Ronahî Sadûn/Qamişlo
Endama Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Amine Xidiro destnîşan kir ku çarenûsa Rêber Apo nikare ji çarenûsa aramiya siyasî li Rojhilata Navîn were veqetandin, ji ber doza wî ceribandina herî girîng a şiyana herêmê temsîl dike ku ji mantiqa pevçûnên leşkerî derbasî mekanîzmayên diyalog û naskirina hevbeş dibe.
Derbarê girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, endama Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Amine Xidiro bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di nava rewşa hestyar ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê çi bandorê li ser çareseriya siyasî ya pirsên Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bike?
Azadiya Rêber Apo kilîda çareseriya siyasî li Rojhilata Navîne. Çarenûsa Rêber Apo nikare ji çarenûsa aramiya siyasî li Rojhilata Navîn were veqetandin, ji ber ku doza wî ceribandina herî girîng a şiyana herêmê temsîl dike ku ji mantiqa pevçûnên leşkerî derbasî mekanîzmayên diyalog û naskirina hevbeş dibe. Rêber Apo ne tenê rêberekî Kurd e, ew mîmarê projeyek siyasî û rewşenbîrî ya berfireh e ku ji sînorên neteweyî yên kevneşopî derbas dibe. Ew vîzyonek konfederalîzma demokratîk ku li ser bingeha nenavendî, pirçandî û hilweşandina dewleta navendî ya zordar e, pêşniyar dike. Ev alternatîfek pratîkî pêşkêşî sîstemên rêveberiyê li herêmekê ku ji kirîzên avahîsaziyê yên kronîk, di nav de şerên navxweyî, aloziyên mezhebî û pevçûnên li ser sînor û çavkaniyan dikişîn, dike.
Girîngiya azadiya Rêber Apo li ser sê astan tê belavkirin:
Yekem: Azadiya wî yekane rêya çareseriyeke berfireh ji bo pirsgirêka Kurd ku li çar welatan (Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îran) dirêj dibe, temsîl dike. Nebûna wî ji qada siyasî re, rê li ber avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî digire ku bikaribe bi sîstemên navendî re danûstandinan bike, ev yek herêmê di rewşeke xeternak de dihêle ku gefê li nûkirina şerê çekdarî di her kêliyê de dixwe, nemaze di nava guhertinên bilez ên herêmî de.
Duyem: Azadiya wî rê li ber nirxandineke radîkal a polîtîkayên tepeserkirinê yên li seranserê herêmê, ne tenê yên li dijî kêmneteweyan, lê yên li dijî hemû pêkhateyên çandî, olî û neteweyî yên ku ji polîtîkayên dûrxistin û paşguhkirinê êş kişandine, vedike. Bi vî awayî prensîba naskirina cihêrengiyê li şûna ku wê wekî gef li ser yekîtiya neteweyî bihesibîne, wekî bingeha dewleta demokratîk a nûjen, xurt dike.
Sêyemîn: Serbestberdana Rêber Apo serkeftinek ji fikra diyaloga siyasî li ser mantiqa hêz û tundûtûjiyê temsîl dike. Ew peyamek zelal dişîne ku çareseriyên leşkerî û ewlehiyê di pêkanîna aramiyê de bi ser neketine, lê rêya yekane ya ber bi pêşerojê ve, di danûstandinên berfireh de ye ku li ser bingeha edalet, wekhevî û naskirina mafên hemû pêkhateyan e. Ev dikare bandorek girîng li ser kirîzên din ên li herêmê bike, wekî pevçûna Filistîn-Îsraîlê, kirîza Sûriyê û rewşa li Iraqê. Daxuyaniyên rêveberên di nav Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de destnîşan kirine ku serbestberdana Rêber Apo ji bo danîna çekan û gihîştina çareseriyek mayînde şertek pêşîn e, ev tê wê wateyê ku girtina wî ya berdewam, vebijarka rûbirûbûna leşkerî her dem dihêle.
Nêzîkatiyên navneteweyî û saziyên mîna CPT li hember tecrîdê di çi astê de ne û çiqas dikarin xwedî rol bin di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de?
Her çend Komîteya Wezîran a Ewropayê ku bi çavdêriya bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye erkdarkirin, doza Rêber Apo şopandiye û di vî warî de hin biryar girtine jî, lê rola wê di şikandina tecrîda li ser wî de sînordar maye. Ev ji ber nebûna îradeya siyasî ya di nav dewletên Ewropayê de ye ku pêşniyarên Komîteyê û biryarên Dadgehê veguherînin çalakiyên berbiçav. Di şopandina xwe ya herî dawî de, Komîteyê di mijara tecrîdê de nekarî tu pêşveçûnek berbiçav bi dest bixe û bi tedbîrên xwe yên ku rewşek paşvekişandinê an jî hevkariya navneteweyî bi polîtîkayên Tirkiyê re di vê mijarê de nîşan didin, razî kir.
