Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zindawerên çand û hunera Kurdî

28/06/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Zindawerên çand û hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Helbestvan Emerê Lalê; Parêzvanê ziman û nasnameya Kurdî bi helbestên xwe”

Di destpêka salên pênciyan de, helbestvan û nivîskarên kurd ji bo şiyarkirina hişmendiya neteweyî û parastina zimanê kurdî ji pişavtinê rolek girîng lîstin , wan edebiyat bi taybetî jî helbest kirin amûrek ji bo parastina nasnameyê û derbirîna doza gelê xwe, êş û daxwazên wan ji bo azadî û mayînê.

Helbestvanê Omarê Lalê yek ji wan helbestvanên pêşîn e ku afirîneriya xwe xist xizmeta doza gelê xwe de, helbestên wî bûn beşek ji vê tevgera çandî ya ku di navbera hişyariya neteweyî û afirîneriya edebî de girêdan çêkir, û alîkariya xurtkirina ziman û nasnameyê di hest û hişê civakî de kir.

Helbestvan kurd Omerê Lalê yek ji wan dengên wêjeyî  tê hesibandin ku beşdarî dewlemendkirina dîmena helbestê ya kurdî ya nûjen bûye, ji ber ku di tecrûbeya xwe de hestê neteweyî û aliyê mirovî, û her wiha ruhê mîrasê û nîşanên nûjeniyê bi hev re girêdide.

Di serdemeke ku nasname tên qirkirin de, helbesta wî weke çalakiyeke domdar a vejenê, ji bo ziman   rûmeta wê  û  ji bo bîranînê hebûna wê lê vedigerîne, û ji bo mirovan girêdana wan a yekem bi axa xwe re zindî dike.

Helbestvan û nivîskarê Kurd ê navdar Omer Hesen Îsmaîl, bi nasnavê (Rêncber) di sala 1935 ê zayînê ji dayîk û bavek Kurd (Hesen û Lalê), li gundê Qesirdela, dikeve rojhilatê Cizîra Botanê, du kîlometran dûrî qiraxên çemê Dîcle, li hember bajarokê Eyn Dîwerê, di nav malbateke kurdperwer , welatparêz û kedkar girêdayî eşîra  Dërşewa , hatiye dinyayê, ku ji çar zarokan pêk dihat: Sê bira, Omer, Mihemed û Xelîl, û xwişkek binavê Meryem.

Li nav jîngehek gundewarî ya resen de mezin bû, ku taybetmendiyên hişmendiya wî ya yekem ava kir û di hundirê wî de girêdanek kûr bi ax û nasnameyê re saz kir.

Her wiha ew di jîngehek dewlemend bi çîrokên gelêrî û mîrateya devkî de mezin bû, ku dapîran şev bi têlên efsaneyan dihûnandin, û stranên folklorî dem li ser têlên hesretê dirawistandin; lewra peyv di hundirê wî de ne wek tîpên bêcan, lê wek jîndarên zindî ku bîra gel hildigirin û li dijî jibîrkirinê li ber xwe didin.

Di encama polîtîkayên zordest ên ku di wê qonaxê de li ser Kurdan dihatin meşandin, bi taybetî piştî şoreşa Şêx Seîd Pîran û Îhsan Nûrî, malbata wî neçar ma ku ber bi herêmên Rojavayê Kurdistanê ve koçber bibe, di destpêkê li gundewarê bajarê Dêrikê li gundê Eyn Dîwerê ku  li aliyê başûrê Çemê Dîcleyê dikeve  bi cih bûn.

Paşê piştî çend salan berê xwe dide gundê Mezra Xwarê  û li Til Xenzîrê Banî “Girê Şêra” bi cih dibe, li wir  tevlî dibistana seretayî dibe , lê ji ber xizanî û tengdestiya jiyanê ne karî ku xwendina xwe temam bike, lewra di pola duyemîn de dev ji dibistanê berda û ji bo debara malbata xwe bike.

Di sala 1957’an de bi xanim Gewrê re dizewice û ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê û xirabûna rewşa aborî, malbat tevgerên xwe yên lêgerîna aramiyê didomîne,ji ber vê yekê di sala 1958’an de dîsa ji gundê Til Xinzîr ber bi gundê Zaxatê koç kirin.,diwazde zarok ji wan re çêdibin: şeş kur (Îsmaîl, Hêşyar, Mêvan, Kadar, Cevîn, Vîndar) û şeş keç (Dîlber, Kûlçin, Bîrevan, Peyman, Dilman, Canê), ew zarok li ser nirxên neteweyî, hezkirina welat û parastina wî hatin mezin kirin, di malbatekê de ku têr bi ruhê girêdana bi ax û peyvê ve.

