Monday, June 29, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mûm û Rondik

24/06/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Mûm û Rondik
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Şehîd Yusra Derwîş; Nîşana jina Kurd a azad û yek ji pêşengên şoreşa jinan e,  ew di wê baweriyê de bû ku avakirina mirov ji dibistan û hişmendiyê dest pê dike,  wê canê xwe sojand da ku ronahiyek di jiyana gelê xwe û nifşên paşerojê de bihêle

Di nav kesayetiyên ku hebûneke çalak ji bo azadî ,civak û mafên  jinan temsîl kirine, şehîd Yusra Derwêş wek yek ji pêşengên herî navdar ên şoreşa jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve pêş, wê jiyana xwe ji bo xebata perwerdehî, civakî û rêxistinî terxan kiriye, ji bo xurtkirina têgînên perwerdehiyê, hişmendiya civakî û hêzkirina jinan roleke girîng lehîstiye, heya ku ew bû navekî berbiçav di rêwîtiya têkoşîna sivîl, çandî û civakî ya herêmê de.

Şehîd Yusra di sala 1971’an de ji dayîk û bavek Kurd (Mihemed Derwîş û Bedîa Xelîl) li bajarê Amûdê hatiye dinyayê , bajarê ku yek ji girîngtirîn navendên çandî û ramyarî li Cezîreya Sûriyeyê tê dîtin û di dirêjahiya dîroka xwe de tê naskirin wek bajarekî ku gelek helbestvan, rewşenbîr û têkoşer anîne jiyane ku barê ziman, nasname û azadiyê hilgirtine.

Malbata wê koka xwe vedigere ji Bakurê Kurdistanê , bi taybetî ji malbata Mela Beşîr a ji eşîra Omrîyan e, ji gundê Xerabê Baba yê girêdayî bajarê Mêrdînê ye, malbat ji ber şert û mercên zordariyê û çewisandinê ku li ser wan hatibûn sepandin, neçar bûn koçî Rojavayê Kurdistanê bikin û piştre li bajarê Amûdê bi cih bibin.

Yusra di nav malbateke kurd a neteweyî û rewşenbîr de mezin bûye , ew zaroka heftemîn bû di nav pênc xwişk û şeş bira de, dê û bavê wê ew li ser nirxên kurdewarî, rûmet, xweparêzî , nasname  a kurdî mezin kirin ,di vê jîngeha malbatî de, nîşaneyên kesayeta wê ya yekem despêkir, û hişmendiya wê ya zû di derbarê pirsgirêkên civaka wê de bi awayekî hêdî hêdî afirî û pêş ket.

Yusra zarokatiya xwe di taxên kevnar ên Amûdê de derbas kir, di nav kolanên teng û malên kevneşopî de, ku ji wan bêhna nanê tenûrê û henaseya yasemîn û kulîlkan jê dibariya .

Her wiha di şevên zivistanê de bi guhdarkirina çîrokên dapîran , bi bihîstina serpêhatiyên gundên kevnar, evîn û sirgûnê û di bin bandora awaz û stranên gelêrî yên ku jinan di dawet û şahiyan de vedigotin, mezin bû, ev jîngeha çandî û civakî rolek girîng lîst di avakirina hişmendiya wê ya mirovî û girêdana wê ya bi çand û bîra kurdî re xurt kir.

Ew di nav malbateke de mezin bû ku di hate naskirin bi baldarî li zanîn û nirxên civakî dinêriya , ji ber vê yekê perwerdehî ji bo wê ne tenê pîşeyek bû, lê peyamekî exlaqî, çandî û mirovî bû ku ji sînorên karê kevneşopî derbas dibû.

Ji salên xwendina destpêkê ve, Yusra bi serkeftina xwe ya zanistî û jêhatîbûna xwe ya xwendinê di hate nasîn,wê ji qonaxa seretayî heta dawiya qonaxa navîn asteke bilind a xwendinê domand û ji ber kesayetiya xwe ya bawer, hezkirina ji zanînê û heza xwendin û berfirehkirina asoyên xwe , bû cihê rêzgirtinê ji hevalên polê, hevkar û mamosteyên xwe re.

Her weha, wê her dem helwêstên xwe yên dijî cudakarî û zordestiyê nîşan didan, ku bû nimûne ji hevalên xwe yên dibistanê re.

Di qonaxa amadeyî de, ew tevlî çalakiyên koma hunerî ya “Agirî” bû ku di sala 1986’an de hatibû damezrandin, û beşeke girîng ji dem û xebata xwe terxan kir ji bo karê çandî û hunerî, her weha beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bû, ku ji aliyê wê ve weke derbirîna nasname û girêdayîna neteweyî dihat dîtin.

