Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema em jin xwe dahurandin bikin dibe dahurandina hemû civakê

28/06/2026
in Serbest
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Amûdê

Ger ku em ji kesayetê xwe de destpê bikin û derkevin rêkê de, tekez wê guhertin û veguhertin ji bo me jinan weke çalaki hesan be lê ku em ji kesayeta xwe de destpê nekin û em her li derûdora; xwe her bigerin û wan tewanbar bikin wê demê jî wê tu guhertin û veguhertin, pêkan nebe û wê hemû xapandin û ji rê derketinbe. Ji ber wê tekez pêdivî heye ku em ji kesayeta xwe de destpêbikin û xwe ji warê fikrî, ruhî û jiyanî de lêpirsîn bikin; hun dizanin ku em hemû jî tewanbarin. Dibe ku hun pirs bikin çima gelo em tewanbarin başe ezê ji were vekim vê mijarê û ez bawerim ku hunê jî di nerînên xwe de hevkariya min bikin.

 

Weke ku me famkir mirovahî û herî zede jî jin ev 30 hezar salin ku dibin zordariya zilamê nîçîrvan de hatiye, kole kirin û di şexsê jinê de jî civak hatiye kole kirin û heyanî ku Rêber Apo qala wê nekir me haj livê rastiya dîrokî nebûye û dema ku; mirov haj  lênebe ji xwe gazinc jî ji mirovan nabe lê dema ku mirov haj li wan rastiyan bû; gerek wan rêbazên kevnar û desthilatdariya zilamê tundrew û kujerê kastîk, hew qebûl bike û li hemberî wê rastiyê şiyar be û têkoşîn bike. Ji bo ku tişta ku hatiye jiyan kirin biguhere û dawiyê jî lêbîne. Lê mixabin di kesayeta me ya îroyîn de xemsariyeke pir mezin çêbûye û wiha li mirovan, hatiye kur eş û sipî li cem wan weke heve û ev jî pir xeternake û gerek şîyar bûneke pir xurt li ser vê mijarê were çêkirin.

 

Pergala desthilatdar û xasok ewqasî li ser hişê mirovan rawestiya ye ku, dizane wê bi şerê xwe yê taybet mirovan çawa bandor bike û li gorî dile wan; jî şerbete bide wan carnan dema ku zarokên dayikê xew nakin dayik gelek rêbazan, bikartîne û şerbet jî dinavê de gelek tişt dide zarokê xwe û dayik li wir famdike bêka zaroka wê bi çi bandor dibe û wê ew jî çawa zarokên xwe bandor bike û wan bide meşandin. Ji xwe pergala desthilatdarî jî hema wiha dike û dizane bêka wê çawa mirovan di warê, hişmendî de bandor bike û wan bike xewde dibe ku ev nimune pir; qels be jî yanî dayik û pergal dana berhev ji xwe qet pergala dayikê û pergala zilamê serwer weke hevdû nîne, lê weke nimune min xwest ku ez bidim û dibe ku baştir were famkirin.

 

Ji xwe dayik ji bo ku rabe haziriyê malê û xwar û barê bike wiha, ji dilekî pir saf dike û pêdiviyeke zaroke jî ku pir baş xew bike ji bo ku bedena; wî baş pêşbikeve û rebît be jî giringe lê pergala zilamê desthilatdar hemû civakê, dike nava xewda giran de ji bo ku rastiya wan a kujerê kastîk nebinin û ji wan re îtaetê û sertewandinê bikin. Pergal vêya bi nêteke pir xerab û xasok dike û tişta herî xerabtir jî ewe ku, civak evîndarê wê pergalê be yan jî hewilde ku weke wan kujerên kastîk; bibin bêguman civak wan kujerên kevnar û tund nasnakin ji xwe ger ku, nasîbana teke wê wan qebûl jî nekrana naxwe tişta ku pêdivî heye ku tekez were kirin jî ewe ku ferd û civak, pir baş werin perxwede kirin. Pergala desthilatdar a zilamê xapoker jî civak û ferde wê gelekî, perwerde kiriye û ji Musa Qadîn bigire û heyanî zanîngehên pergalê yên roja îro hemû; armancên xwe kedîkirina ferde civakê ye ji bo ku ew ferd jî xwe li ser, civakê ferz bikin û dinava wan de çînan çêbikin ji bo ku dinava civakê de ferq û cudayetî çêbikin.

