Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriyê ; Her derengketinek di peydakirina çareseriyê de wê lêçûna hilweşînê girantir bike

28/06/2026
in POLÎTÎKA
A A
Sûriyê ; Her derengketinek di peydakirina çareseriyê de wê lêçûna hilweşînê girantir bike
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Xanim

Kirîza Sûriyê gihîştiye astek ku êdî nikare înkar an paşxistinê tehemûl bike, her derengketinek di çareseriyê de wê lêçûna hilweşînê hem ji bo civakê û hem jî ji bo dewletê zêde bike. Ji ber wê pêwîst e hikumeta demkî bikeve ferqê ku bêyî demokrasî, nenavendîbûn, edalet û wekheviyê wê tu çareserî neyê peydakirin.

Piştî rûxandina Rêjîma Bassê, HTŞ’ê bi serkirdetiya Ehmed Alşeri xwe li ser desthlatdariya Sûriyê feriz kir û wekî hikumeteke demkî desthilatdariya xwe ragihand. Bi tena xwe bêyî beşdariya gelên Sûriyê Meclisa Gel û hikumeta xwe ya demkî ava kir.

Bi destekdayîna Tirkiyê, Qeter, Erebistana Sûdî, Birîtaniya û DYA’yê, hikumeta Şeri di ware diplomasî de dest bi liv û tevgerê kir û hewil da ku di qada navneteweyî de hikumeta demkî bê qebûlkirin û desthlatdariya wê bi hêz bibe. Di tevahiya civîn û gotinên rayedarên hikumeta demkî de herdem tekezî li ser avakirina Sûriyeke nû a bihêz, edalet û darizandina kesên ku destê wean di rijandina xwîna gelê Sûriyê de heye dihat kirin. Bi taybet di milê aborî de rojane behsa pirojeyên aborî û kompaniyên cîhanî ku wê cihê xwe di Sûriyê bigrin û kar bikin, dihat kirin.

Lê tişta ku li ser erdê qewmî û heta niha jî didome berovajî axaftinên rayedarên hikumeta demkî a Sûriyê ye.

Rojane li Hums, Hema, berava Sûriyê û Şamê sûcên dijmirovî tên kirin. Mirov têne revandin û kuştin, bi taybet li ser gelê Elewî siyaseta qirkinê û çewisandinê tê meşandin. Li Dêra Zorê û Reqa jî tevliheviyeke ewlehiyê ya mezin rû daye. Dizî û şilandin bûye pirsgirêke mezin ku aramiya mirovan dixe xeteriyê.

Ev rastiyên li ser erdê bê guman îspat dikin ku nêzîkatiya ewlehiyê ya heyî, ku ji hêla Ehmed El-Şaraa û dezgeha qaşo “Ewlehiya Giştî” ve tê temsîl kirin, ne tenê li paytext Şamê, lê li seranserê Sûriyeyê, jêhatîbûn û stratejiya berfireh ji bo sepandina serweriya qanûnê û vegerandina aramiyê tune ye.

Veguhestina ji serdema rejîma berê avakirina saziyên neteweyî yên berfireh ji bo parastina welatiyan pêwîst kir, ne ji nû ve hilberandina desthilatdariyek ku nikare valahiya ewlehiyê kontrol bike û civakê wekî rehîn ji navendên hêzê yên alternatîf re bihêle.

Di derbarê rewşa Ewlhiyê li Sûriyê Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Claudio Cordone, diyar kiribû ku pêvajoya veguhestina siyasî li welêt di “qonaxek krîtîk de ye ku hem bi derfetan û hem jî bi qelsiyê ve tête diyar kirin.” Wî zêde kir ku NY hewlên xwe li ser piştgiriya rayedar û gel di rûbirûbûna pirsgirêkên heyî de û xebata ber bi “paşerojek serwer, aram, aştiyane û berfireh” de disekine. Cordone tekez kir ku pêdivî ye ku pêvajoya veguheztina siyasî li Sûriyeyê bi avakirina desthilata qanûndanînê, xurtkirina saziyên dewletê û avakirina serdestiya qanûnê pêşve biçe.

Hikumeta ku tu sozên xwe pêknayîne; Vegera koçberên Serêkaniyê û berdana ava Elok

Piştî imzekirina peymana 29’ê Çileyê di navbera hikumeta demkî û QSD’ê de, yek ji xalên peymanê yên bingehîn vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê bû. Rayedarên hikumeta demkî bi dehê caran gotin ku di demeke nêz de wê koçber li bajarê xwe vegerin, lê tişta li ser erdê dibe berovajî gotinên wan in. Heta astekê erênî koçberên Efrînê bi çend kerwanan vegeriyan li ser malên xwe, lê heta niha gelek mal di destê malbatên komên çekdar yên bi ser Tirkiyê û hikumeta Şeri de û ew qebûl nakin ku malên Efrîniyan vala bikin. Li aliyê din jî hîn jib o vegera koçberên Serêkaniyê tu gav nehatine avêtin.

Çekdarên li Serêkaniyê rojane gefan li Koçberên Serêkaniyê dixwin û dibêjin ew qebûl nakin ku gel veger malên xwe. Ev yek Hikûmeta Demkî dixe cihê berpirsiyariyê de.

Ji destpêka hatina hikumeta Şeri ve, rayedarên hikumetê soz didin ku ew ê ava Elok ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Hesekê hatibû qutkirin, ji nû ve bixin xizmetê û ev rewş bê çareserkirin. Lêbelê, rastiya li ser erdê van gotinên wan red dike û niştecihên bajêr dixe pêş aliyekî din ku ne xêra wan dixwaze û ne jî avê ji bo wan dixwaze.

