Ronahî Sadûn
Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partî Ebru Gunay tekez kir ku pêvajoya aştiyê zêdetirî salekê ye didome, lê belê keda bi dehê salan e, ji bo wê divê demildest temînatên hiqûqî û demokratîk bên diyarkirin, garantiyên zagonî jî pêdiviyên sereke ne û got, “Armanca me ew e ku em di meha Tîrmehê de zagona çarçoveyî cîbicî bikin.”
Derbarê zagonên ku pêwîst e di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Tirkiyê-Bakurê Kurdistanê bêne nivîsandin, lê di nivîsandina wan de şêwazê derengmayînê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, girêdayî vê mijarê Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partî Ebru Gunay bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Pêvajoya Aştiyê di roja îro de di nava rewşeke çawa de ye, xebatên wê di çi astê de ne, herwiha girîngiya pêşdebirina pêvajoyê çi ye?
Demeke dirêj di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû. Heta niha ji aliyê rayedaran ve û ji aliyê muxataban ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê di vê dema dawiyê de berdevkê AKP’ê Omer Çelîk anî ziman ku di pêvajoyê de gihîştine asteke nûh û di meha Tîrmehê de zagona çarçoveyî dê derkeve. Herwiha Nûman Kûrtûlmûş jî derbarê pêvajoyê de hin agahî dan. Em her carê dibêjin, dîsa bibêjin divê demildest temînatên hiqûqî û demokratîk ji bo pêvajoyê bên diyarkirin. Garantiyên zagonî pêdiviyên sereke ne ji bo pêşdebirina pêvajoyê. Me têra xwe wext wenda kir, êdî divê rojek jî neyê wendakirin. Armanca me ew e ku em di meha Tîrmehê de zagona çarçoveyî cîbicî bikin. Berî her tiştî divê şert û mercên azad ji bo jiyan û xebata Rêber Apo bên terxankirin. Rêber Apo damezrînerê vê pêvajoyê ye, muxatabê sereke ye. Pêdiviyeke hiqûqî ye ku êdî tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî bê rakirin. Kesên ku dixwazin bi wî re hevdîtinê bikin, divê êdî bikarin bi wî re danûstendinê bikin.
Pêvajo ji salekê wêdetir çi di nava Bakurê Kurdistanê de da guhertin û çi heya niha hewcedariya wê bi guhertinê heye lê nehatiye guhertin?
Pêvajo zêdetirî salekê ye didome, lê belê keda bi dehê salan e. Rêber Apo bi dehê salan e ji bo aştî û demokrasiyê dixebite. Gelê Kurd bi dehê salan e ji bo aştiyeke birûmet li ber xwe dide. Em dikarin bibêjin ku rûdanên vê sala dawiyê di serî de hêviya aştî û jiyaneke birûmet mezin kir. Gotara nijadperest a dewletê piçek be jî hat guhertin. Ev bi saya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. Em dizanin ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Girtiyên siyasî hene. Di sirgûnê de gelek rêhevalên me hene. Çavê me û çavê gelê Kurd li rêya wan e. Ev dê bi serketina pêvajoyê biçe serî.
Em dikarin vê yekê bibêjin ku desthilat hinekî sist tevgeriya. Hin tiştên ku divê demildest bihatina kirin, nehatin pêkanîn. Wek nimûne biryarên AIHM û AYM’yê biryarên teqez bûn. Ji bo bicîhanîna van biryaran hewceyê pêvajoyê nebû. Desthilatê dikarî ev biryar bi cî bianiyina û hevalên me serbest berdana. Lê ev nehat kirin. Hevalên me yên girtiyên siyasî yên ku salên xwe temam kirine, lê bi hincetên keyfî nayên berdan, hene. Desthilatê dikarî bêyî guhertina zagonan ev hewcedarî pêk bianiyina.
Girêdayî Pêvajoya Aştiyê diviyabû zagonên Tirkiyê bihatana guhertin û li şûna wê zagonên nû bên nivîsandin ev zagon çi ne, herwiha çima nivîsandina van zagonan tê derengxistin sedemên xwe çi ne?
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dema ku mayînde û serkeftî be, divê zagonên ewlehî û cudakar ên li Tirkiyê tavilê bên guhertin, li şûna wan jî qanûneke giştî ya Çarçoveyî (Qanûna Aştiyê û Qanûna Entegrasyona Demokratîk) were amadekirin. Ev qanûn, garantiya hiqûqî ya pêvajoyê ye û nayê terikandin.
Sedemên derengmayînê em jî dipirsin. Ji aliyê me ve derengmayîn, ji kêmbûna îradeya siyasî ya desthilatê, îtîrazên bloka neteweperest û hewldana belavkirina demê bi şertên wekî “teyîd-tespît”ê tê. Pêvajo bê zemîna hiqûqî nikare pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê qanûna çarçoveyî zû di meha Tîrmehê de bînin Meclisê û berî girtina Meclisê were qebûlkirin. Derengmayîn baweriyê xera dike û xeteriya sabotekirinê zêde dike.
Esasgirtina komareke demokratîk ji Tirkiyê re xwedî çi girîngî ye?
Ji bo siberoja Tirkiyê, Komara Demokratîk xwedî giringiyeke mezin e. Rojhilata Navîn di nav qeyran, şer û pevçûnên giran de ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk di demeke wisa dijwar de wek çirûskekê vêket. Tirkiyê ji bo ku xwe ji nav van şer û aloziyan rizgar bike, hewce ye meseleyên xwe çareser bike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixe û komarê demokratîk bike. Di komara demokratîk de nasname nayên tune hesibandin, ziman nayên înkarkirin, ji bo pêşveçûna zimanan bername û xebatên zagonî tên kirin, rêveberiyên herêmî tê de tên xurtkirin, her kesek xwe aîdî wê komarê dibîne, lê xwedî derdikeve, hebûna xwe bi azadî dikare bijî. Tu kesek ji bo fikir û ramanên xwe nayên girtin. Her gel bi awayekî wekhev tê de cih digire, xizmetê dibîne, nayê cudakirin. Komara demokratîk xwedî van giringiyan e. Tirkiyê ku van mijarên giring çareser bike, ew ê di herêmê de bibe mînakeke pir hêja.
Rastiyeke dîrokî ye; komar ji aliyê me hemûyan ve hat avakirin. Lê kêmasiya komarê nedemokratîkbûna wê ye. Lewre komarê neyartî û neheqî li gelê Kurd û nasmaneyên din kir. Êdî divê ev rewş bi dawî bibe. Ji bo siberoja me ya hevpar, ji bo beşdarbûna bêkêmasî ya hemû gelan, ji bo nasname û çand û zimanê me, avakirina komara demokratîk hewce ye. Ji bo vê jî divê em hemû bê navber bixebitin. Em dizanin ku avabûna Komara Demokratîk ne tenê ji bo Tirkiyê, lê ji bo Rojhilata Navîn bi temamî çareseriyekê dihewîne. Divê her kes bi vê berpirsyariyê nêzîkî meseleyê bibe.






