Navenda Nûçeyan
Nîvgirava Qerm ji serdema dagirkirina Osmanî heya serxwebûn û kontrolkirina Rûsyayê jê ve dîsa bi fermî girêdayî Ukraynayê ye. Ji destpêka şerê Ukrayna û Rûsyayê ve, ev erdnîgarî xwedî girîngiyeke mezin ji bo her du aliyan e û gelek caran rastî êrişan hatiye, îro jî planên Ukraynayê hene ku Qerm ji bin kontrola Rûsyayê derxîne.
Komara Qerm bi fermî beşek ji Ukraynayê ye, li nîvgiravek li başûrê Ukraynayê di navbera Deryaya Reş û Deryaya Azovê de ye. Ew ji rojhilat ve bi Tengava Kêrşê ji Rûsyayê veqetandî ye.
Girîngiya dîrokî ya nîvgirava Qerm
Di destpêka sala 2014’an de, Qerm bû navenda kirîza herî giran a Rojhilat-Rojava ji Şerê Sar û vir ve, bi taybet piştî ku serokê Ukraynayê û alîgirê Rûsyayê Viktor Yanukovych, di xwepêşandanên girse de li Kiyêvê hat têkbirin.
Hêzên ku ji hêla Rûsyayê ve têne piştgirîkirin wê demê destê xwe danîn ser Qerm û niştecihên herêmê bi piranî Rûsên resen in di referandûmekê de deng dan ku tevlî Federasyona Rûsyayê bibin. Lê belê Ukrayna û welatên rojavayî referandom neqanûnî bi nav kirin.
Împeratoriya Rûsyayê di sala 1783’an de di bin serokatiya Katerina mezin de desset danî ser Nîvgirava Qerm û ew heta sala 1954’an beşek ji Rûsyayê ma. Ji bo pêşxistina yekîtiya di navbera Rûs û Ukraynîyan de serokê Sovyetê Nîkîta Khrushchev ew diyarî Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Ukraynayê kir.
Piraniya welatiyên Qerm Rûs in, lê pêkhateyên girîng ên Ukraynî û Tatar jî li wir dijîn.
Nîvgirava Qermê bi sedsalan di bin desthilatdariya Yewnanî û Romayî de bû, lê di sala 1443’an de ew bû navenda dewletek Tatar û paşê ji hêla Osmaniyan ve hate dagirkirin.
Pêşbaziya di navbera hêzên mezin de di nîvê sedsala 19’an de bû sedema Şerê Qermê, tê de Brîtanya û Fransa ji armancên Rûsyayê li Balkanan metirsîdar bûn ku Rûsya bermahiyên Împeratoriya Osmanî yên hilweşiyayî bixe bin serweriya xwe.
Piştî Şoreşa Bolşevîk a 1917’an, Qerm wekî komar di nav Yekîtiya Sovyetê de otonomî wergirt. Berî ku were rizgarkirin di destpêka salên 1940’an de ji hêla Naziyan ve hate dagirkirin.
Koçkirina Tetaran ji nîvgirava Qermê
Rêberê Sovyetê Joseph Stalin Tatarên Qerm bi hevkariya dagirkerên Nazî tawanbar kir û ji ber vê yekê di sala 1944’an de ew sergûnî Asyaya Navîn û Sîbîryayê kirin, di encama vê operasyonê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Heta piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, destûr nehat dayîn ku Tatar vegerin welatê bav û kalên xwe. Dema ku ew vegeriyan hejmara wan nêzîkî 250 hezar bû. Di destpêka salên 1990’î de ew xwe li dewleta nû ya serbixwe ya Ukraynayê dîtin, li wir bi bêkariyê û şert û mercên jiyanî yên dijwar re rû bi rû man. Di encamê de alozî û xwepêşandanên berdewam li ser mafên milk derketin holê ji ber mijara erd li Qirimê ji bo Tataran li Ukraynayê mijarek nakok bû. Piştî ragihandina serxwebûna Ukraynayê, siyasetmedarên Rûsî li Qermê hewl dan ku bi rêya rêzetedbîran têkilîyên nîvgiravê bi Rûsyayê re xurt bikin û serweriya wê xurt bikin, Ukraynayê ev yek ne li gorî destûrê dihesiband.
Destûra Ukraynayê ya 1996’an statuya komara xweser dide Qermê, lê destnîşan dike ku zagonên ku li Qermê bên derxistin divê li gorî zagona Ukraynayê bin.
Qerim xwedî parleman û hikumeta xwe ye û desthilatdariya wê li ser mijarên çandinî, geştiyarî û binesaziyê heye.