Rewşa Aborî

Li Sûriyê roj bi roj piştî hatina hikumeta demkî krîza jiyanê her ku diçe xirabtir dibe, berfirehbûneke bêhempa ya xizanî rû dide, hêza kirîna welatiyan tê diçe. Ev di demekê de diqewime ku xizmetên bingehîn û derfetên jiyaneke baş kêm dibin, hesta giştî ya bêhêvîtî  ya gelên Sûriyê  zêde dibe.

Li şûna ku hikumeta demkî bare gel sivik bike û li çareseriyê bigre, îroj elektirîk, sotemenî û xizmetên bingehîn kêm dik. Li hemberî wê jî gel bi xepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dide. Ji xwe xwepêşandanên dawî li Qamilo û Hesekê tekez dike ku êdî gel vê rewşa xweab a borî û xizmetguzarî nema qebûl dike. Eger ku çareserî neyê dîtin dibe ku di demên nêz de li dijî hikumeta demkî serhildanên giştî bên lidarxistin û rewşa Sûriyê ber bi pêvajoyeke ne diyar ve biçe.

Rasteyeke li ber çavan e, tiştê ku îro Sûriyê tê jiyîn ne tenê krîzeke aborî ya derbasbûyî ye, lê belê encameke rasterast a avahiyeke siyasî ya girtî û nekarîna berdewam a çêkirina reformên rastîn di rêveberiya dewlet û aboriyê de ye. Ev yek welat kiriye dîlê polîtîkayên perçiqandinê ên li ser bingeha yekdestdariyê, pêşanî dayîna berjewendiyên teng, marjînalîzekirina kesên jêhatî û dûrxistina civakê ji beşdarbûna di diyarkirina çarenûsa welêt de. Ji xwe berdewamiya vê nêzîkatiyê hilweşînê girantir dike, tiştê ku ji bingehên berxwedana civakî maye xera dike û bêtir Sûriyan ber bi koçberiyê an jî xerabûnê ve dibe, bi vî rengî tehdît li ser tevna neteweyî dike û dabeşbûnên civakî kûrtir dike.

Li Sûriyê eşkere bûye ku ti çareseriyeke aborî nikare bi ser bikeve bêyî reformên siyasî yên cidî ku vegerandina saziyan garantî bike, hawîrdorek qanûnî ya zelal ava bike û dawî li gendelî û bêcezatiyê bîne. Aboriyeke saxlem dewletek ku bi serweriya qanûnê û baweriya giştî tê rêvebirin hewce dike, ku bêyî beşdariya siyasî ya rastîn û garantiyên hemwelatîbûna wekhev nayê avakirin.

Çareserî

Krîza Sûriyê gihîştiye astek ku êdî nikare înkar an paşxistinê tehemûl bike û her derengketinek di destpêkirina reformên bingehîn de dê lêçûna hilweşînê hem ji bo civakê û hem jî ji bo dewletê zêde bike. Sûriye îro hewceyê îradeyek neteweyî ya yekgirtî ye ku wateya dewletê wekî çarçoveyek ji bo hemwelatîbûn û edaletê vegerîne, ne amûrek serdestî û dûrxistinê; û projeyek neteweyî ya nû ku siyasetê bi civakê, aboriyê bi edaletê û dewletê bi gelê xwe ve girêdide.

Eger hikumeta demk rastîn li çareseriyê bigre divê pêvajoyek reforma siyasî ya berfireh ku rê li ber hemî Sûriyan vedike da ku beşdarî şekildana pêşeroja welatê xwe bibin, dimildest bide destpêkirin. Pê re ji nû ve avakirina saziyên dewletê li ser bingehên hemwelatîbûn, jêhatîbûn û serxwebûnê, bêyî serdestiya hêz û navendên bandore bixe dewrê. Herwiha  polîtîkayên aborî yên dadperwer û zelal ku çavkaniyan ber bi sektorên hilberîner û xizmetên bingehîn veguhezînin, pêk bîne. Planên parastina civakî yên lezgîn ji komên herî xeternak bide destpêkirin. Pêwîste li dijî gendeliya avahîsaziyê ku yek ji sedemên herî girîng ên hilweşîna aborî û astengkirina pêşveçûnê ye, têkoşîneke cidî bê kirin. Ji xwe afirandina jîngeha neteweyî ya pêwîst ji bo çareseriyek siyasî ya berfireh û domdar dikare dawî li pevçûn û parçebûnê bîne.

Sûriya nû ku gel dixwazin wê ava bikin

Krîza heyî ne tenê aborî ye; ew encama nebûna beşdariya rastîn di biryardanê de û nebûna modelek demokratîk e ku mafên hemî Sûriyan garantî dike. Pêşeroja Sûriyeyê divê li ser demokrasiyê, nenavendîbûnê, edaletê û hemwelatîbûna wekhev were avakirin, da ku hemî herêm û civak beşdarî rêvebirina karûbarên xwe û şekildana paşeroja xwe bibin. Têkoşîna demokratîk a aştiyane ne vebijarkek demkî ye, lê rêyek dirêj e ber bi dewletek ku rêzê li mirovan digire û maf û azadiyan diparêze. Sûriyeya nû ne li ser cudakariyê, lê li ser hevkariyê ava dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.