Navenda Nûçeyan
Di dema heyî de weke yek ji encamên kirîza Sûriyê dosya girtiyên Sûrî di zindanên Lubnanê de ne rojeveke. Ji destpêka peyman di navbera Beyrût û Şamê de çêbûye 260 girtiyên Sûrî bo hikumeta demkî hatine radestkirin, hejmara girtiyan ya giştî ku di zindanên Lubnanê de dimînin, 2500 e.
Di 10’ê Cotmeha 2025’an de hikumeta Lubnan û ya Sûriyê xalên bingehîn ji bo îmzekirina peymanekê danîn, peyamana têkildarî veguhestina girtiyên Sûrî yên ku di zindanên Lubnanê de bû.
Ev veguhestin li ser bingeha lihevkirina 6’ê Sibatê de li Beyrûtê dest pê kir.
Lubnanê di 24’ê Pûşperê de li gorî xalên rêkeftina dualî ya di navbera herdu welatan de ya Sibatê de hatibû îmzekirin, komeke duyemîn a ji 128 girtiyên Sûrî pêkdihat, radestî hikumeta demkî ya Sûriyê kirin. Armanca rêkeftinê ew e ku girtiyên Sûrî vegerînin welatê xwe da ku li welatê xwe werin dadgehkirin.
koma duyemîn a girtiyên Sûrî yên Lubnanê radestî Şamê kirin; ji 128 kesan pêkdihat
Ev veguhestin zêdetirî sê mehan piştî veguhestina destpêkê ya 132 mehkûmên di 17’ê Adarê de pêkhat û hejmara giştî ya kesên ku heta niha radestî Şamê hatine kirin digihêje 260 kesan.
Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mezher Elweys roja Sêşemê, bi rêya bernameya X, hatina nêzîk a vê koma nû ya 128 girtiyan ragihand û spasiya xwe ji hemî kesên ku di çarçoveya hevkariya berdewam a di navbera her du welatan de beşdarî vê gavê bûne re anî ziman.
Agahiyên girêdayî rewşa ewlehiyê nîşan didin ku hejmara giştî ya mehkûmên Sûrî yên ku cezayên xwe li girtîgeha Romiyê ku mezintirîn girtîgeha Lubnanê ye, diqedînin, nêzîkî 356 kes e. Ev tê vê wateyê ku pêvajoya radestkirinê ya dosyaya têkildarî girtîgeha Romiyê çareser kir û tê payîn ku veguhestina komên mayî wê di mehên pêş de li gorî şertên peymanê were temamkirin.
Li gorî qada ewlehiyê ya Lubnanî nêzîkî du hezar û 500 girtiyên Sûrî di girtîgehên Lubnanê de ne. Tawanên wan ji sûcên têkildarî terorê bigire heya endametiya di rêxistinên tundrew û komên çekdar de ne û ew ji dadgeha leşkerî re hatine şandin.
Di dosyayên van girtiyan de kesên ku bi êrîşkirina li dijî artêşa Lubnanê, bi taybetî li herêmên sînorê rojhilat di dema kirîza Sûriyê de têne tawanbarkirin jî hene. Van deveran pevçûnên dijwar dîtin û ev kes di encama destwerdana Hizbullah di kirîza Sûriyê de li kêleka hêzên rêjîma Baas, hatin girtin.
Pirsgirêka girtiyên Sûrî yek ji mijarên herî berbiçav ên di rojeva hevbeş a di navbera Beyrût û Şamê de ye, mijarek ku bi salan e ji ber hejmara zêde ya girtî û sûcdaran tê nîqaşkirin.
Hewldanên ji bo normalîzekirin û ji nûveorganîzekirina têkiliyên dualî ne tenê bi vê pirsgirêkê ve sînordar in, lê belê di nava xwe de pirsgirêkên din ên aloz ên ku li benda çareseriyê ne, di nav de destnîşankirina sînor, têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê, pirsgirêka kesên winda û pirsgirêka penaberên Sûrî li Lubnanê dihewîne.
Radestkirina dawî vîneke siyasî û dadwerî ya hevpar ji bo çareserkirina van pirsgirêkên berbiçav nîşan dide. Nemaze di nava guhertinên siyasî yên ku Sûrîye di du salên borî de dîtiye û çareserkirina pirsgirêka girtiyan di danûstandinên dawî yên di navbera her du hikumetan de xwdî girîngiyeke bû. Lê pirs di vê derê de dimîne… Gelo wê hikumeta demkî ya Sûriyê bi çi awayan bi vê dosyayê re tevbigere, wê dadweriyeke çawa li ser girtiyan pêkbîne. Nexasim ku rewşên kuştina bêserûber, tolhilandin, kuştina veşartî, bêdadwerî li seranserî Sûriyê gelekî berbelav bûye.






