Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Zîlan; Xwediyê îradeya xort û jiyana fedayî

30/06/2026
in JIN
A A
Şehîd Zîlan; Xwediyê îradeya xort û jiyana fedayî
Share on FacebookShare on Twitter

Naveda Nûçeyan

Gotina heke jiyan daristanek be, jina fedekar ew koka kûr e ku nahêle dar tune bibe ye; Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiya xwe ya fedayî ev gotin watedartir kir. Ji hezkirina xwe ya jiyanê re çalakiya fedayî kir bi vê yekê re jiyanek nû ji gelê Kurd û jinan re ava kir.

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi taybetmendiyên xwe yê bibandor ji herkesî din cûda bû, ew sembola jina tekoşer û Fedayî ye. Dema ku di 6’ê Gulana 1996’an de li paytexta Şamê Sûriy) hewldaneke sûqaskiri bina bombeyî li dijî Rêber Apo pêk tê biryar dide ku çakaliyek fedayî li dijî vê zihniyata desthiltdar û ji bo dermeyeke mezin li dijmin bixwe bike. Di 30’ê hizêrana 1996’an de li navendeke artêşa Tirk li Dêrsimê xwe diteqîne û çalakiya xwe ya fedayî pêk tîne. Ev çalakiya heval Zîlan dengvedaneke mezin çêkir heval Zîlan bi vê çalakiya xwe re jiyanek nû tijî têkoşîn û serfirazî ji gelê Kurd û jinan re ava kir.

Kurte jiyana Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci)

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 10’ê Tebaxa 1972’an de li gundê Elmalî yê Meletî ji dayîk bû. Ew 7 xwişk û birayek bûn ya herî biçûk şehîd ZÎlan bû. Şehîd Zîlan dibistana Amedehî ya Pîşeyî Tenduristiyê Haydarpaşayê qedand, li nexweşxaneya dewletê a Bîrecîkê ya Rihayê wek teknîksana rontgenê dest bi xebatê dike. Şehîd Zîlan di sala 1990’î de li Zanîngeha Înonu beşa Şêwirmendiya Derûnî û Derûnînasiyê qezanç dike, cihê erka xwe li Nexweşxaneya Dewletê girt, ji aliyekî ve dixebite û ji aliyekî vê jî diçe zanîngehê. Şehîd Zîlan dema ku dibistanê Amedeyî dixwend, eleqeya wê ya bi fikrên çepgir û Kurdbûnê pêşket, di salên zanîngehê de hestên wê ya ji Tevgera Azadiyê re pêş dikeve.

Zîlan ku bi hevalê xwe yê zanîngehê re dizewicî, ​​bi hev re tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibin. Rêheval Zîlan di sala 1995’an de li Dêrsimê tevlî refên Tevgera Azadiyê dibe, beriya wê demekî xebatên eniyê meşandiye. Piştî digihîje gerîla şûnve zanabûna xwe ya teorîk-îdeolojîk, bi rastiya Kurd-Kurdistan, hişmendî û xwesertiya azadiya jinê re dike yek. Zû pêş dikeve, teorîk û pratîkê di nav hev de fêr dibe, hewil dide rastiya Rêber Apo û partiyê hîn kûrtir fêm bike. Pêvajo û xeteriyan hîs dike, rast dixwîne û dinirxîne. Ev hemû taybetmendiyên wê zû tê ferqkirin. Ji perwerdeyên Rêber Apo derbasnebûyînê tu car ji bo xwe wekî kêmasî an jî di pêşiya tevlîbûn û şerkirinê de wekî astengî nedîtiye. Rêheval Zîlan hewildida Rêber Apo ji hevalên jin guhdar bike û fêm bike, bi xwendin û nîqaşkirina dahûrandinan ji kûr ve fêm bike û hewildida derbasî tevgera xwe ya jiyanê bike. Bi vî awayî Heval Zîlan bû şagirt û çalakvana herî bijarte yê Rêber Apo. Tu car mêhkûmî zehmetî û şertên serdemê nebûye, teslîmî nêzîkatiyên bêbawer ên li dijî jinê nebûye, fizîka xwe bi fikrê di mêjiyê xwe de û bi hezkirin û girêdanbûna bi Rêber Apo re bihêz kiriye, fikrên Rêber Apo di xwe de pratîkî kiriye.

‘Helwesta min a jiyanê pir mezin e’

Di 6’ê Gulana 1996’an de li paytexta Şamê (Sûriyê) hewldaneke sûqastiyê ya bombeyî li dijî Rêber Apo ji aliyê berpirsê MÎT’ê Mehmet Eymûr ve pêk hat. Piştî wê heval Zeyneb di nav demekî kurt de ji bo derbeyeke mezin li dijmin bixwe û zextên li ser Rêber Apo rabike bi pilanekê biryar dide ku çalakiyê fedayî bike. Di 30’ê Hezîrana 1996’an de li navendeke artêşa Tirk li Dêrsimê di 8 kîlogram madeyên teqemî (TNT), hesin û du bomeyên destan li xwe pêçand û weke ku ducanî ye derbasî nava navenda artêşa Tirk bû û xwe teqand û çalakiya xwe ya fedayî pêk anî. Di encama vê çalakî û qehremaniyê de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn. Zîlan beriya ku çalakiya xwe li dar bixe, nameyekê ji Rêber Apo û hevalên xwe re dinivisîne û tê wiha dibêje: “Helwesta min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanake bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim. Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaziya azadiya gelê xwe. Ez dixwazim mezinbûna hêrsa xwe ya li hemberê polîtîkaya împeryalîzmê ya ku li ser jinê dimeşîne û dike kole bidim nîşan û bibim sembol û nîşana berxwedana jina Kurdistanê.”

‘Hezkirina mezin a Zîlanê ji jiyanê re wê ber bi çalakiyeke wiha ve bir’

Rêber Apo ji bi van gotinan Şehîd Zîlan pênase dike; “Zîlan sembola kesayeteke serkeftî ye. Yekîtiya serkeftin û jiyanê an jî bi gotinekî din; navê yekkirina serkeftin û evînê ye, wekî sembol wiha ye. Lê ji bo me sembol jî girîng in. Ji sembolên azadiyê re çiqas nirx bê dayîn, heta çiqas bên perestin ewqasî mezin dibin. Ji bo jiyanê çi hatibe mezinkirin di vê çalakiyê de ye. Bawer dike ku azadbûn û xwe avakirin ji vî şerî derbas dibe, bawer dike ku di dema vî şerî de wê jiyan bike û ber bi sînorên jiyanê yên divê bê qebûlkirin ve bilind dibe. Wekî wate, wekî partî bilind dibe. Jiyana ku berê di bin serweriya dijmin de hatiye xêzkirin jixwe heke tiştekî ku hatibe xwelîkirin hebe ew e. Ji bo jiyanê çi hatibe bilindkirin ew jî divir de ye. Tiştên mirî, tiştên pêwîst e bimire, were xwelîkirin hemû hatine hiştin. Tiştên pêwîst e werin bilindkirin, bi rastî jî bi awayekî heybet û şahane derketine holê. Hezkirina wê ya mezin a jiyanê wê biriye çalakiyeke wiha. Heke hezkirina mezin a jiyanê ku xwe dispêre azadiyê û her wiha vejîna wê ya bi jiyanê re negirêdayî be ev biryara çalakiyê nikare bê dayîn. Kesên ji jiyanê hez dikin xwediyê çalakiyên wiha yên mezin in. Kesên dev ji jiyanê berdane tu car nikarin bibin çalakvan û rêxistinkar.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.