Stêrk Mihemed/Qamişlo
Ajokar û şêniyên Qamişlo destnîşan kirin ku ji ber bilindbûna buhaya sotemenî û pêdiviyên jiyanê ew bi zehemtiyan re rû bi rû ne û wiha gotin: “Em daxwaz dikin ku buhayê sutemenî û pêdiviyên jiyanî weke berê bibin.”
Sûriyê di dema rêjîma Baas de di rewşa jiyanî ya xerab re derbas dibû, xizmetguzarî tune bû diheman demê de sotemenî û pêdiviyên jiyanê yên sereke gelek buha bûn. Gelê Sûriyê di nava krîza aborî û kêm derfetan de jiyan dikirin. Li beramberî wê Rêveberiya Xweser karîbû ku li herêmên xwe li gorî derfetên gel buhaya guncaw daynin.
Di 8’ê kanûna 2024’an de rêjîma baas hete rûxandin û li şûna wê hikumeta demkî a Sûriyê hat ser desthilatdariyê. Gelê Sûriyê bi rûxandina rêjîma Baas û hatine hikumetek nû gelek hêvî dikirin bi taybet di milê xizmetguzarî û jiyanî de. Lê mixabin hêviya gelê Sûriyê pêk nehat, rewşa jiyanî û pirsgirêka buhayê sotemenî û pêdiviyan hîn kûrtir bû. Di heman demê de krîza aborî hîn zêdetir bû.
Ev rewş piştî peymana 29’ê Çileyê a di navbera hikumeta demkî û Rêveberiya Xweser li herêmê Cîzîr û Kobanî jî hate dîtin, hikumeta demkî di bin gotina pêwîste hemû buhayên sotemenî û kelûpelan li tevahî Sûriyê bibe yek buhayê her tiştî li van herêman zêde kir. Ev yek jî neqebûlkirineke mezin di nava gel û ajokaran de derxist. Herwiha gel daxwaza vegerandina buhayan weke berê dike.
Li tevahî Sûriyê rewşek bi vî awayî tê jiyankirin, ji ber nebûna derfetan û mûçeyên kêm gelê Sûriyê rojane dadikevin kolanan û xwepêşandanan lidardixin û hêvî dikin ku rewşa wan a jiyanê baş bibe, li beramberî wê kesên têkildar bersiva vî gelî nadin û nabin û tu çareserî nayê dîtin.
Di vê çarçoveyê de Serokê Yekîtiya Ajokaran ya Qamişlo, ajokar û şêniyên Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em dixwazin xizmeta gel bikin, lê derfetên me gelek kêmin’

Serokê Yekîtiya Ajokaran ya Qamişlo Necmedîn Osmen diyar kir ku ajokar ji ber bûhayê sûtemeniyê zehmetiyan dibînin û wiha got: “Ji bo kêmkirina buhayê benzînê, ku gihîştiye 55 sentên Amerîkî ku wekhevî 8 hezar lîreyên Sûrî ye, ajokar xwepêşandanan dikin. Ev bihayê bilind yê banzînê bare ajokaran duqat girantir kiriye û dibe ku bibe sedema rawestandina karê wan. Bi taybet di vê rewşa aborî a zehmet de, wê çawa karibin pêdiviyê malbatên xwe dabîn bikin.”
Necmedîn Osmen axaftina xse wiha qedand: “Em jî dixwazin xizmeta gelê xwe bikin û kiriya veguhestinê bilind nebe, lê derfet û buhayê bilind yê banzînê rewşa ajokaran xerab dike. Xwendekar û karker hene ku rojane bi hewcetê erebeyên veguhestina hundirîn in. Ger buhayê benzînê bilind bimîne, kes qebûl nake ku bi van buhayên heyî bixebite an jî li erebeyan siwar bibe. Ajokar beşek ji civakê ne, tiştê ku zirarê dide welatiyan di heman demê de zirarê dide ajokaran jî. Herwiha dema wergirtina sotemeniyê jî hertim tê guhertin û sabît namîne. Berê her heftiyetê carekê her erebeyekê para xwe ya sotemeniyê werdigirtin, lê niha ev yek jî hatiye guhertin û ji ber derengmayînê ajokar ziyanê dibînin.”
‘Buhaya sotemeniyê karê me asteng dike’

Ajokarê bi navê Xalid Icac destnîşan kir ku ew dixwazin dengê ajokar û gel bigihêje aliyên pêwndîdar û wiha domand: “Sotemeniya ku didin me têra me neke ji ber vê jî em neçar dimînin ku sotemeniyê ji bazara azad bi bihayên bilind bikirin. Buhaya sotdemeniyê karê me zehmet dike, di heman demê de karê me radiwestî ne. Ji ber buhayê zêde yê sotemeniyê, em mecbûr dîmînin ku kirya erebeyên xetan jî zêde bikin, ev yek jî zerarê dighîne me û dighîne gel jî. Buhabûna sotemeniyê rasterast bandore li her tiştî dike. Sotemeniya ku ji bo ajokaran tê dayîn, tenê 75 lître ye di hefteyê de û ev yek têra me neke. Daxwaza me ji kesên têkildar e ku buhayê sotemeniyê vegerînin weke berê, yan jî qaseya sotemeniya taybet ji bo ojokaran zêde bikin.”
‘Em bê elektirîk û sotemeniyê mane’

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Neyo da xuyakirin ku ji ber buhabûnê ew nikarin debara xwe ya jiyanê bikin û wiha pê de çû: “Em bê elektirîk û sotemenî mane, em niha di demsala havînê de ne germahî gelek zêde ye, ji ber nebûna elektirîkê em di nava germaniyê de dimînin û ji ber vê yekê jî zarokên me nexwaş ketine. Herwiha buhaya hemû pêdiviyên jiyanê zêde bûye, em ji ber buhabûnê nikarin pêdiviyên esasî yê ku pêwîste di her malekê de hebe bikirin. Buhabûn di her milî de çêbûye, em nikarin daxwazên zarokên xwe ji ber buhayê pêkbînin. Em bang kesên têkildar dikin, ku xwedî li vî gelî derkevin, rewşa jiyanî ya vî gelî di ber çavan re derbas bikin. Herwiha ji bo elektirîkê pêwîste kesên têkildarî wê mijarê bi lez tevbigerin.”






