Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRJ’ê bi boneya salvegera xwe ya 6’emîn daxuyaniyek da

28/06/2026
in NÛÇE
A A
YRJ’ê bi boneya salvegera xwe ya 6’emîn daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera 6’emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek da û bi vê boneyê wê bi serfirazî xebat û têkoşîna rojnamevanên jin a di rêya parastina heqîqetê de meşandine, bi bîr anî. Herwiha wê tekez kir ku hîna astengî pêşberî jin di qada çapemeniyê de tên, lê tevî wê jinên rojnamevan ên Sûriyeyî peyama xwe ya pîşeyî û mirovî pêk anîn.

Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina xwe ya 6’emîn bi bîr anî û soza berdewamkirina xebatên xwe yê di rêya rastiyê de dûbare kir. Daxuyaniya YRJ’ê wiha bû:

‘Em bi rola jinan di avakirina çapemeniyeke azad, pîşeyî û demokratîk de bawer in’

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di salvegera 6‘emîn a damezrandina Yekîtiya Ragihandina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (YRJ) de, em bi serfirazî xebat û têkoşîna rojnamevanên jin a di rêya parastina heqîqetê de meşandine, bi bîr tînin. Em bi rola jinan di avakirina çapemeniyeke azad, pîşeyî û demokratîk de bawer in ku hêviyên civakan ên azadî, edalet û wekheviyê nîşan dide. Ev bone li gel arîşeyên zêde yên li pêşberî rojnamevanên jin li herêma Rojhilata Navîn derdikevin, hatiye. Hîna jin di qada çapemeniyê de rû bi rûyî hemû cûreyên astengkirin, binpêkirin û êrişên rasterast ên di dema şopandina şeran de, reşkirin, tundiya dijîtal û cudekariya pêşeyî ne. Zêdetirî vê yekê qeyd û zext li ser azadiya derbirînê û karê rojnamegeriyê tên kirin. Jinên rojnamevan ên li herêmê tevî hemû zehmetiyan, hêza xwe ya şikandina bendan û ragihandina dengê civakên xwe û dozên jinan ji bo raya giştî ya herêmî û navneteweyî îsbat kir.”

‘Rojnamevanên jin berdêlên giranbuha dan’

Daxuyanî wiha domand: “Li Sûriyê rojnamevanên jin li gel binpêkirin û kiryarên komên çekdar ên cuda û artêşa Tirk û DAIŞ’ê de berdêlên giranbuha dan. Di encama van kiryaran de gelek rojnamevanan di dema şerên domdar de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha gelek hatin girtin, koçberkirin û gef li wan hatin xwarin û rasterast hatin hedefkirin. Ev yek jîngeheke herî xeternak a xebata rojnamegeriyê nîşan dide. Lê tevî van hemûyan jî jinên rojnamevan ên Sûriyeyî peyama xwe ya pîşeyî û mirovî pêk anîn û piştrast kirin ku çapemeniya azad yek ji amûrên herî girîng ên parastina mafên mirovan û aşkerakirina rastiyan e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojnamevanên jin nimûneyek bêhempa ya ragihandina berpirsyar û girêdayî dozên civakê û jinan pêşkêş kirin. Li vir jinên rojnamevan li pêş bûn, berdêl dan, bûyer, guhertin û veguhertinên siyasî, civakî û mirovî ragihand. Di heman demê de çanda diyalogê, pirrengî û jiyana hevebeş xurt kirin.”

Di daxuyaniyê de YRJ’ê soza xwe ya parastina azadiya ragihandinê û mafên rojnamevanên jin û xebata li ser xurtkirina hebûna jinan di saziyên ragihandinê de, peydakirina hawîrdoreke ewle û piştgir ji bo rojnamegerên jin nû kir û wiha bû: “Em Yekîtiya Ragihandina Jin bi taybetî silav û hezkirinên xwe ji jinên rojnamevan ên ku bûyer û geşedanên operasyona entegrasyonê, lihevkirinên siyasî yên piştî peymana 29’ê Çileyê şopandin, dişînin. Van rojnamevanan tevî mercên zehmet ên xebatê û riskên ewlehî û pîşeyî jî, lê asteke bilind a pîşeyî û pabendîbûnê nîşan dan. Bi berpirsyarî bûyer ragihand û wêneyeke objektîf a guhertinên heyî nîşan dan. Yekîtiya Ragihandin Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wextekî de ku salvegera damezrandina xwe pîroz dike, soza xwe ya parastina azadiya ragihandinê û mafên rojnamevanên jin û xebata li ser xurtkirina hebûna jinan di saziyên ragihandinê de, peydakirina hawîrdoreke ewle û piştgir ji bo rojnamegerên jin nû dike, da ku bikarin peyama xwe ya pîşeyî dûrî zimanê gefxwarin û cudakariyê pêk bînin.”

‘Ragihandina jinên azad bingeha avakirina civakeke demokratîk, wekhev û dadperwer e’

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em bang li dezgehên ragihandinê, saziyên hiqûqî yên herêmî û naveteweyî dikin ku xebatên parastina jinên rojnamevan zêde bikin, hesab ji binpêkeran bipirsin û mafên jinan misoger bikin, da ku xwe bigihînin agahiyan û bi awayekî çalak beşdarî avakirina xîtaba ragihandinê bibin. Bi vê wesîleyê em hemû rojnamevanên jin ên ku di mercên herî zehmet de gotin û pênûsa azad rakirin, silav dikin. Herwiha em hemû kesên ku bawer dikin ku ragihandina jinên azad bingeha avakirina civakeke demokratîk, wekhev û dadperwer e, silav dikin. Bijî gotina azad… Silav ji hemû rojnamevanên têkoşer ên ji bo heqîqet û aştiyê re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.