Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endama Meclîsa Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) Yara Mihemed diyar kir ku YRJ’ê dengê tevahiya jinan e û wiha got: “Dema em li çapemeniyên din meyze dikin, em dibînin ku weşanên wan têkildarî jinê kêmin anjî terzê biçûkxistinê li bermberî jinê bi kar tînin. YRJ’ê ev zemîn di weşanên xwe de guhert û li şûna wê ked, berxwedanî û rastiya jinê pêşkêş kir.”
Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jinê karîbûna ku gelek destkeftiyan bidest bixwe yek ji wan jî rahgandina jin bû. Herwiha Ji bo ku ew destkeftî were parastin û mafê jinê were misogerkirin di 28’ê hizêrana 2020’an Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) hate avakir. Bi vê avabûna re çapemenî û weşana jinê hîn zêdetir dewlemend bû û karîbû ku deng, reng, çîrok û berxwedaniya jinan ji raya giştî re bi rengê wê ya rast pêşkêş bike.
Di derbarê salvegera damezrandina Yekîtiya Raghandina Jin, Endama Meclîsa YRJ’ê Yara Mihemed ji Rojnemeya me re axivî.

‘Hişmendiya baviksalar serwer e’
Yara Mihemed destnîşan kir ku di despêka avabûna rahandin jin rojnemevan û nûçegihanên jin rastî neqebûlkirinê dihatin û wiha got: “Em di demekê de ne ku hişmendiya baviksalar serwere, bi her awayî dixwazin deng û rengê jinê winda bikin, mafê jinê binpê dikin bêyî ku kes hesabê ji wan bixwaza û mafê jinê biparêz e. Herwiha jinê bi hêsanî nikarîbû ku cihê xwe di xebat, biryardayîn û rêveberiyê de bigire, hişmendiya paşverû û zayendperest a ku di nava civakê de dimeşiya ev derfet nedida jinê. Rojane jin rastî lêdan, tundî û kuştinê dihat, çîroka biêş ya wê jinê bi wê re bin ax dibû, bêyî ku kes biaxive û sûcdar cezabike ango vê bûyerê dijmirovî ji raya gîştî re pêşkêş bike. Raghandina jin li ser vê esasê û ji bo derxistina dengê jin, parastina mafê wê, raghanidna ked û çîrokên wê hate avakirin.
Di destpêka avakirina raghandina jin de, rojnemevan û nûçegihanên jin rastî neqebûlkirinê û berdetekên civakê dihatin ji ber qebûlnedikirin ku jin bibe pêşeng û dengê rastiyê, lê raghandina jin bi israr û têkoşîna xwe xebata xwe berdewam kir. Îro em dibînin ku jin bûye nûçegihan, edîtor, pêşkêşvan û hwd.. ev jî encama ked û têkşîna bi sala ye.”
‘Parastina mafê jinê û pêşkêşkirina keda wê berpirsyarê raghandina jin e’
Yara Mihemed da zanîn ku raghandina jin dengê hemû jinan e û wiha domand: “Beriya avakirina YRJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rahgandina jinê hebû, hemû bûyerên girêdayî jin li herêmê û cîhanê di heman demê de bûyerên civakî, siyasî, aborî, ekolojî û hwd bi çav û fikira jinê dihatin amadekirin, şopandin û weşandin. Herwiha ji bo parastina mafê jinê û pêşkêşkirina deng û keda jinê raghandina jina berpirsyarê herî mezin bû. Raghandina jin hemû bûyer û geşadanên ku di hundir herêmê û derveyî wê çêdibûn dişopand û dibû dengê wî gelî. Herwiha raghandina jin sîwana sereke ya hemû rojnemevan û nûçegihanên jin bû ku bi hemû awayên parastina mafê rojnamevanên jin dikir.”
‘ YRJ’ê hewildide xwe li hermên Sûriyê birêxistin bike’’
Yara Mihemed tekez kir ku di 28’ê hizêrana 2020’an de YRJ’ê hate avakirin û wiha pê de çû: “Yek ji encamêm konferansa 3’emîn a raghandina jin avakirina Yekîtiya Rahgandina Jin (YRJ) bû. YRJ’ê li ser esasê avakirina sîwaneke taybet ji rojnemvanên jin re di heman demê de ji bo ku bibe cihê lêvegerandinê ji hemû rojnemevanên jin re û bibe berpirsyariya wan rojnevanên hate avakirin. Ev 6 salin YRJ’ê kar û xebatê xwe di vê çarçoveyê de didomîne. Hersal konferansê xwe lidardixin ku tê de meclis avadike û guhertinan çêdikin.
Piştî ketina Rêjîma Baas Sûriyê di rewşeke cûda re derbas dibe, ji bo vê jî çawa ku YRJ’ê xwe di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de birêxistin kir, hewildide ku xwe li hermên cûda yê Sûriyê jî rêxistin bike û bibe dengê tevahî jinan li Sûriyê. Bi wê hewildanên xwe YRJ’ê dixwaze bibe xeta parastinê li hember hemû cûreyên êrişan li ser jinan.”
‘‘YRJ’ê hemû zemîn di weşanên xwe de guhertin’’
Yara Mihemed daxuyakirin ku rola YRJ’ê di çapemeniya azad de girînge û wiha anî ziman: “YRJ’ê û Rojnemvanên jin bi deng û xebata xwe rengeke cûda dan weşanê cîhanî, ji ber ku dema em li çapemeniyên dîtir meyze dikin, em dibînin ku weşanên li ser jin gelek kêmin anjî mijarên ku têkildarî jinê digirin dest bi terzekî biçûkxistinê ye. YRJ’ê ev hemû zemîn di weşanên xwe de guhert ku rastî, têkoşîn, berxwedanî, ked, pêşnegî û hêza jinê hîn bêtir derxist pêş. Îro bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şoreşa jinê tê naskirin ku jinê tê de pêşang, rêveber, şervan, memoste û rojnemevan bû pêwîstbû ku bi deng û kemîreya jinê ew yek ji rawa gîştî re were eşkere kirin. YRJ’ê xwast ku rol û misyona jinê bi rêya Rojnemevanên jin pêşkêş bike. Herwiha ji bo şoreşa ku jinê li Rojavayê Kurdistanê lidarxistiye bibe mînakek ji hemû jinan re rojnemevanên jin xwastin ku bighînin hemû jinên cîhanê da ku ew jî bibin pêşang û mûmek ji jiyanek nû re, di heman demê de daxwaza mafê xwe bikin. YRJ’ê li ser vê esasê xwe avakir û hîn jî bi vî rengî karê xwe berdewam dike.”
‘‘YRJ’ê hewaldide ku têkiliyên xwe bi rojnemevanên jin li Sûriyê re avabike’’
Endama Meclîsa Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) Yara Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “YRJ’ê dixwaze di nava xwe de hemû reng û dengên jinan li Sûriyê bigire. Di planên Yekîtiya rahgandina jin de heye ku bi boneya 28’ê Hizêranê damezrandina yekîtiya me saziyeke fermî were vekirin, ku hemû rojmevanên jin berê xwe bidinê. YRJ’ê dixwaza têkiliyên xwe bi hemû jinên rojnemevan li Sûriyê çêbibe û danûstandinek di navbera wan de çêbibe. Nêrîna wan rojnevanan derbarê rewşa jin li Sûriyê çiye, herwiha rewşa rojnemevanên jin li Sûriyê di çi astê de ye û çawa dikarin bipêş bixin nîşaq bikin.”






