Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Rêvebera Korsên Quranê Rîhan Omer diyar kir ku pêwîst e zarok îslama rast ji ya radîkal nas bikin, lewma Navenda Ol û Baweriyan barê fêrkirina zarokan li ser îslama rast girt ser milê xwe.

Quran pirtûka hidayetê û destûra jiyanê ye. Fêrbûn û fêrkirina wê di civaka îslamî de wekî yek ji pîroztirîn û bi qedrtirîn karan tê pejirandin. Wekî ku Hizret Mihemed jî gotiye: “Baştirînê we ew e ku fêrî Quranê bibe û Quranê fêrî kesên din bike.” Ji ber vê yekê, vekirin û birêvebirina korsên Quranê xizmeteke mezin e ji bo parastina nasnameya manewî ya civakê.

Di derbarî dayîna korsên Quranê di mehên havînê de, rêvebera Korsên Quranê Rîhan Omer ji Rojnameya me re axivî.

Korsên Quranê pêngaveke pîroz e

Rîhan Omer anî ziman ku dayîna korsên Quranê pêngaveke pîroz e ku civakê ber bi ronahiya manewî û exlaqî ve dibe. Ev xizmet ne tenê fêrbûna xwendina tîpan e, avakirina nifşekî xwedî rûmet, zanyar û dilovan e ku li ser nirxên bilind yên îslamî mezin dibe û wiha got: “Niha demsala Havînî ye, Navenda Ol û Baweriyê dixwaze zarokan fêrî pirtûka pîroz bike, dema dibistan bi dawî dibe tu erkê zarokan namîne, li kolana ne û fêrî tiştên nebaş dibin, lewma me ev kors ji wan re vekirin, da ku him ji xwendinê dûr nekevin him jî nas bikin di pirtûka pîroz de çi heye û îslam olekî çawa ye. Herwiha piştî derketina DAIŞ’ê îslam li ber çavên herkesî reş bû, ji ber ku DAIŞ’ê îslameke radîkal belav dikir û li gor xwe rê û rêgez datanîn. Em jî niha zarokan fêrî îslama rast ya ku xwedê û hizret bang pê kirîn çi ye, dikin.”

‘Her netewek xwedî bîr û baweriyekê ye’

Rêvebera Korsên Quranê Rîhan Omer axaftinên xwe domandin û wiha got: “Em zarokan fêr dikin ku xwedî li dê û bav, cîran û derdora xwe derkevin û wekhevî di navbera wan û netewên din de hebe. Ji ber ku her netewek xwedî bîr û baweriyekê ye û pêwîst e mirov rêzgirtina wan bigre. Herwiha ji bo bilindkirina hestên kêfxweşiyê li cem zarokan, em her çend rojan wek çalakiyan li dardixin tê de pirsan ji wan dikin û wan xelat dikin, ev yek dihêle ku asta zîrekbûn û fikrandinê li cem zarokan zêde bibe. Bernameyê korsên quranê jî wiha ye ku ji sibehê heya nîvro korsên quranê didin keçan û ji piştî nîvro em didin kuran. Armanca me ew e ku em dixwazin zarokan li ser perwerdeyeke rast mezin bikin, li kêlek wê jî xwendina quranê xwedî taybetmendiyeke cûdaye.”

Rêvebera Korsên Quranê Rîhan Omer axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Hizret dibêje; Dê û bavên ku zarokên xwe rêdikin ji bo quranê fêr bibin, roja qiyametê xwedê cihê dê û bavên wan dike buhişt û tacek ji lûlû û mircan datîne li ser serê wan ku tevahiya buhiştê pê ronî bibe. Em bi hêvîne ku zarok hemû berê xwe bidin korsên quranê, da ku başî û xweşî di dil û mêjiyê wan de were çandin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.