Remazan Ölçen
Em di serdemeke wisa de ne ku bajarên mezin bûne girtîgehên ji betonê, polîtîkayên neolîberal her tiştî dikin malê bazarê û mirov gav bi gav veduguhere otomatê. Cîhan di nav qeyraneke kûr a wateyê de ye. Çîrokên ku berê mirovatî li dora êgir dicivandin, îro di bin zexta lezgînî û xerckirinê de pûç dibin. Em êdî nikarin tiştên nû bixwînin, an jî gava em dixwînin, em nikarin li ser kûr bibin. Çand, huner û edebiyat di bin dorpêçeke mezin de ne.
Lê belê, di nîvê vê tariyê de, ronahiyek ji xaka qedîm a Kurdistanê hildibe. Gelê kurd, tevî ku hîna jî di bin hovîtiya sînoran, qedexeyan û polîtîkayên pişaftinê de dinale û ji bo azadiya xwe hîn jî têdikoşe, sîstema alternatîf a jiyanê jî ava dike. Paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, ne tenê manîfestoyeke siyasî ye; ew di heman demê de şoreşeke ziman, hîskirin û afirandinê ye. Ev felsefe, li hemberî hişmendiya kapîtalîst ku her tiştî mîna makîneyê dibîne, can dide her hevoka ku ji pênûsa nivîskarekî/ê kurd derdikeve.
Di vê sedsalê de, ji bo me kurdan edebiyat ne tenê amûreke estetîk e. Ew qada herî xurt a liberxwedan û afirandina wateyê ye. Gava Cegerxwîn, Feqiyê Teyran an jî dengê şoreşger ê jinê yê îroyîn di helbestekê de zindî dibe, em sînorên betonî yên sîstema modern diçirînin. Çîrok û romanên kurdî yên ku îro têne nivîsandin, neynika jiyaneke nû ne ku tê de jin ne kole ye, xweza ne qada talanê ye û mirov ne otomat e.
“Zimanê me, welatê me yê yekem e. Û gava em bi kurdî xeyalan dikin, em cîhaneke ku kapîtalîzmê her tiştê wê talan kiriye, ji nû ve ava dikin.”
Edebiyata kurdî bi helbestê re dibe qêrînek, bi çîrokê re dibe bîreke ku nayê jêbirin. Her hevoka ku li hemberî mekanîkbûna modernîteyê tê rêsandin, tovekî nû ye ku di dilê vî welatî de şîn dibe.
Lê belê, ev hewldana afirandia wateyê nabe ku tenê di navbera du bergên pirtûkan de bimîne. Jiyana nû ya ku em behs dikin, di hevdîtin, nîqaş û çalakiyên çandî de divê geş bibe. Tevî hemû astengî, qedexe û zextên li ser weşangeriya kurdî, weşanxaneyên me îro dibin baregên vê berxwedana hunerî. Bi destek û teşwiqa civakê divê hîn bêhtir giranî bidin hevdîtinên nivîkar û xwendevanan.
Li pirtûkxaneyên Amedê, Qamişlo, Hewlêr, Wanê û Ewropayê û hwd, çalakiyên weşanxaneyan û hevdîtinên nivîskar-xwendevanan, ji sînorên bazarê yên klasîk lazim e derkevin. Ev der ne tenê cihên firotina pirtûkan in; ew qadên komunal in ku tê de felsefeya azadiyê, êş û hêviyên gelê kurd divê bên nîqaşkirin. Gava xwendevanek û nivîskarek li dora maseyekê rûdinên û li ser çîrokeke ku behsa hebûn û êş û azadiyê dike, ew tenê li ser edebiyatê niaxivin; ew “jiyana nû” bi hev re dirêsin. Ev platform, mekanîkbûna ku neolîberalîzmê ferz kiriye parçe dike û têkiliyeke rastîn, bi giyan û bi wate di navbera mirovan de ava dike.
Em ne otomat in, em ne amûrên sîstema kapîtalîst in. Edebiyata kurdî, bi hêza xwe ya felsefî, bi çavkaniya xwe ya ekolojîk û bi pêşengiya jinê, îro li dijî vê qeyrana cîhanî bersiveke herî zindî ye. Ji bo ku em nebên “em nikarin tiştên nû bixwînin”, serî hildana herî mezin vegera li çîrokên xwe, li zimanê xwe û li pirtûkxaneyên xwe ye ku bêhna azadiyê jê tê.






