Ji Pênusa jinên lêkolînvan
Komara Agiriyê yan Komara Araratê (1927-1931) yek ji dewletên Kurd ên dîrokî ye. Di pêvajoya Serhildana Agiriyê de ji aliyê tevgera Kurd ve hatiye îlan kirin. Gelê Kurd piştî têkçûyîna Osmanî wekî gelên din li azadiya xwe digere. Gorî peymana Sevrê mafê Kurd û Ermeniyan ên dewletbûnê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû pejirandin. Lê di praktîkê de Tirkan nedixwastin Kurd bibin xwedî dewlet û ji bo wê jî çi ji destê wan bihata dikirin. Bi şikestina tevgera di bin pêşengtiya Şêx Seîd de, navenda doza azadiya Kurdistanê bû Agirî. Serokê Kurd Îhsan Nûrî Paşa tevger û şereke nûjen dida û roj bi roj Kurd berî bi serkeftinê diçûn. Tê zanîn ku rêxistina Xoybûnê serhildan birêvedibir. Xoybûn îlan kirina Komara Agiriyê (li Ewropa Komara Araratê dihate binavkirin û pirranî wisa tê zanîn) bi fermî kir. Komar dê sazûmaniyeke demokratîk avabikira û Kurd û Ermenî di nava dostanî û têkildariyê de bijiyan.
Bro Heskî Têlî (Îbrahîm Heskî) bû serokê birêvebiriya avakirina hikûmetê û karên sîvîl. Herwekî Temir Axa wekî serokê artêşê û berpirsiyarê birêvebiriya avakirina karên leşkerî hate peywirdar kirin. Bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Îranê hêza Kurdan hate şikestin û serhildan têkçû. Lê heya sala 1931′ jî ala Komara Agiriyê her dihate pêldan. Komara Kurdistanê ya Mehabadê. Ala Komara Mehabadê Di nava sedsala 20 an de, piştî hukumeta Başûrê Kurdistanê ku şêx Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo Kurdan bû tecrûbeyek duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê, feda kirin. Di 22’ê çileya sala 1946’an de, berî 53 salan weke îro, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mehabad, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin. 13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Desturabingehîn a komarê zelal kirin.
Komara Mehabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir-jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mahabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û Gel-jî, artêşa welêt sazkir. Hukumeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leûkerî-jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê-jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14 ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktif leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî-jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be-jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê. Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16’ê Mijdara sala 1946’an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan.
Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17’ê Kanuna sal 1946’an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû: “Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ezê têbikoşim” Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mehabadê hatibû îlan kirin, di 31’ê Adara sala 1947’an de, hatin dardekirin. Her çiqasî qalkirina wan dîrokan zor û zehmet be jî lê tekez gerek were gotin, nivisandin û xwendin, ji bo ku zarok û neviyên Kurdan wê rastiyê fambikin û bi rengekî rast û siyaseteke xurt û encamp gir; berdewam bikin tekez em Kurdên çaxdaş ti dewletê weke desthilatdar naxwazin. Tenê û tenê em azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin ji berk u ti gelê feyde ji dewletan nekiriye û dewlet her bûne sedema şer, kuştin û talanê.
Em jî weke zarok û neviyên wan mirovên mezin, zana û fehman dibêjin li ser ezmûna pêşiyên xwe jî emê rastiyê bi şopînin û ji bo pergaleke democrat têkoşîn bikin; ji xwe Rêber Apo ew hemû serhildanên Kurdan şopandin û lêkolîn kirin û gihaşte rastiya bêka çima, gelê Kurd her tim binkeftî bû û li ser wê bingehî ji merepêvajoya çareseriya aşîtî û civaka demokratîk destpê kir. Em jî bi zanebûn û felsefa Apogerî têkoşîn dikin û çare jî xelas nabin û emê jî li pey wan dewletên li ser, xala Kurdistanê bin û her emê bêşerî û bê kuştinê ferz bikin û ger hate xwestin emê: şer jî bikin lê hedefa me demokrasî, wekhevî û azadiye.






