Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tundiya li ser jinan encama pergala zayendperest e’

01/07/2026
in JIN
A A
‘Tundiya li ser jinan encama pergala zayendperest e’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran

Aktivîsta TJA’yê Hûlya Alokmen Uyanik diyar kir ku tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkeke rojane ye, lê encama pergala zayendperest a ku bi hezaran salan hatiye avakirin û got: “Ji dîrokê heta niha jin her dem bi tundiya mêrê zayendperest re rû bi rû maye. Taybet di van salên dawiyê de tûndiya li ser jin her ku diçe zêdetir dibe.”

Di demên dawiyê de jin dibin qurbanê pergala kujerê Kastîk. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin di bin navê “hezkirin” û “namûsê” de tên kuştin. Di hin cihan de jî tundî, kuştin, tacîz û tecawûzên li hemberî jinan bi awayekî pir dijwar derdikevin holê. Zilamê serdest bi zihniyeta xwe, ya mêrperest jinê di nav çar duwaran de hepis dike. Îro li Tirkiye û Kurdistanê tundiya dewlet mêr, ranta aborî, şer bandora xwe pir zêde li ser desthilatdariya zilam kiriye ku îro tundiya  li ser  jin her diçe zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de Aktivîsta TJA’yê Hûlya Alokmen Uyanik ji rojnameya me re axivî.

‘Di bin navê namûs û hezkirinê de jin rastî tundiyê tên’

Hûlya diyar kir ku bi salane jin rastî tundiya zilaman tên, taybet di van demên dawiyê de ev rewş û bûyerên kuştina jinan bi awayekî pir dijwar derdikeve holê. Got: “Dema ku jin doza mafê xwe dike, rastî tundiyê tê. Bi taybetî jiyana ku civak dixwaze li ser jinê ferz bike, jin wê jiyanê red dike û naxwaze bi wê jiyanê re were hepis kirin. Dema ku jin wê jiyanê napejirîne, dibe qurbanê pergala zayendperest. Di demên dawiyê de kuştina jinan li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Gelek jin hîn jî di bin navê “namus” an “hezkirin” de tên kuştin, lê di bingeha van bûyeran de zihniyeta mêrperest û serdestiya mêr heye. Tacîz, tecawûz û her cure tundiya li hemberî jinan li gelek deveran bi awayekî domdar dewam dike.”

‘Mafê biryarê ji bo jinan nehatiye dayîn’

Hûlya balkêşand ser tekoşîna jinan û got: “Her çiqas di van salên dawiyê de jinan pêşketin û gavên girîng bi dest xistibin jî, di gelek waran de hê jî zihniyeta baviksalar serdeste. Ji ber ku hê jî li gelek cîhan jin di aliyê siyasî, aborî û parvekirina fikr de biçûk tê dîtin. Pergal jinan ji mafên wan dûr dixe. Heta niha jî gelek jin nikarin di nav malbatê de ji bo xwe biryar bidin. Ji ber ku zilam li gor daxwaza xwe jinê dide meşandin. Ev jî encama zihniyeta baviksalar e ku heta roja îro li ser jin û civakê xwe ferz kiriye. Zihniyeta baviksalar jin aniye rewşeke ku her tim mêr mafdar tê dîtin. Li gorî wê, di saziya malbatê û di nav civakê de mafê jinê yê ku xwedî biryar be hên bi temamî nehatiye pejirandin û divê pergala ku jin sûcdar nîşan dide were guhertin.”

‘Pergala zayendperest û astengiyên li pêşiya jinan’

Hûlya bal kişand ser tekoşîna jina û Got “Tekoşîna jina Kurd xwedan dîrokeke kûr û dirêje . Ji aliyê rêxistin û tevgerên jinan ve komale û rêxistinên jinan hatine avakirin. Di hemû qadan de jin rengê xwe didin diyarkirin û bi sîstema hevserokatiyê xebat didomînin. Bi van destkeftiyan re jî hê jî neqebûlkirin û nenaskirina îradeya jin heye. Sîstemên ku ji aliyê zayendperestan ve tê meşandin. Di qadên wek perwerde, hiqûq û zanistê de ku bi hezaran salan zayendperestiya xwe bicîh kirine. Heta ku sîstem û pergal neyê guhertin, wê maf ji jinê re neyê dayîn. Jin bixwaze zilamê xwe berde, nikare, ji ber ku malbat li pêşiya wê asteng e. Heman demê de di aliyê qazanca aborî de jî astengî li pêşiya jinan hene.

