Aya Idrîs Elmecîd
Zimanê Kurdî ne tenê axaftin an jî xwendin û nivîsandine , zimanê Kurdî hebûna gelê Kurd e ,Kurdan salên dirêj ji bo parastina zimanê xwe canê xwe kirin fedayê ziman, hebûn û nasnameye xwe. Di dema rêjîma baas de Kurd bi hisret bûn ku bi zimanê xwe biaxifin heya ku bi hisret bûn jî ku bêjin em Kurd in , her ev êş di dilê Kurdan de bû ji ber ku tiştê herî zehmet tu li ser axa welatê xwe bijî, lê desthiladar nehêlin ku tu bi ziman , nasname , çand xwe were naskirin , ev êş tenê gelê Kurd dizane eger em dîrokê baş bixwînin û lêkolîn bikin em ê bibînin Kurd tevî ewqas zor û zehmetiyan wan neheqiya derheqê wan de hatiye kirin qebûl nekirin. Kurdên agir û rojê dest ji mafê hebûna jiyan xwe bernedan ji ber ku maf ne bi xêrê tê stendin lê bi berxwedanî û lehengiyê tê bidest xistin Kurdan bi vî rengî di dema desthiladariya baas de zimanê xwe parastin ji wê demê heyanî şoreşa Rojava Kurdan destkeftiyek pir mezin bidestxis ku êdî dawî li zilmê anîn û bi fermî di dibistan û zanîngehan de fêrî zimanê xwe bûn. Êdî Kurd di vir de gotin : xewn û xeyalê me û yê bav û kalê me pêk hatin li şûna êş û birîna di dilê Kurdan de kêf û şahî cihê xwe girt ji ber ku ew keda şehîdan li erdê vala nerijiya lê bi xwîna van şehîdan gelên Kurd hebûna xwe misoger kirin, niha jî her kurdek welatparêz xwedî li Kurdatiya xwe derdikeve û diparêze ji ber ku qelenê zimanê Kurdî xwîna şehîdan e. Ji bo vê yekê em Kurd bi zimanê xwe yê pîroz serbilind in, dîsa jî em derbasî pêvajoyek nû dibin ew jî bi hatina hukmeta demkî re ku heman rêbazê sîstema rêjîma baas dimeşîne û dixwaze zimanê Kurdan qir bike lê bila hukmeta demkî dîroka berxwedaniya Kurdan baş bixwîne di seranserî dîrokê de heya roja me ya îro de gelên Kurd ji pey doza Kurdatiyê maf çand û zimanê xwe ve venegeriyane , ji bo wê em ji hukmeta demkî re dibêjin bi lîstokên xwe yê qirêj nêzî zimanê Kurdî û nasnameye Kurdan nebe, ji ber ku wê Kurd mafê xwe ji hundirê reşika çavê we derxe eger hûn nêzî mafê Kurdan bibin.






