Farûk Sakîk
Rêber Apo di nirxandineke xwe de behsa ‘dewleta norm’ û ‘dewleta derveyî norm’ kir. Hetanî wê roja bi giranî me digot dewleta kûr.
Dewleta kûr ango dewleta derveyî norm her tim dixwaze kaos, şer hebe. Çiqas kaos hebe ewqas xwedî înîsiyatîf e. Ew jî her tim temaşe dike û dixwaze rojevên cuda ava bike.
Di dîroka Tirkiyê de her dem darbe ji aliyê wan de pêk dihatin. Midaxeleyê parlemento û siyasetê dikirin. Heger bi darbeyek li îqtîdarê nebûna, kontrayên wan li kolanan bûn. Bi van kesan di nav civakê de kaos diafrandin.
Şerê ku Kurdan di 15’ê Tebaxa 1984an de şer dane destpêkirin gilêz bi devê wan ketibû. Lê dema ku di 1993’yan de Rêber Apo serdema aştiyê û çareseriyên siyasî da pêş wan, ev ‘dewleta derveyî norm’ ket dewrê. Kesên wek Eşref Bîtlîs, Bahtiyar Aydin û Ridvan Ozden. Ku li gorî dewleta norm difikirîn yek bi yek ji holê rakirin.
Serokkomar Turgut Ozal jî dewleta norm temsîl dikir. Bi Rêber Apo re xebatên aştiyê dabûn destpêkirin. Ev dewlet rojek piştî PKK’ê dema agirbestê dirêj kir, ew kuştin.
Dewleta derveyî norm, piştî mirina Ozal ekîba xwe ava kir. Suleyman Demîrel, Tansu Çiller, Mehmet Agar, Dogan Gureş fîgurên vê serdema nûbûn. Bi taybet di sala 1993’an de li îstatîstîkan bênêrin gelek sûîqest û komkujî pêk hatin.
Gelek komkujî, kuştinên kiryar-diyar, revandin û windakirin ji aliye vê ekîbê ve pêk hatin. Jîtem û Hîzbul-kontra heroj li kolanên bajêran di nêçîra welatparêzan de bûn.
Bi vê yeke dixwestin aştiya ku Rêber Apo dayî destpêkirin bê bersiv bimîne û herdem şer hebe.
Di sala 1998’an de jî ji bo pêşî girtina aştiyê komplo dane destpêkirin.
Li Îmraliyê israra Rêber Apo ya bi aştiyê çareseriya doza Kurd dewam dikir.
Piştî demek ev dewleta derveyî norm wek Ergenekon hatin pênasekirin.
Pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de zext didan ser dewleta norm da ku dawî li pêvajoyê bînin. Dema Erdogan hilbijartinan de bi ser neket, bi ya wan kir û şer da destpêkirin.
Ev şer zirar û zahiyatên mezin da herdun aliyan. Di sala 2024’an de dema ku li Rojhilata Navîn şer dest pê kir, dewleta Tirk ji bo xwe ji vî şerî biparêze, şerê bi Kurdan re da seknadin.
Bi Rêber Apo re serdemeke nû dest pê kir. Li masayek rûniştibûn û nexşereyek derxistibûn. PKK li ser bangê Rêber Apo erkên derdiket pêş wan pêkdanîn. Lê di dewletê de hin pirsgirêk hebûn. Dewleta derveyî norm û dewleta norm di şer de an jî di bazariyan de bûn.
Dewleta derveyî norm naxwaze wan rojên xwe yên bi şatafat winda bike. Ji bo wan aştî, dawiya desthilata wan e.
Li Meclisê di van rojan de dixwazin qanûneke nû ji bo pêvajoyê derbixin.
Lê dewleta derveyî norm midaxeleyî vê qanûnê û naverok wî dike. Li gor aghiyên bi dest dikevin. 10 xal ên di kulîsan de hatin parvekirin de tê xuyakirin şopên vê dewleta derveyî norm jî hene.
Biryarên dewleta norm û derveyî norm MGK’ê de têne dayin. Wa ye me dît di civîna MGK’ê ya 18’ê Hezîranê de jî zimanê wan neguheriye. Pirsa Kurd a sedsalî wekî terorê pênase dikin. Bi vî awayî polîtîkayên şerê taybet dimeşînin. Di mitînga Wan’ê de bersiv hat dayin.
Li hember ev qas kiryar gelo, Kurdên ji nû de şer bidin destpêkirin an na? Bersiv di daxuyaniyên rêveberên PKK’ê de ye. Ew jî dibêjin me rêbazên têkoşîna xwe guhertiye.
Ez bawer im wê destûr nedin pêvajo li gor daxwazên dewleta derveyî norm bimeşe.






