Nevenda Nûçeyan
Aktivista TJA’yê Bahar Peker diyar kir ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna mafê hêviyê mitînga azadiyê bi drûşmeya “Bi Rêbertiyê azad ber bi civaka demokratîk ve” li cihên cûda tê lidarxistin û wiha got: “Banga me ji kesên aştîxwaz re di vê mitîngê de amade bin da ku hûn jî bibin dengê aştiyê.”
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna mafê hêviyê di 28’ê Hezîranê de bi drûşmeya “Bi Rêbertiyê azad ber bi civaka demokratîk ve” mîtînga azadiyê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve, DEM Partî, DBP û TJA li gelek bajarên cûda, tê organîzekirin.
Di vê derbarê de Aktivista TJA’yê Bahar Peker ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Pergola netew-dewlet di şerê cîhanê yê sêyemîn de nû dibe’’
Bahar Peker da zanîn ku banga Rêber Apo pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn digire û wiha got: “Dema ku em li banga Rêber Apo ya ji bo civaka demokratîk dinêrin, em dibînin ku ev bang pir girîng û bi wate ye. Lewra ev aştî bixwe ji bo hemû gelan e, hem ji bo gelê Kurd hem jî gelê Tirk di nava xwe de dihewîne, di heman demê de bangeke wisa pêşî li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn digire. Di vê çarçoveyê de, dema ku em li paşerojê dinêrin mixabin em dibînin ku bingeha pergala netew-dewlet ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li Rojhilata Navîn hat sazkirin û wekî pergala Sykes-Picot hate hate naskirin, pergala roja îro jî wisa dîsa tê pênasekirin. Îro em dikarin bibêjin ku ev pergal di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dîsa derketiye holê.”
‘‘14 sal li ser Mafê Hêviyê re derbas bûye’’
Bahar Peker destnîşan kir ku nepêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo binpêkirina mafê mirove ne û wiha pê çû: “Ji bo derneketina qeyranan û komkujiyan herwiha pêşî girtina şerê cîhanê yê sêyemên banga Rêber Apo ya “ Aştî û Civak Demokratîk pir girîng e. Dema ku em li “Mafê Hêviyê” dinêrin, en dibînin ku civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya sala 2012’an de ku nirxandinek li ser naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo hatibû kirin, lê mixabin ev 14 sal di ser re derbas bûye û hîn jî ev maf nehatiye naskirin. Ev yek wekî binpêkirina mafan tê hesibandin. Di Hezîrana 2025’an de Komîteya Ewropayê dîsa civiya û biryara li ser mafê hêviyê ya Rêber Apo ji bo Hezîrana 2026’an dabû, lê taloqe bû.”
‘‘Mîtînga 28’ê Hezîranê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girîng e’’
Bahar Peker daxuyakirin ku mîmarê sereke û sermuzakerevanê aştiyê Rêber Apo ye û wiha got: “Gelê Kurd û hemû gelên bindest ên ku aştî, demokrasî, dadwerî û azadiyê dixwazin ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde divê mafê hêviyê yê mîmarê sereke û sermuzakerevanê vê aştiyê Rêber Apo were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Ji ber vê yekê Mîtînga di 28’ê Hezîranê de pir girîng e lewra naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo, di heman demê de naskirina mafê hêviyê yê girtî û gitîgehên siyasî yên di girtîgehan de ye. Ev maf, mafê hêviyê yê jinan, ciwanan û bi tevahî yê hemû gelan e. Ji bo mayîndekirina aştiyeke bi vî rengî, divê em hemû xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derkevin.”
‘‘Banga me ji kesên aştîxwaz re di vê mitîngê de amade bin’’
Aktivista TJA’yê Bahar Peker avaftina xwe wiha bidawî kir: “Banga me di serî de ji bo jin, ciwan û hemû gelê me yê aştîxwaz, dadwer û demokrasiyê dixwaze, dikin ku tevlî mitînga azadiyê bibin. Ev mitîng di 28’ê Hezîrana 2026’an de di saet 17:00’an de wê li Qada Îstasyonê were dest pê kirin em we hemûyan widixînin. Pîwîste hemû gelê me yê daxwaza jiyenek aştîxwaz dike amade be.”






