Hêvî Keleş/ Qamişlo
Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê ya taxa Hilêliyê yekemîn pêşangeha zanistî ya ku ji hêla xwendekar û lêkolînerê Fakulteyên Endeziyariya Çandiniyê û zanist, her wiha Teknolojiya Xwezayî ve hatine amadekirin li dar xist.
Di 29’ê Hizêranê de Zanîngeha Rojava, li avahiya zanîngeha xwe ya li taxa Hilaliyê li bajarê Qamişlo, pêşangeha xwe ya zanistî ya yekem vekir ku nûjeniyên zanistî, projeyên lêkolînê yên hêja û çareseriyên pratîkî yên ku ji hêla xwendekar û lêkolînerên fakulteyên Endezyariya Çandiniyê û Zanist û Teknolojiya Xwezayî ve hatine pêşxistin nîşan dide. Pêşangeh wê 30’ê Hizêranê bi dawî bibe, ji saet 10’ê. sibehê dest pê dike hata 2’ê nîvro.
Pêşangeh bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin, piştre bi xêrhatina mêvanan ji aliyê komîteya amadekar hate kirin û dest bi vekirina pêşangehê bû, bi beşdariya xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava, her wiha hin ji endamê Rêveberiya Xweser.
Xwendekarên fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknelojiyê komek projeyên zanistî yên pratîkî amade kirine ku bersivê didin pêdiviyên jiyanî û bi pêşketinên teknolojîk re hemdemin û gelek waren giring di nav xwe de dihewinin:
Di warê otomasyon û robotîkê de: Projeyên ji Beşa Mekatronîkê nûjeniyên kalîteyî yen wekî milên robotîk, robotên agirkujiyė, sistemên PLC yên pêşketî, malen jir û çareseriyên teknolojik ji bo piştgiriya kesên xwedan pêdiviyên taybetî dinav xwe de hewandine.
Di zanistên bingehîn de (matematîk û Fîzîk): Lekolînan giranî da ser modelkirina jîwariyê, ji programkirina algorîtmayan di C++ de û sîstemen entegrasyonê di mekanîkê de, heta lêkolîna pergaten enerjiya rojê ya nûjenbar, teknolojiyên kontrola ji dûr ve û sepanîyên Arduino.
Di warên Zanistên jiyan û jîngehê de: Beşa Biyolojiyê lêkolînên meydanî yên li pêş li ser bandorên guherîna avhewayê li ser berhemên stratejîk, vezîvirandina betmahiyan û çandiniya Organîk pêk aniyê û bi vî vî awayî têgehên domdarî û ewlehiyê xurekê xurt kirine.
Di kîmya û pêşesaziyê: Lêkolînên kêmyayî bi qada xwe ya ciherêng sepanî dihat nasîn, ji nanoteknolojiyê, paqijkirina avê û kîmyayî, cinayetî, heta lêkolînên li ser zengbûna metalan, çêkirina krem, dermanan, rûnên bingehîn û analîza matreyalên pêşesaziyê.
Di pêşangehê de cûrbecûr berhemên ku ji aliyê xwendekaran Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî ve hatine çêkirin, hatin pêşandna ji wan bûn: Robotekî zîrek ji bo paqijkirina panelên rojê. Lêkolîneke dizaynkirin û pêkanînê ji bo robotekî ku dikare tiştan li ser pêpelûkan veguhezîne. Otomobileke elektrîkî. Robotekî pêşkêşkirina xwarinê. Robotekî zîrekiya çêkirî (întersaktîf). Kursiyeke elektrîkî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet. Çandiniya zîrek a bi enerjiya rojê ve girêdayî. Kontrolkirina otomobîlekê bi rêya mobaylê (têlefona destan) re. Dîzayna milekî robotík ku tevgerên destan hîs dike. Kontrolkirina otomobilê.