Tatarên Qermê xwedî parlementoyeke ne fermî ye, navê wê Meclis e û ew dibêjin armanc jê ew e ku maf û berjewendiyên wan li pêş bixe.
Destpêka rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de
Bendera Sevastopolê baregeheke deryayî ya sereke ye û ji serdema Sovyetê ve baregeha Hêza Deryaya Reş a Rûsyayê ye. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, hêza deryayî di navbera Rûsya û Ukraynayê de hat dabeşkirin.
Hebûna Hêza Deryayî ya Rûsyayê li Sevastopolê ji wê demê ve di navbera Rûsya û Ukraynayê de bûbû sedema rageşiyê. Di sala 2008’an de Ukrayna di bin serokatiya Serokê alîgirê Rojava Viktor Yushchenko de daxwaz kir ku Rûsya di pevçûna xwe ya bi Gurcistanê re ji karanîna Hêza Deryaya Reş dûr bisekine. Her du welatan li hev kirin ku hêza deryayî ya Rûsyayê heta sala 2017’an li Sevastopolê bimîne. Lê belê piştî hilbijartina Viktor Yanukovych ê alîgirê Rûsyayê wekî serokê Ukraynayê di sala 2010’an de Ukrayna qebûl kir ku mayîna hêza Deryaya Reş li Sevastopolê ji sala 2017’an pê ve 25 salan dirêj bike da ku Ukrayîna gaza Rûsyayê bi buhayekî baş bikire.
Di dema dawî de rewşa nîvgirava Qerm
Berpirsên Rûsî di vê heftiyê de ango dawiya meha Pûşperê li Qermê rewşa awarte ya herêmî ragihandin, ev yek jî bi hinceta bandora êrîşên dawî yên Ukraynayê ku bûn sedema kêmbûna sotemenî û elektrîkê.
Ev daxuyanî di demeke ku rayedaran firotina sotemeniyê ji kesan re rawestandine û qutbûna elektrîkê ji ber êrîşên Ukraynayê yên ku rêyên dabînkirinê û saziyên petrolê li seranserê Qermê hedef girtin, çêbû. Lewma biryarek hatiye dayîn ku fermanên ku rewşa awarte ya herêmî li Qermê û bajarê Sevastopolê ragihandine werin îmzekirin. Herwiha Sergei Aksyonov ku hakimê ji hêla Moskowê ve hatibû destnîşankirin di daxuyaniyekê de li ser Telegramê got, “Biryar hat girtin ku rewşa awarte ya herêmî li Komara Qermê û bajarê Sevastopolê were ragihandin. Çarçoveya yasayî ya rewşa awarte dihêle ku pirsgirêkên têkildarî mekenîzmeya xebitandina hemî sektorên girîng di leztirîn dem de werin çareser kirin.”
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di şevekê de 660 dronên Ukraynayê xistine xwarê, di nav wan de li ser Moskow û Qermê jî pêkhatin, ev êriş yek ji hejmarên herî êrişên dijwar ji destpêka pevçûnê di Sibata 2022an de heta roja îro hatine pêkanîn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser medyaya civakî got: “Em her tiştî dikin da ku Rûsyayê neçar bikin ku şer bi dawî bike û edaletê pêkbîne. Qerm di dilê vê siyaseta ku armanc dike edaletê misoger bike de ye.
Li nîvgirava Qermê gelek baregehên leşkerî yên Rûsyayê hene û wekî qadeke sereke ya destpêkirinê şer xizmetê dike.
Zelensky da zanîn ku Ukrayna Rûsyayê ji vê qada destpêkirinê bêpar dihêle û dawî li hewldanên wê yên ji bo normalîzekirina şer tîne.
Ukrayna gelek caran saziyên hilberandin û hinardekirina petrolê yên Rûsyayê hedef digire da ku Kremlinê ji çavkaniyek girîng a dahatê bêpar bike û hewlên xwe yên şer fînanse bike.
Êrîşa ku hefteya borî ji hêla Kiyêvê ve hate destpêkirin bû sedema agirê mezin li parzûngeha petrolê ya li başûr-rojhilatê Moskowê
Rûsyayê ji sala 2014’an de Qermê xist bin serweriya xwe, lê piraniya welatan, di nav de gelek hevalbendên Moskowê, fermiyet nedan vê gavê.
Herêma Deryaya Reş ji bo Vladimir Putin xwedî girîngiyek taybet e, serweriya wî ji Qermê re wekî serkeftinek dîrokî bi nav dike, hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2014’an vir ve Qerm di bin serwiya Rûsyayê de ye. Lê Ukrayna tekez dike ku Qerm beşek yekgirtî ya axa wê ye û dê tu carî bi fermî wê ji dest nede.






