Navenda Nûçeyan
Pêla hewaya germ a li rojavayê Ewropayê ji astên normal derbas bûye. Li Fransayê bilintirîn rêjeyên germahiyê hate tomarkirin û welatên din ên Ewropayê jî dest bi standina tedbîrên derasayî kirin.
Tirên rawestiyane, bajarên mezin di bin înzara sor de ne. Ewropa bi pêlek germahiyê ya bêhempa re rû bi rû ye ku germahî ji 40 pileya Celsius derbas dibe, herwiha dibe sedema mirinan û girtina tesîsên girîng.
Ji sedî 90 zêdetir welatiyên Fransî bandor bûne
Li Fransayê, Serokwezîr Sebastien Lecornu roja Sêşemê (23’ê Hezîrana 2026’an) ragihand ku ji 18’ê Hezîranê ve 40 kes ji ber pêla germahiyê ya dijwar jiyana xwe dest dane, di nav wan de zarok û kesên bi temen mezin jî hene.
Di heman demê de Fransayê roja çarşemê (24’ê Heîzrana 2026’an) li ser hev çar caran hişyariya hewayê germ da. Li seranserê welêt ji bo 58 bajaran hişyariya asta herî bilind hate dayîn, li gel herêmên ku di bin hişyariya torincî de ne jî zêdetirî ji sedî 90’ê nifûsê bi germahiya zêde re rû bi rû mane.
Saziya Meteorolojiyê ya Fransayê (Meteo-France) diyar kir ku roja duşemê ‘roja herî germ’ a ji sala 1947’an ve bû. Rêjeya nîvekî ya germahiyên li seranserê welêt gihîşt 29,8 pileyan û ji rekorên salên 2003 û 2019’an derbas kirin.
Li herêmên rojava asta germahiyê ji 40 pileyî derbas bû û li gelek deveran pileya germahiyê weke 39 û 41 hatin tomarkirin.
Şewatên daristanan û pirsgirêkên enerjiyê
Ji ber germahiyên zêde li hin herêmên Fransayê şewatên daristanan çêbûn. Hate ragihandin ku ji ber germahiyên zêde û kêmbûna çavkaniyên avê hilberîna santralên nukleerê jî hatine kêmkirin.
Li Îtalya û Spanyayê alarma sor
Wezareta Tenduristiyê ya Îtalyayê li 16 bajaran alarma hewayê germ da. Di serî de Bologna, Floransa, Milano û Torino li gelek bajaran bi rojan e germahî li ser 35 dereyan e.
Rayedaran bang kirin ku welatî di saetên nava rojê yên gelekî germ de dernekevin derve, xwarinên sivik bixwin û gelekî avê vexwin.
Li Spanyayê jî saziya meteorolojiyê ya neteweyî AEMET’ê li gelek deveran hişyariya alarma sor û torincî (rengê pirteqalî) da. Tê payîn ku li Nîvgirava Îber û Mayorkayê germahî bigihîjin 40 dereceyan.
Belçîka, Almanya û Îngilistan jî bandor bûn
Li Belçîkayê yek ji sembola Brukselê Atomîûm, ji ber germahiyên zêde saetên xwe yên serdanê kêm kirin. Li Parîsê jî ji bo Mûzexaneya Louvre û Qûleya Eyfelê heman tedbîr hatin girtin.
Li Almanyayê serwîsên meteorolojiyê hişyarî dan ku dibe germahî heya 39 dereceyan bilind bibin.
Li hin herêmên Îngilistanê jî dereceyên germahiyê gihîştin astên şikandina rekoran û hat diyarkirin ku wê têkildarî cil û bergên xwendekaran hin sererastkirin werin kirin.
Hewayê germ ber bi Ewropayê ve diçe
Pisporên meteorolojiyê diyar dikin ku pêla hewayê germ wê di rojên pêş de ber bi rojhilatê Ewropayê ve biçe. Welatên weke Hollanda, Polonya, Avûsturya, Xirvatistan û Macaristan jî ji bo germahiya zêde amadehiyên xwe dikin.
Niqaşên derheqê krîza avûhewayê dubare di rojevê de ne
Pispor destnîşan dikin ku bûyerên hewayê germ ên li Ewropayê her ku diçe zêde dibin bi guherîna avûhewayê re têkildar in.
Li gorî Coprenicus a serwîsa çavdêriya avûhewayê ya Yekîtiya Ewropayê, Ewropa di pozîsyona parzemîna ku li gorî navîniya gerdûnî du qatan leztir germ dibe de ye. Tê diyarkirin ku ji ber vê yekê pêlên hewayê germ, ziwabûn û bûyerên hewayî yên derasayî wê di salên pêş de zêdetir xwe nîşan bidin.






