Navenda Nûçeyan
Ji destpêka salê û vir ve li Erebistana Siûdî 100 kes hatin darvekirin. Di heman demê de bi dehan kes jî hîn ji ber sûcên têkildarî madeyên hişberê bi cezayê mirinê re rû bi rû ne.
Wezareta Karên Hundir a Erebistana Siûdî bi daxuyaniyek ragihand ku roja sêşemê 23’ê meha Pûşperê, 7 kes hatin darvekirin û hat gotin ku ji kesên hatin darvekirin pênc jê bi sûcdariya bazirganiya madeyên hişbirê hatibûn mehkûmkirin. Bi vî rengî ji destpêka sala 2026’an û vir hejmara kesên li Erebistana Siûdî hatine darvekirin gihîşt 100 kesî.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev hejmar weke ‘Qonaxeke tarî ya asta dijberiya hiqûqê û bikaranîna cezayê mirinê ji aliyê otorîteran ve’ pênase kir. Li gorî daneyên AFP’ê, ji 100 kesên ku ji destpêka salê û vir ve hatine darvekirin 65 ji wan ji sûcê madeyên hişbirê hikum xwaribûn.
Kesên biyanî barê herî giran hilgirtin
Hat ragihandin ku ji kesên hatine darvekirin 52 ji wan biyanî bûn. Mirovên ji Etiyopya, Pakistan, Sûdan, Yemen û Sûriyê di nava kesên hatin darvekirin de hebûn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya dawî de ragihand ku herî kêm 63 mehkûmên Etiyopyayî yên li girtîgeheke li başûr-rojavayê Erebistana Siûdî têne ragirtin û bi sûcdariya narkotîkê hatine mehkûmkirin, dibe ku di demeke nêz de bêne darvekirin. Rêxistinê bang kir ku cezayê darvekirinê bê rawestandin û doz li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî jinûve bêne nirxandin.
Divê ev kiriyên hovane bêne rawestandin
Rêxistinê ev yek destnîşan kir: “Pêla darvekirinan li Erebistana Siûdî meyleke cîhanî ya xeternak a zêdebûna girêdayîbûna bi cezayê darvekirinê ji ber polîtîkayên cezayî yên têkildarî madeyên hişberê, nîşan dide. Divê civaka navneteweyî bi awayekî bê guman li dijî van darvekirinên neqanûnî derkeve, di heman demê de divê Erebistana Siûdî tavilê li ser karanîna vê cezayê hovane û bêveger wekî gaveke yekem a girîng ber bi rakirina wê ve raghîne.”
Di navbera 1’ê Çile û 22’ê Hezîrana 2026’an de, Erebistana Siûdî 96 darvekirin pêk anîne, ku 61 ji wan ji ber sûcên têkildarî madeyên hişberê bûn. Ji kesên ku ji ber sûcên têkildarî madeyên hişberê hatine darvekirin 39 welatiyên biyanî yên ji Etiyopya (7), ji Pakistan (7), Sûdan (5), Urdin (4) û Sûriyê (3) bûn. Di heman demê de ji neteweyên din jî hebûn. Heriwha 22 kes welatiyên Siûdî bûn.
Piştî Çîn û Îranê, Erebistana Siudî di rêza sêyemîn de ye
Erebistana Siûdî yek ji welatên cîhanê ye ku di warê darvekirinê de yê herî pêşîn e. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tenê di sala 2025’an de li Erebistana Siûdî herî kêm 356 darvekirin tomar kiriye, ku ev hejmar du qat ji hejmara ku di sala 2024’an de hatiye tomarkirin (122) zêdetir e.
Di navbera Çileya 2014 û Hezîrana 2026’an de, rayedaran 2 hezar û 84 kes darve kirin. Welatiyên biyanî bi awayekî nehevseng bandor bûn, ku di sala 2024’an de ji sedî 75 û di sala 2025’an de ji sedî 78 darvekirinên têkildarî madeyên hişber pêk anîn.
Erebistana Siûdî li gorî hejmara darvekirinên çar salên dawî li cîhanê piştî Çîn û Îranê di reza sêyemîn de ye.
Rêxistina Efûya Navneteweyî nerazîbûna xwe dubare kir
Rêxistina Efûya Navneteweyî di hemû şert û mercan de û bê îstîsna nerazîbûna xwe ya li dijî cezayê mirinê dubare kir û tekez kir ku ew kampanyayên xwe yên navneteweyî ji bo rakirina tevahî ya vê cezayê didomîne, ji ber ku ew cezayek hovane û bêveger e û binpêkirina mafê jiyanê pêk tîne.






