîrokî paşguh dike, rewşa Netanyaho û hevkarên wî eşkere dike ku di çarçoveya lêpirsîna Dadgeha Navneteweyî ya Cezayê ya li ser sûcên li dijî Filistîniyan hatine kirin de fermanên girtinê li dijî wan hatine dayîn. Em ê bi biryardarî bixebitin da ku polîtîkayên berfirehker û bêîstîqrar ên Îsraîlê li herêmê bi dawî bikin û hikumeta Netanyaho li ber zagonê têkildarî sûcên ku li dijî sivîlan, bi taybet gelê Filestînê, hatine kirin, dadgeh bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2021’ê de rêveberiya serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an wekî “jenosîd” nas kir, lewma di wê demê de rexneyên mizin li hikumeta Tirkiyê bûn.
Komkujiya Ermeniyan di sala 1915’an de berî Şerê Cîhanê yê Yekem de qewimî û tê texmînkirin ku bi qasî mîlyon û nîv kes li ser destê Impratoriya Osmanî hatine kuştin.
Destpêkirina nakokiyên kûr ên Îsraîl û Tirkiyê!
Di pêşketineke siyasî ya girîng de ku mezinbûna veguherînên li Rojhilata Navîn nîşan dide, hikumeta Îsraîlê hewl dide bi fermî komkujiya Ermeniyan a di sala 1915’an de wekî “qirkirin” nas bike û tevlî dehan welatên din bû ku berê heman helwest girtine. Biryara ku ji hêla Wezîrê Derve yê Îsraîlê Cediûn Sa’ar ve hate ragihandin, ne tenê daxuyaniyek li ser bûyerek dîrokî bû ku zêdetirî sed sal berê qewimî, lê belê aliyên siyasî û stratejîk hildigire û ji mijara dîrokî bêtir nakokiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de derdixe pêş. Hewldana naskirina Îsraîlê di demekê de hat ku têkiliyên di navbera Tilevîv û Enqerayê de di rewşeke herî xerab ên salên dawî de ne. Ev yek jî ji ber şerê li Şerîda Xezzeyê, rexneyên tund ên Tirkiyê yên li ser hikumeta Netanyaho û zêdebûna nakokiyên li ser bandora herêmî li Sûriye û Rojhilatê Deryaya Spî der tê. Gengeşeya li ser naskirina Israîlê bi komkujiya Ermeniyan a ku ji hêla Osmaniyan ve di sala 1915’an de pêkhat, yek guherînên di çarçoveya geşedanên siyasî yên Rojhilat Navîn e. Eger naskirina Îsraîlê ji komkujiyê re fermiyeta xwe bistîne ew ê bibe destpêka siyaseteke nû, planên nû, dijminatiya Tikiyê navbera Îsraîlê ya nû.
Çima niha komkujiya Ermeniyan bû rojev?
Bi salan Îsraîlê tevî zextên navxweyî û derveyî ji bo naskirina Qirkirina Ermeniyan dûr ket, ji ber ku têkiliya wê ya stratejîk bi Tirkiyê re ev yek pêknedihat, ji salên 1990’î û bi şûn de dewleta Tirk yek ji hevalbendên herî girîng ên herêmî yên Tilevîvê bû, lewma li ber çavan hat girtin ku mijara qirkirinê nekeve rojevê. Lê belê di deh salên borî de rewş bi awayekî berbiçav guherî, nemaze piştî xirabûna têkiliyên dualî piştî bûyera Mafi Marmarayê, piştre şerê li ser Xezayê têkiliya siyasî û dîplomatîk giha asta bêaramiyê. Biryara Îsraîlê nikare ji tevgera leşkerî ya li ser sînorê Lubnanê û mijara hebûna Îsraîlê li Lubnanê were veqetandin. Piştî gurkirina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, Lubnan bûye beşeke girîng a hevkêşeya ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê. Til Evîv her berfirehkirina bandora herêmî ya Tirkiyê wekî faktorek dibîne ku dikare hevsengiya hêzê di qada Lubnanê de ji nû ve dîzayîn bike, bi taybet eger destê dewleta Tirk di projeyên jinûveavakirina Lubnanê an rolek siyasî û aborî di serdema piştî şerê heyî de hebe. Çiqasî dewleta Tirk ne xwedî bandoreke leşkerî ya rasterast li Lubnanê be jî di salên dawî de wê têkiliyên xwe bi hejmarek hêzên siyasî yên Lubnanê re ava kirine, hem jî hebûna xwe bi rêya saziyên mirovî, aborî, perwerdehî û çandî li Lubnanê xurt kiriye. Di nerîna Îsraîlê de her ku hêzeke herêmî li Lubnanê dibe xwedî bandor, ew gav bi baldarî tê şopandin. Îsraîl Lubnanê wekî eniya xwe ya herî hestiyar piştî Xezayê dibîne. Ji ber vê yekê hebûna siyasî, aborî, an dîplomatîk a zêde ya Tirkiyê li Lubnanê dibe sedema geşedaneke nû ji bo tevahiya herêmê, çendîn ew gav ne di warê de leşkerî be jî, lê Israîlê ji bo xwe gefeke mezin dibîne. Îsraîl ditirse ku bandora aborî paşê veguhere bandora siyasî, li hevsengiya hêzê di nav Lubnanê de bike.