Bi veguheztina malbatê ber bi gundê Zixatê di sala 1958’an , qonaxeke nû di jiyana helbestvan de dest pê kir, ku di hişmendiya wî ya siyasî û xebata wî ya edebî û çandî de guhertinên girîng pêk anîn, ji ber ku taybetmendiyên hişmendiya neteweyî di kesayetiya wî de dest pê kir û bi hesta berpirsiyariya kûr a li hember gelê xwe û doza wî dest pê kir.

Di heman salê de, ew tevlî refên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (ElPartî) bû, di demekê de ku  destpêkên ya hişmendiya neteweyî bi sînor bû û bi dijwariyan tijî bû.

Ji wê gavê ve, ew girt  rêyeke têkoşînê ya dirêj li gel komek bijêr ji tekoşerên pêşeng, wek Kenan Egîd û Ehmed Mela Îbrahîm, û bi hev re xebitîn ji bo belavkirina hişmendiya neteweyî û kurdî di nav gelê kurd de ,ev xebat bû sedem ku çend caran were girtin û zindankirin.

Bi destpêkirina şoreşa rizgarîxwaziya Kurdistanê di sala 1961ê de, gund û mala wî di yek ji naziktirîn qonaxên tekoşîna gelê Kurd de bû penageheke ewle ji bo Pêşmerge û çekdaran. Birayê wî, Mihemed Hesen, yek ji Kurdên Sûriyê yên yekem bû ku tevlî refên Pêşmerge bû û ji bo rizgarkirina Kurdistanê çek hilgirtibû.

Bi destpêkirina şoreşa rizgarîxwaziya Kurdistanê  di sala 1961an de, gund û mala wî bûne penagehek ewleh ji bo peşmerge û şoreşgeran, di demeke herî hestiyar û dijwar  a têkoşîna kurdî de.

Birayê wî, Mihemed Hesen, yek ji Kurdên Sûriyê yên yekem bû ku tevlî refên Pêşmerge bû û ji bo rizgarkirina Kurdistanê çek hilgirtibû.

Tevî hemû tengavî û çewisandin ku li ser Omerê Lalê dihat kirin, ew ji helwestên xwe paşde venegerî, û bi dilsozî li ser doza xwe ma, û girêdana bi rêbaza Mustafa Barzanî ve ma, û di reftarên xwe yên rojane de ruhê têkoşîn û nasnameyê zindî kir. Her wiha, berdewam bû di nivîsandina helbesta neteweyî de,ya ku wek dengê zindî yê doza gel û nasnameya wî maye.

Omer Lalê helbestên xwe di demekê de nivîsiye ku zimanê kurdî hatibû piştgirîkirin û qedexekirin ji bikaranîna eşkere,û di bin çavdêriyeke tunde de , lewma nivîsandin bû kiryareke berxwedanê û pêdariyê.

Tevî wan şert û mercên dijwar, Omerê  Lalê berdewam bû di nivîsandina helbesta kurdî de, û nivîsên neteweyî ku derbirîna Kurdistan, ala û êşa gelê wî dikin pêşkêş dikir , bi vî awayî, helbesta wî bû şahidê êşê û di heman demê de dengek zindî yê nasnameyê û berxwedanê bi peyvê..

Di sala 1958’an de helbesta xwe ya yekem di bin bandora vegera Mistefa Barzanî ya ji Yekîtiya Sovyetê de nivîsiye. Helbesta wî ya yekem îfadeya coşa neteweyî û hêviyeke nû bû.

Ji wê demê ve  wî dest bi helbestên netewî û niştimanperwerî kir  li gel nivîsandina helbestên evînî û dildarî , ku evîn  di gel welat di yek tevnvîseke helbestî de hatiye girêdan û Kurdistan weke hebûneke zindî nîşan dide û mîna evîndarekî diyar dike ku can ji bo wê têne fedakirin.

Wî mîraseke helbestî ya dewlemend li dû xwe hişt ku di pênc dîwanên ku bi zimanê kurdî hatine çapkirin:

-Xem û Sawêr.

-Çar Çira.

-Tewafa Yarê.

-Welat Binase.

-Evîn û Welat.

DîwanaTewafa Yarê yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng e, ji ber ku ew destaneke dirêj bû ku ji hezar û 520 rêzan pêk dihat û tê de behsa erdnîgariya Kurdistanê, çem û çiyayên wê, bi tabloyeke helbestî ku bi hestên hesret û girêdana kûr bi welat tijî .

Her wiha wî  reşnivîsên çar dîwanên din li dû xwe hiştine ku nehatine çapkirin, ligel pirtûkek li ser pend û gotinên pêşiyan ên kurdî, û yek jî li ser eşîrên kurd û herêmên wan, ku ji ber nexweşiya wî nehatiye temamkirin.

Omerê Lalê  helbesta kevneşopî bi kêşe û rêzbend nivîsandibû û şêwaza nivîsên wî bi zelaliya ziman û dilpakiya hestan, bi hebûna xurt a sembola niştimanperweriyê ve dihatin diyar kirin ,ji helbestên wî yên herî navdar:

-Xem û xeyalê

– Ey lê gulê

-Yarek min heye bi navê jînê .