Lê belê, destwerdanên Komîteya Wezîrên Ewropî hîn jî nirxek sembolîk û exlaqî ya girîng diparêzin, ji ber ku rapor û biryarên wê wekî amûrek ji bo zexta qanûnî û exlaqî ji hêla rêxistinên mafên mirovan û parlamentoyên Ewropî ve têne bikar anîn ku pirsên fermî li ser binpêkirinên tecrîdê dişînin. Girîngiya zexta navneteweyî ya domdar di şikandina tecrîdê de bi sê rêyên sereke tê destnîşankirin: Ya yekem, berdewamiya şandina raporên belgekirî ji Komîteyê û Neteweyên Yekbûyî re. Ya duyem, zextkirina parlamentoyên neteweyî û Ewropî ji bo derxistina biryarên girêdayî yên ku girtina Rêber Apo şermezar dikin û daxwaza serbestberdana wî dikin û ya sêyem, şandina dozê ji dadgehên navneteweyî yên pispor re, da ku Tirkiyê li ser binpêkirinên xwe yên berdewam ên qanûn û peymanên navneteweyî yên ku ew îmze kiriye, were darizandin.
Bandora pergala Îmraliyê li ser hişmendiya civakê çi ye û azadiya Rêber Apo dê kîjan dînamîkên nû di nav gel de bide avakirin?
Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nimûneya polîtîkayeke berfirehtir a tepeserkirinê ku bandor li ser hemû civaka Tirkiyê kiriye, temsîl dike. Ev siyaseta tecrîdê ku di destpêkê de li dijî Rêber Apo hate kirin, gihîştiye bi hezaran girtiyên siyasî û dû re bi rêya qanûnên dijî-terorê yên bi gotinên nezelal, ji kar avêtina şaredariyên hilbijartî û tepeserkirina muxalif, çalakvan û akademîsyenan, belavî civakê bûye. Ev yek bûye sedema çandina çandeke çavtirsandinê û hilweşandina tevna civakî û demokratîk a Tirkiyê. Rêjîma Tirkiyê di hişmendiya kolektîf de, Rêber Apo wekî terorîst nîşan daye, medyayê û bernameyên perwerdehiyê bikar aniye, da ku wêneya wî xera bike û îdeolojiya wî ji naveroka wê vala bike. Ev yek hişt ku gihaştina projeya wî ya fikrî bi awayekî berfireh ji bo Tirkiyê, cîhana Erebî û cîhanî, asteng bimîne.
Lê belê, eger azadiya Rêber Apo were bidestxistin, ew ê di civakên herêmê de dînamîkên nû yên radîkal biafirîne, ya herî berbiçav:
Zindîkirina projeya konfederalîzma demokratîk wekî alternatîfek pratîkî ji bo dewlet-netew. Ew projeyek ku berê bandor li şoreşa Rojava li Bakurê Sûriyê û tevgerên rizgariya femînîst li çar aliyê cîhanê kiriye, herwiha modelek zindî ya rêveberiya xweseriya demokratîk temsîl dike ku dikare li herêmên din ên şer jî were gelemperîkirin.
Serkeftina aqil û diyalogê li ser mentiqa zor û tundûtûjiyê, dibe ku tevgerên nû yên aştiyê li herêmê îlham bike û têgeha hêz û rewabûna siyasî ji navendparêzî û hegemonyayê dûr bixe.
Pêşxistina hişmendiya mafên gelan û kûrkirina têgihîştina ku çareseriyên leşkerî û ewlehiyê di pêkanîna îstîqrarê de bi ser neketine, lê tenê çareserî di naskirina cihêrengî, pirrengî û avakirina demokrasiya beşdar de ye.
Destpêkirina qonaxeke nû ya têkoşîna aştiyane di doza Kurd de ku tê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe teşwîqek ji bo veguherandina têkoşînê ji pevçûna çekdarî bo pevçûna siyasî û yasayî ya demokratîk.
Ji bo şikandina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî, di asta hiqûqa navneteweyî de astengiyên herî mezin çi ne?
Astengiyên yasayî yên navneteweyî li pêşiya şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî. Astengiyên sereke di asta yasayî ya navneteweyî de li dora çar mijarên sereke dizivirin:
Yekem: Redkirina Tirkiyê ji sepandina prensîba mafê hêviyê ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve di sala 2014’an de hatiye destnîşankirin ku dibêje girtina heta hetayê bêyî îhtîmala berdana şertî, binpêkirina madeya 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tevî zexta navneteweyî, Tirkiyê di plana xwe ya çalakiyê ya dawî de ji bo Konseya Ewropayê piştrast kir ku ew ê vî mafî ji bo girtiyên ku cezayên girankirî yên heta hetayê li wan hatiye birîn tevî Rêber Apo, dirêj neke, lê ewlehiya neteweyî û têkoşîna li dijî terorê wekî hincet nîşan da.
