Ronahî Sadûn
Stratejiyên Şerê Cîhanê yê Yekem, Duyem û niha jî yê Sêyem ji hev cuda dibin. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, artêşan bi giranî di xendekan de şer dikirin, lê stratejiya Şerê Cîhanê yê Duyem li ser tevgera bilez, êrişên hevbeş û karanîna teknolojiyê sekinî. Di yê Sêyemîn de jî stratejî guhertina sîstemên sedsalê û pêşketina kapîtalîzma malî li hemberî ya pêşesazî ye.
Şerê cîhanê yê yekemîn
Şerê Cîhanî yê Yekem yek ji mezintirîn û xwînrêjtirîn şerên dîroka mirovahiyê bû. Ev şer di 28’ê Tîrmeha 1914’an de dest pê kir û heta 11’ê Mijdara 1918’an dom kir. Sedema sereke ya destpêka şer kuştina Arşîduk Franz Ferdinand li Saraybosnayê bû. Lê belê, reqabeta di navbera hêzên mezin, çekan û peymanên leşkerî de roleke girîng di destpêka wê de lîst. Şer bi giranî li Ewropayê hate kirin, lê bandorên wê li Afrîka, Rojhilata Navîn û deverên din ên cîhanê belav bûn. Bi mîlyonan leşker û sivîl beşdarî şer bûn, bajar û gund hatin wêrankirin û mirovên bêguneh gelek êş kişandin. Di encama vî şerî de tê texmînkirin ku 16 heta 20 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 milyon kes birîndar bûn. Van windahiyên wêranker li gelek welatan bûn sedema guhertinên siyasî, aborî û civakî. Di 11’ê Mijdara 1918’an de, agirbestek hate îmzekirin û bi fermî şer bi dawî kir. Piştî wê di sala 1919’an de, Peymana Versailles (Versayê) hate îmzekirin ku şertên aştiyê destnîşan kir. Her çend vê peymanê şer bi dawî anî jî, bendên wê paşê bûn yek ji sedemên sereke yên destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Ji ber vê yekê, Şerê Cîhanê yê Yekem di dîrokê de wekî şerekî xwînî û bi bandor tê zanîn ku bandorên wê îro jî di dîrok û siyaseta cîhanê de xuya dibin.
Şerê Cîhanê yê Duyem
Şerê Cîhanê yê Duyemîn di 1’ê Îlona 1939’an de dema ku Almanya êrişî Polonyayê kir, dest pê kir. Piştî vê yekê Brîtanya û Fransayê li dijî Almanya şer ragihandin û şer bi lez belavî beşên mezin ên Ewropa, Asya û Afrîkayê bû. Di navbera salên 1939 û 1945’an de, bi mîlyonan leşker û sivîlan di şer bi bombebaran û komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporên heyî tê texmînkirin ku di navbera 70 û 85 mîlyon kesan de di şer de mirine, ev jî dibe pevçûna herî kujer a dîroka mirovahiyê. Di dawiya şer de hêzên Hevalbendan serketî bûn. Almanya di Gulana 1945’an de teslîm bû û Japonya di 2’ê Îlona 1945’an de piştî bombebarana atomî ya Hîroşîma û Nagazakî, teslîm bû. Ev yek bi fermî şer bi dawî kir. Lê bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn nebû dawîbûna şeran berovajî wê niha rê li ber şerê cîhanê yê seyemîn jî hatiye vekirin. Lewra şerê Cîhanê yê Duyemîn hîn jî derseke bihêz di dîrokê de ye. Wê nîşan da ku şer tenê wêranî, koçberî û windakirina jiyanê tîne, ji bo wê aştî û jiyana hevbeş ji bo pêşeroja mirovahiyê girîng in.
Cudabûna şerên cîhanê yê yekem û duyem ji hev çi ne?
Stratejiyên Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyem ji hev cuda bûn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, artêşan bi giranî di xendekan de şer dikirin, leşkerên wan di xetên parastinê de asê mabûn û pêşketin pir hêdî bûn. Armanc ew bû ku xak û çeperên dijmin werin girtin. Lê belê di Şerê Cîhanê yê Duyem de stratejî guherî. Hêzên leşkerî bi karanîna tank, balafir û êrişên bilez û giştî dest pê kirin. Bi vî awayî, stratejiya Şerê Cîhanê yê Yekem li ser parastin û xendekan sekinî, lê stratejiya Şerê Cîhanê yê Duyem li ser tevgera bilez, êrişên hevbeş û karanîna teknolojiyê sekinî.
