Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tengava Hurmuzê bû xewnereşka Trumpî!

28/06/2026
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Volqal Elî

Di zimanên cîhanê de xwe sivikkirin rêgezek e. Bi taybetî di zimanên Aryenîk de… Ji ber ku Kurdî jî ji vê malbata çand û zimanan e, dibe ku mînakên herî xweş di zimanê me de hebe. Mînak, di destana Mem û Zîn de ne dûr e ku navê Mem ji Memed hatibe kurtkirin. Lewra hîn îro em Kurd di jiyanê wisa dikin. Evrêgezê ji peyvên biyanî ku ketine zimanê Kurdî jî wekî xwe derbas dibe. Werhasil ji ber ku rasterast ne mijara me ye em zêde pêde naçin. Ji vê bêhtir mijara me şerê ku ev nêzîk 6-7 heyvan e dinya-alem li ser nîqaş dike. Vaye ev, di demên dawiyê de wekî şerê Tengava Hurmuzê tê nîqaş kirin. Ev nav bi xwe navê Ahûra Mazda ye. Bi îhtimalekî mezin ji ber hebûna ola Zerdeştî yan jî olên qedîmtir li vê herêmê, (Ahûra Mazda ji ber ku navekî hîn qedîmtir e) ev nav li vê kendavê hatiye kirin. Lê bi demê re hatiye guherîn û bûye Hurmuz.  Ev bi xwe mijareke dîrokî ya dûr û dirêj a lêkolînê ye.

Hurmuz ji bilî ku navekî qedîm ê wisa ye di van demên dawiyê de ji şerekî xwînavî re jî malovanî dike. Hewldana dîzaykirina cîhanê, piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî ya Rûsyaya Sowyetê bi fîilî ketiye meriyetê. Di ser re çend sal nebibûn, hêzên hegemon bi pêşengiya  Amerîkayê (di salên 1990’î de) dest li Rojhilata Navîn werda. Hema bêje ev şerê cîhanê yê sêyemîn ku li sih salî derbas kiriye, herî dawî ji xwe re Îran kire hedef; lê ji ber hesabên cuda, Trumpî ji Îsraîlê jî dev berda û çû li Swîsreyê bi rejîma meleyên Îranê re peymana aştiyê çêkir.

Di vê de hesabê Trump çi bû? Ji bo fêmkirina vê, divê mirov li nîqaşên ji beriya şerê ku îsal dest pê kiribû vegere. Ji beriya şer dest pê bike, analîzên girîng hebûn ku digotin Trumpî rîskê vî şerî naxe sukra xwe. Ji ber ku di dawiya îsal de hilbijartinên navberê li DYE’ê çêdibin û di rewşeke  neyînî ya şer de desthilata Partiya Komarger dê bikeve xetereyê. Lê di encamê de ji ber hin sedeman wisa nebû. Dinya di roj û şevekê de bû topeke ji agir, kêm mabû seneryoyên qiyameta bombeya atomê rast derkevin. Lê bêlê hîn jî nayê zanîn ku Trûmpî çima ev rîsk girt. Herî kêm ji me ve nexuya ye ku çi tişt bû sedema vê. Lê çend tiştên ji beriya vî şerî û hema di destpêkê de çêbûne, dibe ku dilê wî bijandibe vî şerî. Ya yekê, kowboyên Trumpî, serokê Venezuela Maduroyê dostê Tayyıp Eroğan ji nav cihê wî rakirin birin. Ya duyemîn, hîn di destpêka şer de kuştina Elî Xemeney hişê Trumpî ji serê wî bir. Ya destpêkê ji ber sedemên aborî yên li DYE di serî de piraniya civaka vî welatî, dest pê kirin li dijî şer derkevin. Heta alîgirên Partiya Komarger, endamên her du meclisan ê partiyê  bi şer nexweş bûn. Dîsa dirêjbûna şer, hesabên Trump şaş dane derxistin. Dema ku hesabên dawî şaş derketin, ji neçarî Trumpî li xwe werqilî.

Lê çi dibe bila bibe, ev ‘peymana aştiyê’ dê bibe destpêka şerekî mezin. Ev, ne texmîn yan jî tehlîleke reşbîn e. Xwezaya hêzên hegemon ev e. Di her tevgera xwe de ji sedî sed xwe li serkeftin yan jî raseriyeke bêyî şîrîk radikêşin. Bi taybetî hêzeke wekî DYE ku pêşengê modernîteya resmaliyetê ye wisa ye. Wateya vê çi ye? Yanî ti luks yan jî serbestiya Trumpî tine ku ji binî de ji vî şerî vekişe û li Qesra Spî xwe vezilîne! Ya rast pirsgirêk ne tenê ya Trumpî ye jî. Em bihesibînin ku wisa bû. Wê demê Îran ku çengekî cuda yê şaristaniya kedxwar e li cîhanê û ya herî girîng jî li herêma Rojhilata Navîn ti rehetiyê nade DYE û Îsraîlê. Dibe ku wekî dewlet pir zêde pirsirêkek hebûnê ya DYE dernekeve lê ev ewlekariya Îsraîl dixe xetereyê. Heta pirsgirêka wê ya ontolojîk (hebûn) rû dide.

Eger ev îhtimal bi pêş bikeve (mayendebûna aştiya DYE’ê û Îranê) rewşa DYE’ê ji Îsraîlê ne kêm kembaxtir dibe. Çima? Amerîkayek ku li beramberî rejîma Îranê têkçûyî nikare pêşengiya modernîteya kapîtalîst bike! Kês pê bawer nake. Giraniya wê namîne! Ev ji niha de xuyaye. Mînak, di civîna G-7 a li Ewrûpayê de nîqaşa di navbera serokwezîra Îtalya de îşareta vê ye. Stiya Melonî rasterast kûjeriya DYE’e da rûyê Trumpî ku cara yekemîn Amerîka çekên atomî bi kar aniye. Nîqaşên wisa timî naqewimin. Ya din Colaniyê ku taca melîktiyê bi saya serê Trumpî danî serê xwe, talîmata wî red kir û got Sûriyê li dijî Hizbulahê nakeve şer. Ev mijar hîn bi temamî ne zelal jî be, herî kêm wî (Colanî) ew hêz bi xwe re dît ku vê seknê li beramberê Trumpî (DYE) nîşan bide.

Di encamê de hem aştî û hem jî şerê Trumpî wekî şûrekî du aliyên wî birra ye. Çi bike jî dê ev şûr derbeyeke kujer lê bide. Derb ne tenê li Trumpî ye; li hegemonyaya DYE’ê ye’. Tenê riyeke derketinê ji bo Trumpî heye; bêyî ku demê derbas bike li dijî Îran dest bi şer bike û di vî şerî de jî bi ser bive! Naxwe Partiya Komarger di hilbijtinên navberê de dê hêzeke mezin wenda bike; bi vê jî nemîne hegemonyaya DYE bikeve xetereyê!

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.