Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Qutbûna av, elekitrîk û sotemeniyê tê wateya seknandina jiyanê’

27/06/2026
in Aborî û ekolojî
A A
‘Qutbûna av, elekitrîk û sotemeniyê tê wateya seknandina jiyanê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Welatiyên bajarê Dêrikê diyar kirin ku qutbûna av, elekitrîk û sotemeniyê tê wateya rawestandina jiyanê, ji ber ku ev bingehin da ku mirov bikaribe jiyana xwe berdewam bike.

Ev 15 sal in ku li seranserî Sûriyê kirîz berdewame ku gel li berxwedide bi hêviya jinaneke xweştir û aramtir bû, lê mixabin piştî ku hikumeta demkî hat li ser desthilata Şamê hêviyên gel şikandin. Ne tenê gelên Sûriyê lê mixabin gelê Rojavayê Kurdistanê jî piştî entigrasyonê rastî êşên qutbûna av, elekitrîk û sotemeniyê tên lewma  gel ji êşa rewşa heyî derdikeve kolanan û nerazîbûna xwe ji bo vî rewşê nîşan didin.

Di derbarê rewşa buhabûna sotemeniyê û bandora wê li ser jiyana mirovan welatiyê bi navê Ebdulkerîm Esaf û ajokarê bi navê Silêman Xelîl ji Rojnameya me re axivîn.

‘Buhabûna sotemeniyê bandorê li hertiştî dike’

 

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Esaf da zanîn ku ew ji Tertûsê ye lê niha hatiye mêvandarî li bajarê Dêrikê û wiha got: “Rojavayê Kurdistanê ji destpêka Şoreşê ve xwedî taybetmendiyeke cûda bû, tevî hemû şert û mercên ku Sûrî têre derbas dibû lê Rêveberiya Xweser destek dida gel da ku av, elekitrîk û sotemeniya wan qut nebe. Lê piştî entîgrasiyon çêbû û min serlêdana Rojava kir ez dibînim ku rewşa gel li vir û ya gelê Tertûsê bûye wek hev. Di hemû cîhanê de dest pêkê dema hikumetek tê ser desthilatê pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ji gelê xwe re peyda dike, lê hikumeta demkî dixwaze kesê ku bi axa welatê xwe ve girêdayî mayî jî qir bibin. Niha jî gel êşa buhabûna sotemeniyê dikşîne, dema sotemenî buha dibe bandorê li hemû cûreyên jiyanê dik, çi kelûpelên xwarinê bê, çi çûn û hatin be û çi jî pêxistina cenetoran. Niha jî demsala havînê ye bê elekitrîk û av mirov rastî gelek astengî û nexweşiyan tê. Em bang li hemû saziyên eleqedar dikin ku bi gel re bibe alîkar da ku welatê me xweş bibe û şoreşa me bi ser bikeve.”

Buhabûna kiriya ereban bandorê li me û li gel dike

 

Ajokarê keraca Dêrik-Girkêlegê Silêman Xelîl anî ziman ku debara jiyanê pir zehmet bûye û wiha got: “Rojane ez berê xwe didim keracê da ku ez li ser erebeya xwe kar bikim û malbata min bikaribe bijî û ez bêdiviyên wan pêk bînim. Lê mixabin ev demeke biryara buhabûna mazotê derketiye, ev buhabûn bandorê li karê me dike ji ber ku çûn û hatina gel kêm dibe. Sîstema mazotê li bajarê Dêrikê mihaneye, her mih mazota me didin me pêwîste em li gor mihekî bikar bînin. Lê niha mazota me ber bi xilas bûnê ve diçe û em neçarin herin ya hur bikirin, ew mazot jî nirxê wê buhaye, em ê neçar bibin kirê jî bilind bikin, wê ev bilind bûn him zirarê bighîne me him jî bighîne gel. Em welatê betrolê ne û em rastî êşa qutbûna wê tên, em di welatê xwe de ne û keda me tê xwarin, em bi hêvîne saziyên peywendîdar mudaxele bikin û çareseriyekî ji vê rewşa heyî re bibînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.