 

Li welatê Sumeran Zîgurat çêkirin û keyê wan ê yekemin binasnav, Gilgamiş zilamê weke gamêşekî gir û bi heybet di serî de bi rêbazê xwe yê zilamane; jinan bandor dike û wan bi darê zorê dike bin siya xwe de û paşî hemû civakê jî weke jinan dike kole û li ser wan serweriyê dike û ên ku bi van karan radibin jî zilamên kal ên ku, li hemberî jinan hesud dibin û ciwanên zilam û jin li hemberî dayika xwedawend Îştar, birêxistin dikin û komploya yekem wiha destpê dike.

Tekez di serî de pêdivî heye ku em weke jin xwe lêhurbûn bikin, ji bo ku em di serî de xwe weke zayend nasbikin û piştî ku me xwe naskir emê zilamên; xasok û komploger jî binasin û wê deme jî emê pergala desthilatdar a ku nunertiya wan, zilaman dike jî binasin û emê li hemberî wê têkoşîn bikin. Her çiqasî em weke jin û civak jî dinavê de dibêjin ku me desthilatdarî famkiriye û em, li dijî wê têkoşîn dikin jî lê mixabin hîna jî em pir baş pergalê famnakin; ji xwe ger ku em fambikin emê têkoşîneke pir xurt bimeşînin û emê serkeftî bin, ji ber yê ku dijminê xwe nasbike tekez wê pir bi tundî li dijî wî têkoşîn bike û wê sekin û hedan jî lê nebe.

 

Lê mixabin em pir aramin û weke ku her dever gul û gulîstane, jî em nêzîkatî raber dikin û ev jî nenaskirina me ji me re weke xwebûn tê û ger ku em xwe; nasnekin bêguman emê nikaribin pergalê jî nasbikin û li hemberî wê jî têkoşîn bikin. Û tişta ku herî zora mirovan diçe û mirov ji xwe jî hêrs dibe jî ewe ku em xwedî Rêberekî weke Rêber Apo ne ku, dinava 24 katjimêran de têkoşîn dike û her katjimêrekê jî şoreşekê dinava xwe de çêdike û ewqasî jî herikbare; lê mixabin em pir berevajî kesayeta Rêberê xwe nebe û ev jî dihêle ku, em şermoke bin û wijdan ezabî jî bikişînin. Ger ku miletek Rêberekî wan weke Rêber Apo hebe û di rewşa me debin, birastî ji bo me şermeke pir mezine û em pir xemsar û dogmatîkin yanî fikren me dinava; pergala desthilatdar û hişmendiya wê de eliqî maye û cemidiye.

 

Ji ber wê guhertin û veguhertina me pir lawaze û meşa me jî weke ya kusiye, ji xwe gelek caran jî em li şuna xwe dihejmêrin û newêrin gavan jî bavêjin. Û ewqasî zanebûn, felsefe, îlîm û hunera siyasetêç li cem Rêberê me heye û weke deryayekê diherike û em jî weke buza; çiyayê Sîbîrya cemidîne û mejiyê me dinava qalibê teng de maye! Lê gerek em li do negirîn û em bibêjin em zarokên îro ne û em li ser xwe lêhurbûn bikin û li xwe, mukur werin û rexnedayîna xwe bidin ji bo ku fuikir û xebatên me herikbar bibin û em; gavên xurt bavêjin û pergala zilamê serwer ji ser jiyana xwe rakin û em wê xençera di pişta xwe de jî derxînin û xwe ji êşa wê rizgar bikin, ji bo ku em di warê wijdan de jî rihet bibin û em xizmeta paşeroja zarokên rojê bikin û ji wan re jiyaneke wekhev, azad û demokratik avabikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.