Piştî qedandina xwendina xwe ya lîse li Amûdê, ew tevlî zanîngeha Helebê dibe û wêjeya Fransî dixwîne, di bin bandora hejmarek torevan û nivîskarên ku bi pirsên azadî û jinan re mijûl dibûn, di nav wan de Asya Cebar û Newal El-Sa’dawi jî hebûn.

Hilbijartina vê beşê ji aliyê wê ve ne tenê biryarek akademîk bû, lê di heman demê de xebatek bû ji bo dîtina amûrek zanistî û çandî ku bi wê re karibe pirsgirêkên jin û civakê îfade bike.

Di salên 1990’î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, evê hevdîtinê bandoreke berçav li avakirina nêrîna wê ya rewşenbîrî û siyasî kir. Piştî wê zêdetir tevlî karûbarên civakî û parastina mafên jinan û azadiyê  bû, û tevî mijûlbûna wê bi xebatên rêxistinî , piştre carek din ji bo qedandina xwendina xwe vegeriya zanîngeha Helebê, û di sala 2001ê de beşa wêjeya fransî qedand.

Pişt re, wê dest bi rêwîtiya xebata perwerdehiyê kir, lê şert û mercên bêbelgebûnê «mektûmên qeydê» û polîtîkayên cudakariyê yên wê demê rê li ber wê girtin ku karê fermî li dibistanên dewletê bi dest bixe ,lewra bi baweriya bi giringiya xwendinê û rola wê di xizmetkirina civakê de, berê xwe da mamostetiyê li gundên nêzîkî devera xwe û navçeya Dirbêsiyê.

Ji destpêka karê xwe ya perwerdehiyê ve, ew wek mamosteyekî pabend û dilsoz dihat nasîn, ku perwerdehiyê wek peyamek ji bo avakirina hişmendî, parastina nasname, ziman û çandê dibîne.

Wê salên dirêj di xebata mamostetiyê de derbas kir, her dem nêzîkî xwendekar û civakê bû, ew bi aramiya xwe, ruhê mirovî û jêhatîbûna xwe ya guhdarîkirina kesên din dihat naskirin.

Wê perwerdehî ne tenê wek pêvajoyek veguhastina agahiyan didît, lê wek projeyek ji bo avakirina însan, xurtkirina hişmendiya gelemperî û parastina bîra çandî ya civakê di nirxand .

Herwiha ew bi helwestên xwe yên piştgirîkirina pirsgirêkên jin û azadiya wê dihat naskirin ,alîgirê felsefeya Abdullah Ocalan bû û li dijî tecrîda li ser wî beşdarî gelek çalakiyan bû, di dema rêwîtiya xwe ya pîşeyî de, ji ber helwestên xwe yên rewşenbîrî û siyasî rastî gelek zor û zehmetiyan hat.

Ew di sala 2008’an de bi birêz Nîdal Îbrahîm re zewicî û zarokên ji wan re çênebûn, ev hevjînî, hevkariyek li ser bingeha têgihiştin, hevahengî û pabendbûna bi nirxên mirovî û civakî yên ku Yusra di tevahiya jiyana xwe de pê bawer dikir, ava bû.

Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yusra bi awayekî çalak tevlî saziyên perwerdeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser bû û piştî bidawîkirina xwendina xwe li peymangeha Zimanê Kurdî, dest bi hînkirina zimanê kurdî ji bo zarokan kir, û bi vê yekê beşdariyek girîng kir di vejandina perwerdehiya bi zimanê zikmakî de, piştî dehan salên dûr û dirêj ên piştguhkirin û bêparkirinê.

Rola wê ne tenê di warê perwerdehiyê de bû, di heman demê de bi armanca pêkanîna guhertinên civakî yên berfireh û tevkariyê li avakirina sîstemek demokratîk a serbixwe, beşdarî organîzekirina komîn û meclîsên gel bû, di heman demê de, ew yek ji pêşengên damezrandina rêveberiya dibistanan li Amûdê bû ,di navbera salên 2012 û 2013’an de ew hat hilbijartin wek hevseroka Meclîsa Amûdê , û rolek girîng di rêxistinkirina ramyarî û rêveberî ya civakê de lehîst.

Yusra Derwîş yek ji rêveberên yekem ên beşa perwerdeyê li navçeya Amûdê tê dîtin, ji ber ku bi salan di rêvebirina saziyên perwerdeyê û hînkirina zimanê Kurdî de xebitî.

Her weha, wê rêveberiya gelek dibistanan kir, di nav wan de dibistanên «Betûl», «Meryem Xan» û «Tîrêj» jî hebûn.

Di heman demê rolek girîng lîst di rêxistinkirina konfêrans û semînarên perwerdeyê de, û di asta navneteweyî de jî beşdarî danasîna ezmûna perwerdehiya Rojava bû ,wê serdana çend welatan kir, ji wan Holenda, ji bo nasandina zimanê kurdî û sîstema perwerdeyê li herêmê.