Duyem: Redkirina Tirkiyê ya cîbicîkirina biryarên Dadgeha Ewropayê ku biryar dabû ku darizandina rêber Apo ne adil bû û mafên wî hîn jî têne binpêkirin, li dijî pîvanên herî bingehîn ên mafên mirovan û edaleta navneteweyî ye.
Sêyem: Nebûna mekanîzmayên astengkirinê li ser asta navneteweyî ku welatan neçar bikin ku biryarên dadgehên Ewropî bicîh bînin, ji ber ku pabendbûn bi îradeya siyasî ya dewleta têkildar ve girêdayî wê ye bêyî ku cezayên bibandor di rewşa redkirin an xapandinê de hebin.
Çaremîn: Îstismara siyasî ya qanûna navneteweyî ji aliyê Tirkiyê ve ku dij-terorîzmê wekî perdeyekê ji bo binpêkirinên mafên mirovan bikar tîne, di nebûna pênaseyeke navneteweyî ya yekgirtî ya terorîzmê de ku di navbera têkoşîna siyasî ya rewa û tundûtûjiya sûc de cudahîyekê çêbike, bi vî awayî Tirkiyê vê yekê di rêya hin qanonên xwe re bikar tîne, da ku siyaseta xwe ya tundutûjiyê bide meşandin.
Hûn wekî Înîsiyatîfa azadiya Rêber Apo, ji bo bilindkirina asta têkoşînê û daxwaza azadiya fîzîkî çi plan û projeyên nû amade kirine?
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ji bo belavkirina raman û felsefeya Rêber Apo li Sûriyê û Rojhilata Navîn li ser astên piralî û yekgirtî dixebite, da ku asta têkoşîn û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bilind bike. Plan û projeyên wê yên sereke ev in:
Yekem: Çêkirina zextê li ser saziyên Ewropî û navneteweyî, di nav de Komîteya Wezîrên Ewropî, ji bo avakirina komîteyek taybetî ji bo lêkolîna binpêkirinên mafên Rêber Apo, di heman demê de şandina peyaman ji rayedarên Ewropî re ji bo peydakirina dosyayên belgekirî li ser binpêkirinên tecrîdê, dermankirina bijîşkî ya paşguhkirî û îşkenceya psîkolojîk a berdewam.
Duyem: Bi tevlêkirina sendîka, partî, rewşenbîr, hunermend û kesayetên giştî, kampanyayên hişyarkirinê yên navneteweyî xurttir bikin.
Kampanyayan heta niha di komkirina piştgiriya 69 xwediyên Xelata Nobelê û di nav wan de kesayetên Rojhilata Navîn jî hene, de bi ser ketin. Ev yek rewatiya exlaqî û zanistî dide û zexta navneteweyî xurt dike, di heman demê de her tiştê têkildarî rewşa Rêber Apo li ser medyaya civakî bi zimanê Erebî û Kurdî tê weşandin.
Sêyem: Belgekirina binpêkirinên tecrîdê bi rêya raporên qanûnî yên rast ên ku ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hatine şandin, di heman demê de amadekirina dosyayên berfireh ku şahidiyên bijîşkî û psîkolojîk û raporên mafên mirovan ên serbixwe dihewîne ji bo weşandina li ser forumên navneteweyî.
Çaremîn: Destpêkirina destpêşxeriyên yasayî yên ku daxwaza sepandina tavilê ya mafê hêviyê wekî gaveke yekem ber bi azadiya tam dikin û xebata ji bo vekirina doza Rêber Apo li Dadgeha Ewropayê bi argumanên yasayî yên nû yên xwe dispêre berdewamiya binpêkirinan û nebicîhanîna biryarên berê.
Pêncemîn: Lidarxistina çalakiyên hevgirtinê yên cîhanî di salvegera revandina wî de û di bûyerên mafên mirovan ên navneteweyî de, bi balkişandina ser lidarxistina konferans û semînerên rewşenbîrî ku projeya rêberê siyasî û bandorên wê li ser çareserkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn nîqaş dikin, da ku wêneya ya ku ji hêla propagandaya Tirkiyê ve li ser wî tê pêşvexistin bişkînin û wî ji “girtiyekî tecrîdkirî” veguherînin projeyek siyasî û rewşenbîrî ku hêjayî nîqaşeke cidî li ser astên akademîk û siyasî ye.
Şeşem: Xurtkirina hemahengiyê di navbera hêzên Kurdî û partiyên demokratîk ên li Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê de, ji bo avakirina eniyeke yekgirtî ku daxwaza azadiya Rêber Apo dike wekî xaleke destpêkê ji bo çareseriyeke berfireh ji bo pirsgirêka Kurd, di heman demê de bê tekezkirin ku têkoşîna ji bo azadiya wî, têkoşîna ji bo demokrasî û aştiyê li tevahiya herêmê ye.