Şerê cîhanê yê Sêyem ku niha rû dide
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji aliyên siyasî, çandî, aborî, ragihandinî û civakî ve taybetmendiyên xwe hene. Di vê şerî de armanc ne tenê têkbirina hêzên leşkerî ye, lê herwiha qirkirina civakê, şikandina îradeya gel û kontrolkirina hişmendiya civakê ye. Di Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn de neteweperestî rola sereke dilîst û gelek netewe hatin tasfiye kirin. Lê di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de civak bi xwe bûye hedefa sereke. Ji ber vê yekê ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, lê di heman demê de şerekî siyasî, çandî û ragihandinî jî ye. Di aliyê leşkerî de jî dewlet hene ku di nav şerê de ne. Lê taybetmendiya sereke ya vê şerê ew e ku ne wek şerên berê ye. Berê cebhe di navbera du blokan de dihatin avakirin, gelek dewlet di aliyekî de û gelek dewletên din jî di aliyê din de bûn. Armanc ew bû ku aliyek bi ser bikeve. Lê niha rewş guheriye. Blokên berê bi heman awayî nînin. Dewlet bi xwe ji bo berjewendiyên xwe şer dikin û hewl didin ku bibin hêza herî bihêz. Ev yek ji taybetmendiyên girîng ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Mînak, heta di nav NATO de jî siyasetên dewletan ji hev cuda ne. Her dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevger dike û carinan ev siyaset li hemberî hev têne bikaranîn. Berê pir caran dihat gotin ku siyaseta dewletên NATO yek e, lê niha ev yek rast nîne. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de stratîjîya bingehîn ew e ku kîjan dewlet dikare bibe hêza hegemon a cîhanê. Ji ber vê yekê nakokiyên di navbera dewletan de her ku diçe zêdetir dibin. Dewleteke ku aboriya wê bihêz be, hêza leşkerî ya xurt hebe, siyaseta bi bandor û pergala ragihandinê ya bihêz hebe, ew dikare di asta cîhanî de bibe hêzeke serdest.
Siyaset êdî çi ye?
Piştî hilweşandina her du avahiyên çêwî yên li Washingtonê, cîhan ket qonaxeke nû ya şerê cîhanê yê sêyemîn. Hilweşandina van her du avahiyan ne tenê hilweşandina du avahiyan bû, lê belê nîşana dawîhatina qonaxeke sed salî jî bû. Rewşa cîhanê piştî vê bûyerê guherî. Sedema sereke ya vê guhertinê ew bû ku qonaxa kapîtalîzma pêşesazî (sînaî) bi dawî bû û qonaxa kapîtalîzma malî dest pê kir. Ji bo ku ev pergala nû pêk were, hêzên navneteweyî dixwestin dewletên ku li gorî pergala kapîtalîzma pêşesazî hatibûn avakirin, ji nû ve birêxistin an jî hilweşînin û li şûna wan pergaleke nû li gorî kapîtalîzma malî, ava bikin. Pergala kevin ew bû ku dewletên neteweyî li gorî berjewendiyên wê demê hatibûn damezrandin. Lê di qonaxa kapîtalîzma malî de, ew şêwaza dewletê êdî ne wekî berê pêwîst tê dîtin. Ji ber ku sermaye û fînanskapîtalîzm dikare bi hêsanî li seranserê cîhanê bigere û qazancê bike, pêdiviya pergala kevin kêm dibe. Li gorî vê nêrînê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn şerê kapîtalîzma malî li hemberî kapîtalîzma pêşesazî (sînaî) ye. Guhertinên ku îro li Rojhilata Navîn tên kirin jî bi vê pêvajoyê ve têne girêdan. Ji ber vê yekê tê gotin ku lihevkirinên Sykes-Pîko û Lozan êdî di qonaxa dawiyê de ne û pergala ku li ser wan hate avakirin tê guherandin. Niha jî armanc ew e ku hemû dewlet li gorî şert û mercên kapîtalîzma malî ji nû ve bên birêxistin. Ji ber vê yekê dewlet di siyasetê de li gorî vê gotinê dimeşin ku: “Dijmin û dostên sabit tune ne; tenê berjewendiyên sabit hene.” Ji ber vê yekê, di siyasetê de êdî nikare tişt bi awayekî sade wekî “rast an ne rast”, “spî an reş” were şirovekirin. Dibe ku tu di hin mijaran de bi aliyekî re nakok be, lê di mijarên din de bi heman aliyî re hevkariyê bikî. Îro siyaseta cîhanê bi vî awayî tê meşandin. Wekî berê gotina “ev heta hetayê dostê min e an heta hetayê dijminê min e” êdî zêde rast nayê dîtin. Di siyasetê de divê mirov şert û mercan baş bixwîne û bi awayekî jêhatiyê tevbigere.
Rêber Apo ji bo çareseriya mayînde çi gotiye?
Li ser siyasetê, Rêber Apo dibêje: “Êdî çek û şer weke berê nîne.” ew diyar dike ku her du aliyên ku çek di destê wan de hene, çi yên serkeftî bibin û çi yên têk biçin, di dawiyê de windahiyên mezin jiyan dikin. Ji ber vê yekê, şer êdî nikare çareseriyeke mayînde biafirîne. Hem hêza mirovan û hem jî çavkaniyên aborî di şeran de têne windakirin. Ji bo wê li şûna bikaranîna çekan, divê di şert û mercên îro de hêza fikrî û siyasî were xurtkirin. Li ser vê bingehê jî hêza civakî pêş dikeve. Ev rê ji bo gihîştina çareseriyeke mayînde girîngtirîn rê ye. Rêber Apo di hemberî hemû van kirîz û şeran de çareseriyeke mayînde pêşkêş dike û dibêje: “Êdî stratîjî siyaseta demokratîk e, tektîk jî tekamula qanûnî ye.” Li gorî vê nêrînê, şert û mercên cîhana îro jî vê rastiyê piştrast dikin. Ji ber ku cîhan di nav kirîzeke qanûnî û sîstematîk de ye û gelek sîstemên heyî bi îflasê re rû bi rû mane, hewcedariya avakirina sîstemeke nû zêde bûye, li ser vê bingehê jî gelek pevçûn û şerên Rojhilata Navîn têne meşandin.






