Solîn Mihemed/ Qamişlo
Di 29’ê Hizêrana 1925’an de, Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji aliyê dewleta Tirk ve li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin bidarvekirin. Tevî derbasbûna 101 salan di ser şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî re, têkoşîna ku dabû destpêkirin, heta roja îro jî tê jiyîn.
Li dijî siyaseta inkar û qirkirinê ya ku li ser gelê Kurd dihat meşandin, Serhildana Şêx Seîd serhildana yekemîn bû ku piştî ragihandina sînorên “Komara Tirkiyeyê” bi serokatiya Mustefa Kemal Ataturk, li Kurdistanê dest pê kir.
Lê piştî têkçûna serhildanê û girtina Şîx Seîd û hevalên wî, di 29’ê Hezîrana 1925’an de dadgeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagiker Şêx Seîd û 47 hevalên wî ku pêşengên serhildanê bûn, li ber Deriyê Çiyê yê Amedê bi dar ve kirin.
Kurtejiyana Şêx Seîd
Ew Seîd kurê Şêx Mehmûdê kurê Şêx Elî ye, ku di sala 1865’an de li navçeya Paloyê li Bakurê Kurdistana ji dayik bûye.
Wî perwerdehiya xwe ya destpêkê ji bavê xwe Şêx Mehmûd wergirt û fêrî jiberkirina Quranê û bingehên xwendin û nivîsandinê bû. Piştre wî fiqih û hiqûqa îslamî xwend.
Piştî qedandina xwendina xwe ew bû zanyarekî olî yê navdar û her wiha piştî mirina bavê wî serokatiya olî xist destê wî û ew kir rêberê sufiyan li Paloyê.
Çalakiya wî ya siyasî
Şêx Seîd tevlî damezrandina komele û rêxistinên Kurdî di navbera salên 1908’an û 1923’an de bû. Ji bilî serokên Kurd ên serdema xwe, têkiliyên wî yên nêzîk bi malbatên neteweyî yên wekî malbata Bedirxan û malbata Şêx Ubeydullah el-Nehrî re jî hebûn.
Piştî girtina hin serokên Komeleya Azadî Xalid Cebran û Yûsif Ziya di sala 1924’an de, komeleyê li bajarê Helebê ya li Sûriyeyê konferansek lidar xist û Şêx Seîd wekî serokê komeleyê hate hilbijartin û wan biryar da ku serhildanek berfireh ji bo vegerandina mafên neteweyî yên Kurdan pêk bînin.
Destpêka serhildanê ji bo cejna neteweyî ya Kurdan “Newroz”, 21’ê Adara 1925’an de, hatibû destnîşankirin û Şêx Seîd ji bo bidestxistina piştgirîyê ji bo serhildanê li seranserê Kurdistanê geriya.
Serhildana Şêx Seîd
Serhildana Şêx Seîd Pîran di Sibata 1925’an de dest pê kir, dema ku hêrsa gel li herêmên Amed, Mûş û Çewlikê gur bû, ku piştî kiryarên hikûmeta Tirkiyê sînordarkirinên tund li ser pratîkên olî ferz kirin, dibistanên olî girtin û dadgehên Şerîetê betal kirin, wekî beşek ji tevgera Ataturk ber bi sekularîzma hişk ve, di heman demê de welat bi tevahî lisersekinî kirin û nasnameya pêkhateyên din ji holê rakirin.
Şêx Seîdê Pîran, zanyarekî olî û serokê eşîrê bi bandor bû ku banga berxwedanê li dijî van polîtîkayan kir û bi hezaran şervanên Kurd tevlî serhildanê bûn. Hêzên wî gelek bajar û bajarokên rojhilatê Anatoliyê kontrol kirin ku nêzîkî Dîyarbekirê bûn, ev yek jî hikûmeta Enqerê xist nav fikaran.
Desthilatdarên Tirk bi tundiyeke zêde bersiv dan serhildanê, rewşa awarte îlan kirin, yekîneyên artêşê ji bo dorpêçkirina serhildêran bi cih kirin û cara yekem hêza hewayî bikar anîn da ku tevgereke navxweyî bitepisînin.
Piştî şerên dijwar Şêx Seîd û 47’hevalên wî hatin girtin û birin ber Dadgeha Serxwebûnê ya Şarkê li Amedê ya li Qada Deriyê Çiyê û cezayê darvekirinê li wan birîn û wan bidarve kirin.
Piştî ku serhildana Şêx Seîd bi dawî bû, bandorên li ser herêmên kurdan li Sûriyayê eşkere û xuya bûn. Serhildanên li dijî Kemalîstan pêkhatin, di nav de damezrandina komeleya Xweybûn li Libnanê di sala 1927’an de, bandorek mezin li ser rewşa Kurdên Sûriyê kir. Her weha beşdarbûn û destekdayina ji bo serhildana Agrîyê sala 1930’î de, bandorek mezin li qada Kurdên Sûriyê kir. Ji Bakur koçberiyek ber bi Rojava û Sûriyê ve çêbû. Gelek Rewşenbîr, Serokeşîrên welatparêz û kadroyên siyasî hatin Sûriyê û rolek beriz di hişyarbûna netewî ya kurdên li jêr desthilatdariya ferensî de lîstin.
Darvekirina Şêx Seîd
Di 29’ê Pûşpera sala 1925’an de Şêx Seîd di temenê xwe yê 60 salî de şehîd bû.
Berî ku Şêx Seîd bê darvekirin wiha got: “Jiyana min a normal ber bi dawiyê ve diçe. Min xwe ji bo gelê xwe feda kir û ez nepoşman im. Em kêfxweş in ku neviyên me dê li ber dijminan ji me şerim nekin”.
lê heya îro jî navê wî weke sembola berxwedana Kurd û olî li dijî desthilatdariyeke navendî ku nerazîbûn qebûl nedikir ma.
Ji wê rojê heta îro, dewleta Tirk goristanên Şêx Seîd û hevalên wî veşartî hiştîne û naxwaze cihê goristanan eşkere bike.