Gelek helbestên wî bûne beşek ji mîrata hunerî û folklora kurdî, û  ji aliyê hunermendên mezin ve, hatine strandin,berî her kesî jî Mihemed Şêxo, ligel Mehmûd Ezîz Şakir, Beha Şêxo, Kenan Şêxo, Seîd Gebarî, Biland Îbrahîm û Şivan Perwer ,her wiha komên folklorî yên Qamişlo û Dêrikê. Bi vî awayî, berhemên wî di bîr û hişê gelê kurd de zindî û mayînde man.

Helbestvan Omar Lalê bi zimanên kurdî û erebî baş dizanî, û li gel berhemên xwe yên helbestî, xwedî rolek çandî ya çalak bû, ew di Kongreya Neteweyî ya Kurdî ya sala 1970’an de li Kurdistanê Iraqê beşdar bû, û her wiha di damezrandina Festîvala Helbestê ya Kurdî li Sûriyê de rolek bingehîn lîst , ku bû qadek girîng ji bo danûstandina çandî û afirîneriya edebî.

Di heman demê de endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê – Şaxê Dihokê bû û ji bo rêzgirtin ji xebatên xwe yên wêjeyî re çendîn xelat û spasname wergirtin , yên herî diyar :

– Xelata Festîvalê (2006)

-Xelata Helbestvan Tîrêj (2006)

-Sipsname di Festîvala Mihemed Şêxo li Hewlerê (2011)

Di sala 1997’an de, ji ber bûyerekê trajîk, ew ji gundê xwe Zaxatê derket û di navbera Mezrî û Mêrga Mîra bi cih bû, berî ku li Şamê bi cih bibe ,li wir, salên dirêj bi feqîrî û dijwarî jiyan kir.

Piştî heft salan berê xwe dide herêma Kurdistanê û li bajarê Zaxoyê bi cih dibe û li wir tevî şert û mercên dijwar jî xebatên xwe yên edebî berdewam dike.

Çalakiya Omerê Lalê  tenê bi helbesta kurdî ya klasîk ve sînordar nema, di heman demê de ji bo belgekirina bîra gelêrî jî dirêj bû, ji ber ku wî gotinên pêşiyan ên kurdî berhev kirin û nivîsandin û li ser eşîrên kurd, herêm û gundên wan nivîs û lêkolîn çêkirin, di hewlekê de ji bo parastina mîrata çandî û civakî û parastina nasnameya kurdî ji windabûnê.

Di 6’ê Mijdara 2011’an de, helbestvan Omerê Lalê  piştî têkoşînek dirêj bi nexweşiyê re, li bajarokê Rimêlanê, bi bêdengî koça dawî kir û mîraseke helbestî ya zindî li pey xwe hişt. Roja din termê wî ji bajarê Girkê Legê ber bi bajarê wî Dêrikê ve hate birin,  bajarê ku jê hez dikir, û li wir di merasîmeke bi heybet ku pêkhateyên cuda yên civakê û aliyên siyasî tê de beşdar bûn, ji bo rêzgirtin li kar û xebata wî û cihê wî di nav wijdana kurdî de, hate veşartin.

Bi çûyîna wî re neteweya Kurd yek ji stûnên helbesta klasîkî û dengekî ku dilsozê rîtma mîras û ruhê nasnameyê mabû winda kir. Helbestvanek ku helbesta bi rêzbend û terazû di demekê tijî guhertinan de hilgirt û ji windabûnê parast ,ew kire pirek di navbera  paşeroj û îroyîn  de.

Helbestvan Omerê Lalê bi laşê xwe koça dawî kir, lê di dilê gelê xwe û welatê xwe de zindî ma, di bîra civakê  de sax ma ku şewqa qet nehatîye vemirandin.

Wî mîraseke edebî ya dewlemend li dû xwe hişt ku bû sedema dewlemendkirina pirtûkxaneya edebî û çandî ya kurdî

Tecrûbeya wî ya helbestî bû nîşanek girîng di rêya helbesta klasîk a kurdî de, û dengêk ku hê jî di hiş û hestên nifşan de dengvedide.

Bi vî rengî Omerê Lalê  helbestvanek dimîne ku ne tenê helbest nivîsandiye, lê jiyan kiriye û kiriye dengek ji bo bîranîna kurdî û  nebezek qet namire di wijdanê gelê ku di peyvê de welatekî dibîne ku nayê koç kirin.

Ji giyanê wî yê pak û temîz re rûmet û mandarî

Ji mîrateya wî ya têkoşînî û wêjeyî re mayînde û dimdarî.

Helbestvan Emerê Lalê ; Bi helbestên xwe bû parezvanê ziman û nasnameya Kurdî. Tecrûbeya wî ya helbestî bû nîşaneke girîng di rêya helbesta klasîk a Kurdî de û dengê wî hê jî di hiş û hestên nifşan de deng vedide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.