Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi amadebûn endamên saziyan û şêneyên dêrikê, Kongra Star di 30’mîn salvegera şehadeta Zîlan de civînek girseyî li navenda Çand û Hunera Diclayê civîneke girseyî li dar xist.
Kongra Star a bajarê Dêrikê ji bo 30’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan, bi amadebûna rêveber û endamên saziyan li navenda Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê civînek girseyî li dar xist.
Di destpêka civînê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Kongira Star Arjîn Amed 30’emîn salvegera Şehadeta Şehîd Zîlan bi bîr anî û wiha got: “Em îro di şexsê heval Zîlan de hemû şehîdên ku di vê mehê de şehîd ketine bibîr tînin. Em hertim di nav peyv û axaftinên xwe de dibêjin şehîd namirin, ev gotin tê wateyê ku wêneyên van şehîdan di her sazî û malekî de hildayî ye, navê wan li her zarokakî tê kirin û bi wan re jiyan dibe, navên wan li her sazî, dibistan û kolanekî tê kirin ev tê wê wateyê ku şehîdên me nayên jibîrkirin û her tim di dilê me de ne. Rêber Apo di şehadeta her hevalekî de felsefeyek ava kiriye, di şehadeta heval Heqî de PKK’ê ava kir, şehadeta heval Egîd de artêş ava kir, di şehadeta heval Bêrîtan de xeta berxwedaniya jinê da avakirin û di şehadeta Zîlan de jî xeta manefêstoya jiyanê û çalakiya fedayî da avakirin.”
Di berdewamiya Civînê de komîteyê derfet da haziran ku behsa bandora şehadeta Zîlan li ser jiyana wan bikin. Gel jî bi hestekî geş û bi dilekî dagirtî hezkirina xwe anîn ziman û gotin, “Di tevahiya dîrokê de jinên wek Zîlan bi cesaret nehatine dîtin ku bi hemû hêz û îradeya xwe ji bo felsefeya Apoyî û naskirina xetên zirav ên tevgera azadiyê xwe kir feda û bû nimûne ji tevahî cîhanê re, bi taybet tirs kir dilê dewleta Tirk de ku berî her gavekî bavêjin di derheqê tevgera azadiyê de hezar carî bihizirin ji ber jinên mîna Zîlan di nav wan de cihê xwe digrin.”