Dema ku aborî dibe çekek li pişta hêza siyasî
Îraîl û dewleta Tirk du hêzên serwer li Rojhilata Navîn in, her du di warê aborî dikevin pêşbaziyan û carnan jî dibin hevkar, dema berjewendî hebin, alîkari in bi hev re dema tune bin ji bo hin nakokiyan dijminên hev in. Nakokiyên nûjen êdî ne tenê bi hêza leşkerî ve girêdayî ne.
Cezayên aborî, veberhênan, zincîrên dabînkirinê, bender û enerjî bûne amûrên bi qasî artêşan girîng in. Naskirina Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Îsraîlê ve dikare bibe hêzeke siyasî di destê Îsraîl de û di çaçoveya aborî de jî zextê li dewleta Tirk bike.
Tirkiyê jî hewl dide amûrên xwe yên aborî û dîplomatîk bi kar bîne da ku hebûna xwe li herêmê xurt bike, çi bi rêya bazirganî, projeyên binesaziyê, an alîkariya mirovî be. Bi taybet Rêya Geşpêdanê ya Îraqê, ev rêya aborî nakeve berjewendiya Îsraîl û Amerîkayê. Lewma em dibînin ku di demeke wiha de ku hewldanên dewleta Tirk ji bo despêkirina rêya Geşpêdanê têne kirin, nakokî di navbera wê û Îsraîlê derketin.
Gelo herêm dikeve qonaxeke nû?
Zû ye ku were gotin wê encamê naskirina Jenosîda Ermeniyan a ji aliyê Îsraîlê ve bibe sedema qutbûna berjewendiyê bi dewleta Tirk re. Di dîrokê de ezmûna siyasî ya di navbera her du aliyan de nîşan daye ku berî niha aloziyên dijwar di navbera dewleta Tirk û Îsraîl de derketin, lê dema ku berjewendiyên hevpar ev yek dikevin dewrê, êdî nakokî tên jibîrkirin. Bêguman ev biryar nîşanek nû ya veguherîna siyaseta Îsraîl li hemberî dewleta Tirk e, gava yekem avabûna bloka Yûnanî-Îsraîlî ye, ev blok jî li dijî dewleta Tirk e. Nakokiya ku niha derketiye, bi zanebûn hatiye derxistin, Îsraîl mijareke dîrokî bi kar tîne da ku pirsgirêkeke xwe di serdema heyî de li gorî xwe çareser bike. Wekî tê zanîn rêjeyeke baş ji xirstyanan heye, di nava wan de Ermen, Çerkez, Aşûr û hwd… hene, mijara naskirina qirkirinê bi rengekî fermî li ser asta cîhanê û bi taybet naskirina hêzeke weke Îsraîlê jê re ew ê dadgeheke mezin li Osmaniyên îroyîn veke. Îdî dema ku Îsraîlê dît dewleta Tirk hikumeta Lubnanê bi ser xwe de dikişîne, lîstoka naskirina qirkirinê derxest da ku ji aliyê hestyarî ve Xirstyaniyan li hemberî Lubnan û dewleta Tirk sor bike û lihevkirinên nakeve xizmeta Îsraîl werin rawestandin.
Du hegemonên ku destê wan di xwînrijîna gelan de heye
Îsraîl û dewleta Tirk li Rojhilata Navîn du hêzên hegemon ku xwînrijîn û pêkanîna komkujiyan têne naskirin. Di dîrokê de, dewleta Osmanî di sala 1915’an de qirkirin li ser Ermeniyan pêkaniye. Di heman demê de, li ser gelê Kurd jî di salên cihê de siyaseta înkarê nasnameyê, qedexekirina ziman û çandê, koçberkirin û operasyonên leşkerî bi destê dewleta Tirk pêkhatine. Li Bakurê Kurdistanê ji komkujiyên weke Geliyê Zîlan, Roboskî û Dêrsim heyanî kiriyarên dewleta Tirk derheqê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê weke komkujiya Kobanê, Tilhasil û Tileranê ya bi destê DAIŞ’ê û bi fermana dewleta Tirk pêkhat, sûcên dewleta Tirk li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî, hem jî Fermana Şengalê û hwd… Li aliyê din Îsraîl ji sala 1948’an ve komkujiyên xwe û siyaseta birçîkirin û koçberkirinê li ser gelê Filestînê dide meşandin. Di van deh salên dawî de bi taybet piştî 7’ê Cotmeha 2023’yan li Xezayê, şer û operasyonên leşkerî bûne sedema kuştina bi 10 hezarên sivîlan, hilweşandina avahiyan û kirîza mirovahî.
Lewma her gava ku siyaseta Îsraîl û dewleta Tirk li hev nayê, Erdogan derdikeve, li ser kiriyarên gelê Filestîn diaxive, rondikan ji bo wan dibarîne wekî ku ew waliyekî mislman li ser wan e, bi navê Îslamê bang bi berxwedan gel li dijî Îsraîlê dike. Li hêla din jî Netanyaho jî bi heman terzî dibêje Erdogan dîktator e û dewleta Tirk komkujî û siyaseta tunekirinê derheqê gelê Kurd de bi kar tîne. Îsraîl komkujiyên ku li ser gelê Filestîne dide meşandin ji bîr dike û li ser tunekirina Kurdan diaxive, ev yek jî ji bo zextekê li dewleta Tirk bike û hin mijaran li gorî xwe çareser bike. Niha jî amûreke din di destê Netanyaho de ye, dixwaze ola Xirstyanî û neteweya Ermenî bi kar bîne ji bo ku zextekê li dewleta Tirk bike da ku Tirkiyê nekeve pêşiya planên wê.






