Hêvî Keleş/Qamişlo
Sernivîskarê Kovara Soryaz Dilşad Murad eşkere kir ku Kovara Soryaz pencereyeke çandî ye ku rastiya civakê vedibêje, çîrok û afirandinên mirovan belge dike, hebûna xwe bi peyameke li ser bingeha gotinên rast û karekî armancdar didomîne.
Bi hemdemiya hemû rewşên ku di demên dawiyê de li Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê de hatine jiyankirin, helbet bandoreke mezin li hemû aliyên jiyanî yên herêmê kirin. Lê li herêmên Rojavayê Kurdistanê ev rewş hîn bêhtir vegeriya sekneke nû, gavavêtinên nû û têgihştina merheleyê. Aliyên wîjeyî û çandî hê bêhtir rêve çû û berhemên xwe yên nû derxistin. Yek ji van berhemên ku hatine dereketin Kovara Soryaz e ku bi çapa xwe ya yekemîn di Adara 2026”an de derxist. Hejmara yekem ku 100 kopî jê hatin çapkirin, mijarên çandî, wêjeyî û hunerî yên cûrbecûr dihewîne. Di nav wan de lêkolînên li ser dîroka Qamişlo di sedsaliya damezrandina wê de, herwiha beşên birêkûpêk ên ku hevpeyvîn, kesayetiyek taybet, lêkolîn, jin û çand, werger, sînema, çîrokên kurt, helbest, baxçeyek zarokan û Pirtûkxaneya Soryaz firt nava xwe.
Kovar herwiha mijarên têkildarî huner, şano, sînema û govendên gelêrî, ji bilî beşên taybetî yên li ser xweza, erdnîgarî û jinan, vedihewîne. Hejmara yekem hilbijartinek dewlemend ji beşên çandî dihewîne. Di beşa Erebî de, lêkolînên rexneyî yên akademîk derdikevin pêş, wek “Şiriyet Elhezif”ya Firas Haj Mihemed û analîzek li ser avahiya hunerî di romana “Layla û Franz” ya Dr. Ahmed Hamdino Mihemed. Beşa lêkolînan ronî dide ser nivîskarên ku “kincê spî”hiştine û Wafiq Safwat Muxtar balê dikişîne ser diyardeya “nivîskarên bijîşk” ên ku kincên xwe yên spî bi qelemê guhertine. Ehmed El-Mu’adin xwendinek ji çîrokên Huseyin El Sanuna pêşkêş dike, di heman demê de Atif Ebdel Mecîd romana “Cosmetic Surgery” ya Zeynab Afîfî dinirxîne û Dr. Ayman El-Daker li ser “Glimpses” a Mustafa Elî Ammar dinivîse. Di beşa wergeran de, Mohsen Ebdul Rahman ji bilî helbestek wergerandî ya helbestvan Kazal Îbrahîm Xidir, nivîsên navdar pêşkêş dike.
Beşa folklor û şanoyê lêkolînek li ser destana “Lawkê Xerîb” û strana gelêrî ya Levantînî “Şank Leyla” pêşkêş dike. Di hejmarê de her wiha daxuyaniyên derhênerên şanoyê yên li ser rewşa niha ya şanoyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hene. Di kovarê de her wiha çîrok û helbestên nivîskarên navdar ên wekî Mihemed Remezan El Cebûr, Murad Najeh Ezîz û Hemdî Amara jî cih girtin. Beşa “Ramanê Azad” gotarên Raxad Cumaa Xelef ên ku rewşa rojnamegeriya Sûriyeyê rexne dikin û gotarên li ser pirsgirêkên jinan ên Kurdistan Yousef jî dihewîne. Di beşa Kurdî de, hejmar bi lêkolînên rexneyî yên kûr ên li ser romanên nivîskar Halim Yûsef, raporên meydanî yên li ser Enstîtuya Bilind a Hunerê ya Jinan li Hesekê û analîzên dîroka sînemaya Kurdî bi rêya fîlma “Zarî” hate cudakirin. Ji bo hên zêdetir em naveroka Kovara Soryaz her wiha armanc û cudabûna wê nas bikin, Sernivîskarê Kovara Soryaz Dilşad Murad ji Rojnameya me re axivî.
‘Kovara Soryaz sê mehan carekê bi çavkaniyên damezrîneran tê weşandin’

Dilşad di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser derxistina kovarê û wiha got: “Derxistina kovara Soryaz di nav şert û mercên siyasî û leşkerî yên aloz de bi serê xwe karekî çandî yê bi zanebûn e. Em bawer dikin ku serxwebûna saziyên medyayê ji bo hêz û pêşkeftina wan a pîşeyî bingehîn e û ev yek me motîve kir ku em bi tevahî li ser bingehek dilxwazî tevî zehmetiyên darayî bixebitin. Ezmûnên me yên berê îspat kirine ku nivîsandin li Rojavayê Kurdistanê wêrekî û baweriyekê hewce dike ku pênûs pira me ya ragihandinê ya herî mayînde ye. Fikra projeyê di sala 2025’an de dest pê kir, dema ku tîma damezrîner rêze şêwirdarî bi 38 nivîskar, lêkolîner, pisporên zimannasî û helbestvanên ji Sûriye, Ewropa û çend welatên Ereb re pêk anîn, bi armanca pêşxistina vîzyonek berfireh ji bo kovarê û destnîşankirina nasnameya wê ya çandî û rewşenbîrî. Berî ku kovar bi fermî di 1’ê Cotmeha 2025”an de were ragihandin û derî ji bo wergirtina beşdariyên edebî û çandî were vekirin, damezrînerên kovarê bi rêya name û WhatsAppê bi nivîskar û lêkolîneran re têkilî danîn. Kovara Soryaz sê mehan carekê bi çavkaniyên damezrîneran tê weşandin û hejmara yekem di 15’ê Adara 2026”an de, ku bi demsala biharê re hevdem bû, hate çapkirin.”
‘Em bi israr berdewam dikin, bi baweriya ku rastî dê bi ser bikeve’
Sernivîskarê Kovara Soryaz Dilşad axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Komîteya edîtoriyê naveroka jimareya duyemîn temam kiriye, ku dê nîqaşeke wêrek li ser “Nasnameya Kurdî li Sûriyeyê, Ji Înkarkirinê Ber Bi Hebûnê Ve”, digel beşa duyemîn a raporên me yên li ser sedsaliya Qamişlo, pêşkêş bike. Em bi israr berdewam dikin, bi baweriya ku rastî dê bi ser bikeve. Ji destpêkê ve, me peymaneke exlaqî ava kir ku tundrewiyê di hemî awayên wê de û gotinên nefretê yên li dijî komên civakî û etnîkî red dike. Soryaz, nivîskarên ciwan û jin hembêz dike û em hewl didin ku bibin dengek ji bo her kesekî afirîner, bêyî ku paşxaneya wan çi be. Komîteya şêwirmendiya me ji dehan kesayetiyên navdar pêk tê û em di pêvajoya berfirehkirina wê de ne da ku navdarên wêjeyî ji Başûrê Kurdistana û welatên din jî tê de bin, da ku danûstandinek rastîn a çandan pêş bixin.”






