Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêveberê Gerenîndeya Avê ya bajarê Dêrikê Mistefa Ehmed diyar kir ku xebatên wan ji bo dabînkirin avê û sererastkirina toreyên wê bê navber dewam dikin. Herwiha Ehmed bang li welatiyan kir ku bi gerenîndeya avê re alîka bin û avê zêde xerc nekin.
Av yek ji girîngtirîn xizmetguzariyên bingehîn e ku bi jiyana rojane ya welatiyan ve girêdayî ye, ku berpirsiyariyek mezin dixe ser milê rayedarên peywendîdar da ku berdewamiya pompekirina wê biparêzin û torên wê baştir bikin. Li bajarê Dêrikê, gerenîndeya Avê ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî binesaziyê û hewcedariyên zêde yên nifûsê, xebatên xizmetguzarî û projeyên pêwîst didomînin.
Di derbarî xebatên gerenîndeya avê ya bajarê Dêrikê, rêveberê wê Mistefa Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Barana îsal ji bo bîran çareserî bû’
Mistefa Ehmed da zanîn ku tîmên gerenîndeya avê şev û roj li ser bîrên avê û cenetorên avê digerin da ku rewşa wan kontirol bikin û wiha got: “Di bajarê Dêrikê de 24 bîrên avê hene, beşek ji wan li ser elekitrîka giştî ye heger elekitîra giştî qut bibe, cenetor û enerjiya rojê jî li ser wan heye. Gelek caran elekitrîk ne xurte tabloyên pêxistina bîran pirsgirêk têde çêdibin, lewma tîmên me li ser wan digerin da ku tax nemînin bê av. Salên borî 7 bîrên me mirov dikare bêje hema ji xizmetê derketibûn, 4 ji wan me nîvro û şevan vedimirand da ku av bikeve têde. Barana ku îsal hatî ji van bîrên me re çareseriyek bû, lê heya niha jî nevegeriyana wek berê ji ber ku ava deryayî û ya bin erd ne wek hevin, lê dîsa jî rewşa bîran baştirre ji ber ku li gor lêgerîn û şopandina me heger îsal zûwahî ban wê 10 bîr di bajêr de hatiban sekinandin.”
‘Karê gerenîndeya avê her berdewame’
Ehmed axaftinên xwe domandin û wiha got: “Pirojeyên ku niha tên kirin berdewamiya pirojeyên salên borî ne, berî niha me kar kiribû di milê torên avê de di taxa sor, şehîd Cûdî, şehîd Xebat û beşek di taxa sûkê de, ji ber ku baran zêde bariya kar hat sekinandin. Lê niha piştî ku zûwahî çêbûye em berdewam dikin. Li taxa Sor torên avê hemû çîmento bûn û kevin bûbûn lewma me torek nû anî lê me hîn bi torên giştî ve girê nedaye. Niha me dest bi taxa Cûdî kiriye ji nû ve em toran datînin û hin torên kevin hîn hene, me ji welatiyan daxwaz kiriye ku xetên xwe deynin li ser torên nû da ku ew tax bitemamî bidawî bibe. Di taxa Şehîd Xebat de jî beşeke baş jê, kar têde hatiye kirin û me torên nû danîne. Em niha li taxa bawliyan de jî kar dikin û li gor derfetên ku di nav destê me de heyî em kar didin meşandin. Heger îsal ev piroje bidawî nebû sala bê jî em ê berdewam bikin ji ber ku armanca me ew e ku torên gel bi giştî werin veguherandin bi yên nû, da ku pirsgirêkên qutbûn û nepaqij bûna avê nebînin.”
Pêwîste gel jî destek bide navenda avê
Rêveberê gerenîndeya Avê Mistefa Ehmed axaftinên xwew wiha qedandin: “Di nav pirojeyên me de hene ku em bîrên nû bikolin ji bo bajêr, ji ber ku bajar gelekî fireh bûye ji ber vê yekê di havînan de hinekî astengî derdikeve heya ku av dighêje malên ku nû hatine ava kirin. Heya niha erêkirina pirojeya kolana bîran û çêkirina qazanên avê nehatiye diyar kirin, di heman demê de di nav pirojeyên me yên sala 2026‘an de çêkirina torên avê ji taxên ku nû hatîn avakirin re jî. Heger gelê me bi me re ne alîkar be em nikarin tu pirojeyan pêk bînin, dema tîmên zabîtê derdikevin nava kolanan gel ne razîbûna xwe nîşan didin ku îsal baran zêde bariyaye çima hûn derfetê nadin ku em avê serif bikin. Her kes bi çavê xwe dibînin çiqasî xemsarî di milê serifkirina avê de heye heger em li ser nesekinin wê havînê kêmasî bikeve di milê avê de, ji ber ku torên bajêr bi giştî bi hev ve girêdayî ne, lewma em daxwaz ji gel dikin ku destê xwe deynin li ser wijdanên xwe û xwedî li avê derkeve. Taybetmendiya bajarê Dêrikê ew e ku heya niha wek bajarên din rastî tu astengiyên qutbûna avê nehatiye.”






