Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Qamişlo hemleya reşandina dermanên kêzikan a dûman didomîne

28/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Şaredariya Qamişlo hemleya reşandina dermanên kêzikan a dûman didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Rêvebrê Nivîsgeha Tenduristiyê a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Nayif Mihemed destnîşan kir ku armanca wan ji vê hemleyên ew e; Zêdebûna kêzikan sînordar bike û hawîrdoreke saxlem û ewle ji bo niştecihan çêbike.

Wekî beşek ji hewildanên berdewam ji bo parastina tenduristiya giştî û kêmkirina belavbûna kêzikan, Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Qamişlo hemleyeke ji bo reşandina dermanên kêzikan li taxên bajarê Qamişlo dabû destpêkirin û heya niha jî berdewam e.

Ev hewildan beşek ji bernameya birêkûpêk a nivîsgehê ye ku armanc dike belavbûna kêzikên firîner sînordar bike, rewşa jîngeh û tenduristiyê baş bike, nemaze di mehên havînê de, dema ku kêzik zêde dibin. Şaredarî bang li gel dike ku di dema reşandina dûman de hevkariyê bikin û rêbernameyên pêwîst bişopînin da ku ewlehiya giştî misoger bikin.

Di vî derbarî de rêvebriya nivîsgeha tenduristiyê ya şaredariya gel a bajarê Qamişlo Nayif Mihemed ji rojanemya me re behsa vê hemleyê kir.

Rêveberê nivîsgeha tenduristiyê ya şaredariya gel a bajarê Qamişlo Nayif Mihemed diyar kir ku ev du mehan in hemleya reşandina dermanê kêzikan a cureya duman destpê kiriye û bi awayekî rojan e derman li kolanan belav dikin û wiha got: “Ji seat 5 û nîv heya seat 6 piştî nîvro em detpbi reşandinê dikin, rojekê li milê rojhilat û roja din li aliyê rojava ye. Heya ku derman li hemû kolanên bajêr bê reşandin, wê hemle berdewam be.

Carnana gilî ji me re tên, li gorî vê yekê jî em diçin wî cihî, em di destpêkê de dişopînin û eger pêsiwtî hebe em derman dirişînin. Hin cih hene weke Cimayê, bazara goşt û meslexa beledî di van her du mehan de me du heya sê caran li van ciyan derman hatiye reşandiye, ji ber ku mêş li van ciyan bi awayekî zêde belav dibin, bi awayî jî li çemê Ceqceq ev xebat hat meşandin.”

‘Hemle heya bidawîbûna demsla havînê dê berdewam bike’

Nayif Mihemed destnîşan kir ku carnan kêmasî bi wan re derdikevin an jî carnan erbeyên wan xirab dibin, lê hewildanên wan jî ji bo derbaskirina kêmasiya hene, da ku li tevahiya bajêr û gundan dermanê kêzikan bireşînin û wiha lê zêde kir: “Bi gelemperî me reşandina derman li hemû bajêr bidawî kiriye, niha tenê aliyê rojava maye, di rojên pêş de em ê vî alî jî bi dawî bikin. Herwiha hemleya me heya dawiya demsala havînê wê berdewam bike.

Îsal mêş û kelmêş bi awayekî zêde derketine, ev jî ji ber şilbûna zêde ye herwiha zêdebûna qadên keskayê ye, wekî din ji ber ku di kontereyên çopê de hinekî kombûna çopê hebû. Di vî derbarî de me têkilî bi beşa paqijiyê re jî kiriye û me ji wan xwest ku her cara çopê bar bikin derman li dû xwe ve bireşînin da ku kêzikên wekî mêş û kurmikan bikuje.”

Ji bo Tûpişkan derman tê belavkirin

Nayif Mihemed bal kişand li ser belavbûna Tûpikşan û dermanê wan û wiha diyar kir: “Ji bo Tûpişkan jî me hemle li ser malpera şaredariyê raghandiye, bi awayekî rojane derman tê belav kirin. Her welatiyek berê xwe dide şaredariyê em derman pêkêşî wan dikin. Di heman demê de jî me derman li hin komînan û mecalisan belav kiriye da ku welatî li van cihan jî vegerin û derman bidest bixin, wekî din eger di cara yekê de feyde nekir, dikare careke din serlêdana me bikin da ku em derman pêşkêş wan bikin. Bi vî awayî dê xebata me heya dawiya havînî berdewam be.

Cureyên dermanan

Nayif Mihemed dermanên bal kişand li ser dermanên ku bikar tînin ji bo rê li ber van kêzik û Tûpikan bigirin anî ziman û awayê bikaranîna wan: “Ova Perma heye her pêc santîman bi lîtreyek av re bi awayekî hundirîn tê bikar anîn. Kasper jî heye ji bo ku bêtir encam bê girtin, me îsal bi mazotê re bikar aniye, ew derveyî tê reşandin, ev her du ji bo Tûpişkan e. Herwiha Sîrasrîn a dûman jî tê reşandin, her lîtreyekê em bermîleke mazot re bikar tînin. Lê li nivîseghê em dikin 3 lître bi bermîlekê re, ji bo ku em li kîjan cihî belav bikin encam bê girtin û çi kêzik, mêş û kurmik hebin rê li ber zêdebûna wan bigrin.”

Zehmetî û pirsgirêk

Rêvebrê Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gela a bajarê Qamişlo Nayif Mihemed di dawiya avaftina xwe de bal kişand li ser astengî û zehmetiyê ku li pêşiya wan derdikeve û wiha anî ziman: “Astengiyên ku li hembe me derdikeve ew e gel bi me re ne alîkar e, her ciyekî em derman direşînin gel bertekê xwe li hember dûmanê derdixîn, tevî k utu zirara wê li ser mirovan tune ye jî, berovajî wê rê li ber zêdebûna kêzikan digre û yên hebin jî wan dikuje. Di heman demê de jî li hin taxan jî zarok êrişî eerbeyên belakirina derman dikin û xwe davêjin erebeyan li pêşiya çavên malbatên wan, lê ew nabin alîkar bi me re, lewma li hin cihan niha hemle rawestandiye. Em bi hêvî ne ku gel bi me re alîkar bin da ku xebata me bi awayekî baş bi dawî bibe û hawîrdoreke saxlem û ewle ji wan re peyda bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.