Cemîl Xoce
Ji destpêka avabûna xwe ve, Komara Tirkiyeyê hewl dide xwe wekî beşeke ji sîstema Ewropayê nîşan bide û maskeya Rojava wekî rêyekê ji bo dûrketina ji rastiya xwe ya erdnîgarî û çandî ya li Rojhilata Navîn bi kar tîne. Lê belê, nûçeyên dawî yên derbarê hewldana Washingtonê ya ji bo ji nû ve kategorîzandina Tirkiyeyê wekî welatekî ji seksiyona “Rojhilata Navîn” li şûna seksiyona “Ewropa û Awrasyayê”, rastiyeke tal eşkere dike ku elîtên serdest ên Enqereyê her tim hewl didan jê bireviyana. Serdema xeyalan bi dawî bûye û dema rûbirûbûna rastiyên tal dest pê kiriye.
Ev biryara ku tê behskirin, ne tenê gaveke burokratîk e, lê danpêdaneke navneteweyî ya eşkere ye ku “ezmûna Tirkiyê” ya ji bo yekkirina strukturên dewletneteweya otorîter bi daxwazên demokratîk ên rojavayî re têk çûye. Di warê dîrokî de, gera li pey “nasnameya ewropî” ji serdema Kemalîst dest pê kir û bi daxwaza endametiya tam a di salên şêstî de berdewam kir. Lê derî li ber Enqereyê girtî man; ne tenê ji ber sedemên olî yan erdnîgarî yên ku siyasetmedarên tirk her tim ji bo raya giştî digotin, lê ji ber naveroka sîstema tirkî bi xwe. Rojava zû fêm kir ku dewleta ku pirrengiyê red bike, polîtîkaya înkara neteweyî bimeşîne û di çareserkirina pirsgirêkan de serî li rêbazên leşkerî bide, nikare di sîstemeke ku qaşo di bingeh de li ser maf û azadiyên takekesî ava bûye de cih bigire.
Krîza dewleta Tirk a îro, krîzeke kûr a strukturî ye. Ev dewlet bi tundî girêdayî modela “dewletneteweyê” maye. Wê ev model di sedsala 19’an de ji Ewropayê wergirt û kir amûreke ji bo perçekirina tevna civakî. Gava ku dewlet îsrar dike ku çandên cuda di nava qalibeke neteweyî ya yekgirtî de bihelîne, ew bi vê yekê sedema çêbûna cihên nakokiyên daîmî û civakê ber bi perçebûnê ve dikişîne. Ev yek Tirkiye, bi biryara xwe be yan jî bêyî wê be, kişandiye nava xetimandinekê; ji ber ku wê “neteweyeke demokratîk” a ku dikare pirrengiyê bihewîne ava nekir, lê “dewleteke ewlehiyê” ya ku xwe dispêre destwerdanên leşkerî ava kir.
Îro analîzên siyasî yên rast nîşan didin ku projeyên perçebûnê yên navneteweyî, ne çarenivîseke ku neyên guhertin in, lê encameke neçar a lawaziya dewletên ku red dikin veguherîna demokratîk pêk bînin. Her dewleteke ku li şûna diyalogê, zordariyê hildibijêre û li şûna rêveberiya xwecihî, navendgeriya neteweyî hildibijêre, bi xwe amadekariya perçebûna xwe dike. Gava Rojava biryar dide ku Tirkiyeyê ji nû ve kategorîze bike, di rastiyê de radigihîne ku “projeya neteweyî ya tirkî” êdî nikare wekî amûreke ji bo aramiya herêmê bê bikaranîn.
Derketina ji vê “golê” ne hewceyî guhertina kategorîzandina dîplomatîk a li Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, ne jî hewceyî nermbûna li hember Brukselê ye. Derketina ji vê tengasiyê hewceyî şoreşeke ramanî ya rastîn di nava civaka tirk de ye. Pêwîst e ku ji zihniyeta dewletneteweyê ya teng were dûrketin û bê qebûlkirin ku hêz ne di yekrengiya nijadî yan zimanî de ye, lê di pirrengiya çandî û jiyana biaştiyane de ye. Modela herî guncaw ji bo herêmê, modela “neteweya demokratîk” e; modela ku dibêje pirrengî çavkaniya hêzê ye û rêveberiya xweser garantora herî mezin a li hember projeyên perçebûnê ye.
Gelek xeterî hene, lê ew xeterî li hember kesên ku bi îsrar li dijî herika dîrokê avjeniyê dikin, derdikevin. Pêşeroja vê herêmê ne ya wan hêzan e ku li pey hevalbendiyên derve digerin, lê ya wan hêzan e ku rewayiya xwe ji nav civakên xwe digirin. Heger Enqere di polîtîkayên xwe yên niha de îsrar bike, wê di Rojhilata Navîn de ne wekî dewleteke bibandor, lê wekî dewleteke perçebûyî ya ku ji encamên siyasetên li dijî gelên xwe dikişîne, cih bigire.
Bi kurtasî, Tirkiye ne hewceyî “Ewropayê” ye ji bo pêşketinê, ne jî hewceyî “Rojhilatê” ye ji bo bibe xwedî girîngî. Tenê hewceyî wê yekê ye ku li ayîneyê binêre û qebûl bike ku serdema “dewletneteweyê” bi dawî bûye. Rêya aramiya rastîn di demokrasiya rastîn, naskirina mafên hemû kesan û devjêberdana polîtîkayên şer de derbas dibe. Dîrok ji aliyê wan kesên ku civakên xwe li ser bingehê azadî û dadmendiyê ava dikin tê nivîsandin. Pirs ev e: Gelo desthilatdarên Enqereyê wêrekî têra wê heye ku ji vê xeyala neteweperestiyê derbas bibin û peymaneke civakî ya nû ava bikin, yan wê di nav xeleka şer û perçebûnê de binav bibin?