‘Dewlet û pergal  li dijî tekoşîna jinane’

Hûlya got ku dewlet û pergalên ku sîstema zayendperestiyê ji xwe re esas girtine, naxwazin ku tekoşîna jinan bilind bibe û bi her awayî dixwazin wê binpê bikin. “Herî dawî ji berdevka TJA’yê Ayşe Gökhan re 19 sal ceza hat dayîn. Ev ceza ne tenê ji bo Ayşe Gökhan hatiye dayîn, lê ji bo tevahiya jinan e. Îro dixwazin di şexsê Ayşe de tekoşîna jina Kurd û femînîstan wek tehdîtekê nîşan bidin. Dibêjin: ‘Hun tekoşîn bikin, em ê jî we di girtîgehan de bigirin. Pergal heta niha ji aliyê tekoşîna jinan ve nehatiye guhertin, ne tenê li Tirkiyeyê, lê bi gelemperî. Ew çi bikin jî, wê nikaribin tekoşîna jinan ji holê rakin. Xebatên jinan dê her tim bidomin.”

‘Jineolojî rênîşaneya Civakeke Azad’

Hûlya di nirxandina xwe de balkêşand ser xebatên jinan û got: “Jineolojî jî di aliyê fikrî de rêyek xilasiyê ye û bingehê civakeke azad ava dike. Li Bakûr di van sê salên dawiyê de, ji bo ku jin xwe bighînin tevahiya jinan, li bajar, gund û kolanan kar û xebat tên meşandin. Ji bo ku jin xwe ji xeteriyan rizgar bikin, saziyên şêwermendiyê hatine avakirin da ku jin xwe ji xeteriyan biparêzin. Di demên dawiyê de Amed, Nisêbîn, Gever û Serhedê çend cih wek bajarên jin hatin ragihandin. Ev proje wê li tevahiya bajaran bibe model da ku jin bikaribin azad bijîn û jiyaneke bê tundî bidomînin. Lazim e jin ne tenê ji bo azadiya xwe tekoşîn bikin, divê ji bo guhertin û veguhertina civakê jî tekoşîn bikin, da ku ew zihniyeta hatiye sepandin ji holê rakin û pergala ku bi hezaran salan hatiye avakirin bi hêza xwe birûxînin.”

‘Modela jinwar û pêşîgirtina li tundiya li ser jinan’

Hûlya di dawiyê de bal kişand li ser xebatên jinan li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê û got:“Ji bo pêşî li kuştina jinan bê girtin, di nav jinên Kurd û femînîstên Tirkiyeyê de nîqaş tên kirin. Modela Jinwar a ku li Rojava hatiye çêkirin, ji bo jinên ku ji aliyê malbatê ve rastî tundiyê tên, cihêkî azad e ku xwe bi xwe birêve dibin. Em jî nîqaş dikin ku çawa ji bo jinên Bakûr û Tirkiyeyê cihên xweparastinê ava bikin. Di çarçoveya Dewleta heyî de şaredariyên jin û rêxistinên jinan têr nake. Ji bo ku pergal ji holê rabe, tekoşîn lazim e. Lazim e tevgerên femînîst her dem xebatên xwe di nav civakê de bimeşînin. Di nav sazî û dernekan de em çiqas xebat bimeşînin jî, wê têrê neke. Lazim e em kolan bi kolan, mal bi mal bigerin, êşa her jinekê nas bikin û xebat bimeşînin. Heman demê de zarok jî dibin qurbana wan komkujiyan. Pergala zayendperest ji ber ku jin û zarokan wek milkê xwe dibîne, wan dikuje. Taybet sazî û rêxistinên jinan lazim e xwe bighînin jinan, bi taybetî jî jinên ciwan, da ku nifşên nû li hember desthilatdariyê xwedî helwest bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.