Pêjder Altan
Rûxmê hemû astengî, operasyonên hişmendî, kaos û krîzên siyasî, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, berdewam dike. Qaşo hikumeta AKP-MHP’ê dê ji bo gavavêtinê di meha Hezîranê de Parlementoya Tirkiyê de hin madeyên zagonan derxistibûya. Lê derneket û wek e hincet jî li benda encama ji şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê derkeve nîşan dan.
Dema mirov li van hemû geşedanan dinêre, xuya dibe ku desthiladariya dewleta Tirk ne di lêgerînek aştiyê ya rast de ye. Stratejiyek tasfiye û kontrolekî ku bi demê re hatiye hiştin dimeşîne. Ango pirsgirêka Kurd ne ji bo çareseriyê, berovajî her tim ji bo birêvebirinê di bin nav “Pêvajoyê” de dizivrîne. Armanca vê aqilê jî ew e ku têkoşîna civakekê ya ku bi înkar û îmhayê nikaribû xilas bike, evcar bi operasyonên hişmendî, westakirin û nediyarbûnê lawaz bike.
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî û li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê heman stratejî û aqilê dixwaze bide meşandin. Niha li Başûrê Kurdistanê jî lê bi versiyonek cuda bixe meriyetê. Li ser maseyê peyamên diyalogê didin lê di qadê de zext û xapandin berdewam dikin; ji aliyekê ve derdikevin ragihandinan de gotinên çareseriyê bikar tînin an jî didin bikaranîn, ji aliyê din ve jî siyasetmedarên Kurd hedef tên girtin, kayuman davêjin ser şaredariyan, hemû dengên muxalif krîmînalîze dikin, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî komên çeteyan ên tarî komên kontra tên avakirin. Ev, wêneyek dûrûtî ya bi organîze ye.
Her wiha ji van armancan a sereke jî, temsiliyet û meşruiyeta civakî ya Tevgera Azadî tune bikin. Vê yekî li Bakur bi riya derxistina pêş hin kesayet û Huda Par, li Başûr û Rojhilat PDK, li Rojavayê Kurdistanê jî bi riya hin kesayet û ENKS’ê bikin. Ji ber ku dewleta Tirk dizane ev mijar tenê ne pêvçûnek çekdarî ye, di heman demî de meseleyek nasname, bîr û bawerî, îrade û dîrokê ye. Lewra li ser çapemeniyê şerekî derûnî ya sîstematîk dimeşînin. Rojek wek Tevgera Apoyî û Rêber Apo wek e ku “dawî lê hatibe” pêşkeş dikin, roja din jî “israra Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya demokrasî û aştiyê wek e xeteriyek mezin a welat” nîşan didin. Ev propagandaya ku nakok xûya dike, di esasê xwe de ji heman armancî re xizmet dike; civakê manîpule bike û îradeya gelê Kurd bi tenê bihêle.
Her tim vê pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û pêve girêdayê pêkanîna Hevpeymana 29’ê Çileyê ya navbêra Rêveberiya Xweser a Rojava û Hikumeta Demkî ya Şamê dirêjkirin an jî taloqkirin, ne tesadufî ye. Ji ber nezelalî, ne diyarbûn di destê desthiladariyê de her tim wek amûrek kêrhatî ye. Lewra her pirsgirêka nehatî çareserkirin, di dema krîzan de jinûve dikare bike amûreke siyasî. Bi salane vê yekî dikin.
Ger bi rastî jî xwestibûna vê pirsgirêkê çareser kiribûna, hem li Bakur û hem jî li Rojavayê Kurdistanê mafê herî xwezayî perwerdeya zimanê dayikê nedixistin nîqaşê, dê îradeya hilbijêr nehatibûya xespkirin, daxwazên milyonan însanan di bin navê ewlekariyê de asê nekiribûna.
Dewleta Tirk bi salane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û di demên dawî de jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vê aqilê dimeşîne; “Pirsgirêkê bi tevahî çareser neke, bi temamî jî xilas neke, an go bi awayekê bikontrol bidomîne”. Lewra gengeşî çiqas dom bike dê siyaseta ewlehiyê mezin bibe, pêre jî wê siyaseta tirsê zindî were hiştin; ji bo vê jî wê civak parçe bibe û rêveberina wê hêsan bibe.