Bi saya çalakbûn û ezmûna xwe ya di qada perwerdehiyê de, ew wek hevseroka Komelgeha Perwerdehiyê ya Amûdê hate hilbijartin. Û li wir xebatên xwe yên ji bo pêşxistina rastiya perwerdeyê û yekkirina ziman û nasnameya kurdî di nava saziyên perwerdehiyê de berdewam kir û di wê baweriyê de bû ku avakirina paşerojê pêdivî bi kadroyên jêhatî yên xwedî berpirsyariyê û ruhê xebata kolektîf heye.

Di wan salan de bi dilxwaziya xwe ya pêşxistina perwerdeyê, piştgiriya jinan û teşwîqkirina nifşên nû ku xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derkevin dihat naskirin.

Her weha, çalakiya wê ber bi qadên civakî û jinan ve berfireh bû, û wê di gelek pêşxerî û çalakiyên civakî û jinan de beşdarî kir , di wê baweriyê de bû ku jin di guhertin û avakirina civakê de hevparê bingehîn e.

Bi vî awayî, Yusra ji keçeke ku di nav dibistanê de bi cudakariyê re rûbirû bû, veguherî yek ji pêşengên şoreşa jinan li Rojava.

Wê jiyana xwe terxan kir ji bo têkoşîna azadî, perwerdehî û avakirina civakek demokratîk ; ku bi rola jinê û mafê gelan a ji bo jiyaneke birûmet bawer dike.

Piştî salên dirêj ên xebat û têkoşînê di qada perwerdehiyê de, ew di 1ê Mijdara 2022’an de wek hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo hate hilbijartin, di dema rêveberiya xwe de, wê gelek doseyên civakî, xizmetguzarî û mirovahî şopandin û beşdarî kampanyayên piştgirîkirinê bû ji bo mexdûrên erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û hin deverên Sûriyê  rû da bû di 6ê Sibatê de.

Bi vî awayî, Yusra di navbera perwerdehiyê , xebata rêxistinî û têkoşîna civakî de hevahengiyek çêkir û bû yek ji kesayetiyên jin ên herî berbiçav li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Wê mînaka pabendî û berpirsyariyê di xizmeta civakê de nîşan da.

Lê mixabin rêwîtiya wê di 20ê Hezîrana 2023’an de rawestiya, dema ku otomobîla ku tê de siwar bû li ser rêya Qamişlo -Tirbespiyê bi êrîşekê ji aliyê firokeyek bêmirov (drone) ve hat armanckirin, ku di encamê de ew ligel Lîman Şiwêş û Firat Toma şehîd bûn.

Nûçeya şehadeta wê bû sedema xemgîniyeke berfireh li herêmê, ji ber nirxa perwerdehî, civakî û rêxistinî ya ku wê nûnertiya wê dikir, û bi hezaran beşdar bûn di merasîma oxirkirina wê de , ku veguherî helkefta bîranîna rêwîtiya wê ya dûr û dirêj di xizmeta perwerde, civak û jinan de, û gotinên xatirxwestinê jî veguherîn teqezkirina ku jinên ku peyama jiyan û zanînê hilgirtine, bi hêsanî ji bîrê nayên derkirin.

Îro jî Yusra Derwêş di bîra Amûdê û gelê wê de amade dimîne, wek jineke ku di navbera perwerdehî, xebata civakî û rêveberiyê de hevahengiyek çêkir.

Di wê baweriyê de bû ku avakirina civakê ji mirov, ji dibistanê û ji hişmendiyê dest pê dike.

Tevî koçbûna wê, bandora wê di bîranînên gelên Amûdê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de maye, weke yek ji wan jinên ku hilbijartiye bibe mûmên ronahiyê ji bo rêyên yên din ronahî bike, û canê xwe sojand da ku ronahiyek di jiyana gelê xwe û nifşên paşerojê de bihêle  ,da ku jiyana wê bibe sembola dayin, dilpakî û dilsoziya bi pirsgirêkên mirovahî, jin û civakê re.

Ji giyanê wê yê pak re, rûmet û mandarî û ji tekoşîn û mîrateya wê ya perwerdehî û hînkarî re, mayînde û domdarî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

kovara Mizgîn-208
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-208

28/06/2026
kovara Mizgîn-207
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-207

28/06/2026
Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast
CIVAK Û JIYAN

Korsên Quranê ji bo fêrkirina zarokan li ser îslameke rast

28/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
CIVAK Û JIYAN

Komara Agiriyê

28/06/2026
Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser
NÛÇE

Çend wêne ji roja dawî ya ezmûnên qonaxa amadehî ya dibistanên Rêveberiya Xweser

28/06/2026
DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE
HAJMARA PDF

DERENGKETINA ÇARESERIYÊ WÊ LÊÇÛNA HILWEŞÎNÊ GIRANTIR BIKE

28/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.